Sîrwan Qicco
Pêlawazên helbesteke
cezîrî di çavên te de
dixwînim.
Şopa kerwanekî westiyayî
Li ser hinarkan belû
dibe.
Xemcivîneke bejin dirêj
Bi tena xwe ji hêla
Rojava ve tê,
Tu kesî li hember xwe
nabîne.
Tu kesî li ber xwe
nabîne.
Were ji min nêzîk bibe,
Da ez helbesta çavên te
Bi dawî bikim.
Xizan Şîlan
Min li xewa tarûmar, di xewna xwe ya gerok de dil girtibû. Dimeşiyam û dibeziyam bi gavên mereqdar, bi çavên evîndar ku bighêjim wê û ji nêzik ve bibînim. Mereqek hebû di dilê min de, mereqa dîtina bejn û bala delaliya wê. Min hesret dikişand, hesreta sewdayê, hesreta dîtina melûliya awirên çavên wê….
Helbest: Semîh El Qasim Wegerandin: Berzanê Birîvî
Te bidim kê evîna min te bidim kê
Û helbesta evînê ji mi re bêje te diyarîkim ji bo kê
Ji kê re ? û xak hişke…. bê dile
Ji kê re ? û stirî komin li ser rêka min
Te bidim kê, Evîna min
Di bîra min de tê zaroka demên berê…..
Xemgînê REMO
Hênik-bayê vê sibehê
Bêhna bîhok û hirmî yan
Sêv û hinar û berû yan
Ji paş çîyan
Bi xwere tîne …
Ev çi raze roz …?
Dîsa pêlên bêhrî kirina te
Dilê min
Di sotîgeha tenahî yê de
Dihejîne …
Toz û zingara xew-giranî yê
Jê di weşîne
Roz ….
Bawer neke ku razabûm
Heta bi şeva bûrî jî
Di xewnê de
Tilîyên min
Wek pezkovî yên birçî
Di nav…
Hozanê girkundê
Li vî welatî gotin têde lerzokin di qefilin tev tazîne bê tebatin an jî tirsokin xewn û hêvî bê watene tim revokin bê hevokin li vî welatî gerdûn rşe her tariye dem sal girtîne xenqîne gemkirîne li vî welatî jiyan bê ser û bere xav û sar di mîne herdem lale mîna lalbûna zemînêye…
ZAGROS OSMAN
hêsrêt yara min kilkirin
bi xweliya şewata hêlîna xewna min
jibo xaçekî ji agir… lidarxin
di sibeha minî kur û kem de
amudê efsanek zikmakiya
hertimî … şewat sozê xwe pêre heye
***
li ser qevdikên destên dayikên bi girî bilya ne
neqşên deqandî hene
qehra biroskan… dibêjin
li amudê çend mesîh şewitî ne
çend……
Arjen Arî
dil
navé te kaçûmanok, navé te béndera tayésira nesimî hénik tenik, dil Çola Kerbelayéziman melhéba peyvan, çarînan didérim hemû qamûs bi navé te radibin reqs û semayé
şitl
1şeveké, hew şevekéji paşîvé heta şeveqéez bibûma bahrek û tu kelekek bûya li kéleké!
2biçûma… dûr biçûmali parsa hezé leqayî te bibûmaparsa kirî me bikira şekirû me bela…
Beşîr mele
ji bo çi perbelê xwe kuşt!?
di dema ku havînê germaya xwe dipêça
cîh ji payizêre di hişt
hûrik hûrik tehtên sincirî
çengên xwe da diweşandin ji germê
serma û hilma zivistanê himbêz dikin
çivîka perbelekî, di van kêferatên suruştî de
li banî û gelyan digerya
kulîlk bi kulîlk
li rojdar û berberojkan di gerya
hêlîn di çavê rokê de di hûnand
Segvan…
Xizan Şîlan
tu bûyî
gurê devbixwîn û har
te berda laşê min jehra mar
ey mirovê desthilatdar
te em daleqandin
avêtin dar
diqefilim li zivistana sar
bi dengê qêrîn û hawar
bi navê xebatkar û cotkar
helbestvan û nivîskar
ez ê ji te re
kufuran bikim car bi car
ey mirovê xwînmij
mirovxwer û mêrkuj
li ber çavên te dûman û mij
ez tî û…
Kany Alan
Milet hatin ji biyaniyê
Ji dûrbûnê
Birçî
Tazî
li ber xwekirin Fîstanê
çav girtinê
Bi mirovati we da wan
Mal
Xak
U Zad
Hûn suwarê biryar
u peyman
bûn
Hûn padişeheê kurdistan
Ser ketiya Adam
u Hewaa
bûn
Çima we da wan kurdistan
Kaniya
Hunguv u zêr
u zêt
Gemiya
mirovatî
?
Çima we hela Dîroka xwe
Hebûna Kal u pîrên xwe
Rometa miletê xwe
Li ber lingê nemrovane
?
Li ber duwaran tazî
u bê zad
Li deveran mane
Rezîl
U ruswa
Dkin karê…