
Bihrî Bênij
Ev şaxikên ter têne quraftin..!
Birîn û keser têne axavtin
Hinav û ceger pir tên pişavtin
Her şev û her roj can dihelisin
Jan li dil bi noj kul namelisin
Kehnî her û her tên miçiqandin
Ji destan sîper tên fistiqandin
Bin lepê pijmird belengazî tu..!
Riya tarî berd bike gazî tu
Wer tu aza bî tê xwîna sor dê
Ya baş tu rabî jînê bide dê
Pir deng û hewar hildan ezman te
Kesî ne biryar ne pûte dan te
Gelêrî pendin çav sor rijandin
Şeker û qendin têne mijandin
Wek derdê dilan wek evîndarî
Bihrî bi gulan kir pişikdarî

Şîrove (0)