Demhat Dêrikî
Evîn,min ji te hezkir û birîna min kûr bû…birîn kûûûr kûr dibe…li welatê
Min,erêê li welatê min yê ku tu nasdike,bê sînor û pirs û pirsiyar li ser canêMin mêza mirinê kêlî bi kêlî vedaye û bi noş bi ser hestên min de dike piyala Jehra dûrîkirinê Evîn.
Kul û jan jî li hespan siwar bûne…
PÎROZ
Zarokan xwe bi giryê xwe şadikirin
Di wê şeva zivsitanîde
Kadizan tola salên kor ji hev hiltanîn
Sitêrkên ko bi lewendî
Asîman di xemilandin
Ketin lîska keys anînê
Li bende rijandina hev diman
Heyva bedew
Roniyaxwe daqurtand
Û xêzkên nîgara şevê
Di bejnaxwede -bi zirzî –
Vemirandin
———————————
Di wê şeva zivistanîde
Karwanên tirsê êrîşî kêlîkên bêdeng dikin
Sawêr pêlewanin
Bi dîwaranve radpelikin
Bê hûdetî jî xwe di bin sifrnade vedşêre
Ta xwe…
Dilyar Dêrikî
Seydayê şînê û evînê,bihara hemû bêbiharan,
nalîn dil , birusk hiş.
Û xema xweşik di zûhaya hestên dema kurdunde de
Şeydayê dilberê ,
Ez çawa mirinê tewan bikim,
Ez çawa jiyanê pîroz bikim
Ez çawa xewnan bê sînor bikim,
û hefsarên dem bi dara bajaran ve
Girê bidim
De ku li ber gotinên te
ji zengelora bavê Felek, hîn …
Demhat Dêrikî
Evîn!Li dûrî te û tu li vir,di nava vê dûrîyê de nejibîrkirineke ji serpêhatiyên
welatê kulilikan.Tu li wir û ez li vir,hemû rê û bajarên hişê min ber bi te vedimeşin û sirûda navê te bilind bilind dibêjin;em ji te hez dikin Evîn.
Li van dûrîyan Evîn,şev bê te derbas nabin,her şevek navê xewnekêye,herXewnek navê te…
Yasin hisên
Yûsif berazî…ji wan hêstirên te re…ji zindanên te re…ji xewnên te re…ku mîna zarokên amûdê li ber çavên min li kolanan dilîzin,,, ji giyanê te re ,,,ji wan lîstikên te re ku bihna cinan ji wan difûriya…
Min didît…dema tu bi tenê di nava çar dîwaran de te digot:
(hebs û zindan kûr û tarî xewa…
Mahîn şêxanî
Ez tenê mame li vê xorbetê
Bi dil û bi yar
Xew min nayê
Heta sipê
Ez dimênim şiyar…
Xerîbim…xerîb
ez dûrî hevala me
Xurbetê dûr xistim
Bi kar û xebat mame
ez dûrî welatim…
Xerîbim…xerîb
Xerîbim ji yarê
Wê jibîr kir dilêmin
Sundek min jêr xwar
Hisêr hat ji cavêmin…
Xerîbim…xerîb
Sunda min bi navê te
Dilê te evîna min
Dilê min buhara te
Cavê te ronîya min
Xerîbim…xerîb
1985
Wergêr: Xalis Msewer
Zenbeqên reş di dilêmin
Û di nav lêvên min de.. agirin
Ji kîjan hovîtiyê tû hate nik min
Ey hemû xaçên erniyê ?
Bi kovaniyên xwe re bûme heval..
Û min destê xwe da çol û birçîbûnê
Erniye.. destê min..
Erniye.. devê min..
û xwîna damarên min ava erniyêye
xwênerê min !
pistepistê ji min hêvî…
hozanê girkundê
dem û roj bê watene
nazelînê
xew û şev
di bendemana pêjnatede
di lerizin
li ber serma bêrîkirinê
bi kotekî
bi minre şiyar di mînin
erê wilo
xwe bê reng di hêlin
gotinên di çavên tede
bi hezarên gatên vînê
li rûpela dilê min di xwînin
û çend razên fedîyok
di weşînin
dil vîna min
ez mîna zarokekî dev li ken
xwe tevî girgemêja
sînggate di kim
wilo hogirî himbêzateyî firiştî
di bim
û kenînên…
Azer Osî
li vir raweste
bera bêhna evînê, bi te vede
û di canê bi tenha de, bi nermî razê.
Fêrmiskên ezman yên ku bi tenha, ji wan re nimêj dikim,
bi bîranînên xwe re yeko yeko bi hejmêre
ta bi xwe, baran ji payîzêd min re,
fêrî maçên te bibe.
wê ji mijankên te,
roj li bejna te hilê
û wê destên te, tevna…
Demhat Dêrikî
Li min bibore canê ger li ber dîwerekê bê deng
Bi tenê,sêwî,bê çare rondikên lewaziyê
Dêmên min dikolin û her kolanek dibe cokeke ji herkandinaAva derdêşan!Ma ezê çi bikim canê?
Hezkirina ez li bendê di navbera didanên rizî û bêhn pêketî deTê parçekirin û her parçek strana xwezî bi dih distrînê.Ramûsanên ez li bendê di navbera lêvên…