Helbest u pexşan

Hemî çem û pir û av bi gorî te bin!
Hemî seyran bi heyrana te bin
Hemî helbest û awaz û sitran û tilîlî ji bejna te re
Hemî Nesrîn û Beybûn û Rîhan ji navê te re
Hemi dîlan û şano û mozîk ji çavên te re

Ciwanê delalî
Ciwanê xweşik
Ciwanê piçûk
Ciwanê nazik
Nervîne reş û bê bext Sipîndara me ya…

Azer Osî

Xweziya xwe,bi xwe tînim
û xweziya te, di odeya qehfê xwe de,
ava dikim
Razên te bi libên xunavê re,
çavên ziwabûyî kil dikim.

Hûnin ….we her dem,
di xewn, xew,
û tenahiya xwe de,
dibînim.
Li min hûn, bi wêneyên xwe,
barê jînê sivik dikin.
Bi we heme,
û dilê min
mîna deşta Heranê, û beriya Mêrdînê
bi bîranînên we,…

Selah Mihemed

Mizgîniyek ji mer hat
Tilvizyonek nû hilat
Dezgehê keç û xorta
Herdem lê bikin civet

Her lê dibine mêvan
Helbestvan û hem hozan
Têde dikin guft û go
Sipasiya we hemyan

Sipas gelî karmenda
Bi çirînin van perda
Tev li hevdû guhdar kin
Bikin saz û govenda

Hinek kêmasî hene
Bi ser rûk û perdene
Hêvîdarim hevalno
Kêmasî bi sûdene


yasîn hisên

ma tu bi ku de diçe…?
ez bi salan li dergûşa salên teyî gulgulî digeriyam
da wan bihejînim
pîneyên cilê xwe vedişêrim
perîşaniya xwe zengîn dikim
te dikim çixarak bê dawî
te dikim tirî û hejîr
ez te bi wan re kom dikim li ser rûpelekê….û wê diçirînim

hêdî hêdî…gelekî dûr meçe
vaye di tîrmehên van salên beht jî çavên min şil…


Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com

Hêlîn

Bi vê evîna delalî, bi her du dilên hevmalî,bi nerînên ko şev û rojan li hev xwedî ne,bînahî ji te re hêlîn e.Eger ew gerim li te hênik bibean hindik bibe,ez ê dilê xwe ji te re bikim palgeh konê porê xwe li ser vegire;bila tiliyên min şeva wî şeh bike.

Qitîtk*

Buhar ji çavên te…

Demhat Dêrikî

Esmerê!Wê bê dengiyê bi dengvedana dilê min bikuje!Û min bibe wê cîhana xwe ya ji şevên gulgulî.Dizanim ger tu bikene û peyv ji nava lêvên te biherikin ser qada dengiyêYê gul,nêrgiz,beybûn,şîlan û welatê kulilkan serê xwe li ber te biçemînin.Yê mirî kefenên xwe biçrînin û berê xwe bidin dengvedana şahiya te esmerê.

Erê qurban,erê xanimê…

Bihrî Bênij

Ev şaxikên ter têne quraftin..!
Birîn û keser têne axavtin
Hinav û ceger pir tên pişavtin
Zarok û nûber têne hingavtin

Hê xunçe bijkoj gul diçilmisin
Her şev û her roj can dihelisin
Jan li dil bi noj kul namelisin

Çîçelokên zer tên perçiqandin
Kehnî her û her tên miçiqandin
Ji destan sîper tên fistiqandin

Ey miletê Kurd çi xêrxwazî tu..?!
Bin lepê pijmird …

Mesûd Xelef
doxanxezne@hotmail.com

Zozanên hişkbûyî, sawa vê axê dirêj kirin lo.Xembarin çavên gerdenazan,Diran elmasan,Li wî rexê şevê jî,Nema serê çiyayên jorî, dibişirin avjiyana genimî.

Parçên melûlyê bi toza bîranînan ve dihiştinTevzînokên leşê wê, şûn xewnên min in dosto!Çawa tu dibêjî, negirî?…Negirî li ser tîpên vê zerçûnê.Û dilop, dilop, sîbera şevistanê vexwe,Bîrihatinên kevin yên parçebûnê ne,Zîl didin, di ferhenga…

Selah Mihemed

Tariya zîndanê bi ser minde hat
Dibe ez û mirinê bibine pat
Dergevana derî li ber min girtin
Ji ber şewqa tariyê çav ne hilat

Girêdayê qeyd û zincîrê weme
Li saya we bi carek ne hewceme
Li sozê xwe tucarî na qulupim
Ku ez bimrim şehîdê sozê xweme

Zîndanê ji cîhanê cudakirim
Qamçîbaza azadiyê dûrkirim
Can û cendek ji hevdû cudakirin
Min bikin hezar…


Elî Kolo

Sibĕ rabin ji xewĕ
Hũn herin dibistanĕ
Ji bo nemîn nezan
Zarokĕn kurdistanĕ
Guh bidin xwendina xwe
Ji bo rojĕ giranĕ

Mileta ava dikir
Gund ũ bajar bi xwendin
Zarokĕn me diçũn pez
Diçũn Palaya genim
Diman şivan ũ gavan
Diman nezan bĕ xwendin

ĕ geh în Herin zan Hũn
ji bo bim înin zana
nora derbas…