Helbest u pexşan

Dildarê Aştî

Ji nîhadê xwe rû dikim peyalê
ger dereng ket zanim tu barbiwêre
Çi hêjaye bi rêkim babetî te
yan diyarkim te bi xwe ji peyvê re
Bûye çend roj li nav hizr û sawêran
behreyê dicivînim ji firê re

Li esmanê xewna te biniyazim
di vê baskan li ba ke dil newêre
Bi tirse ji pesindana doza…

Salar Temer

Xortekî qîr kir li van Zozana ..bi dengekî Bilind û goooooot …

Ez im Seydayê Ciwan
Kurdekî Serhişkî pir Giran
Xwînê dirêjim pir arzanEz dixwaz im niştiman

Serma û Birçîtî dibînim
Zilm û Zorî dixwînim
Lê… çav girtîye û Dev Kurmîye

Hinav û Dil tev bûne Xwîn û Birîn
Bi şev û Roj dikime Qîr û Nalîn
Rabe Kalo.. rabe Xuşkê.. rabin…

Beşîr melle

Newroza îsal di dil de şaxê xwe vedan e
Belê arê te her tumî kewa keseran e
Xtîra te yî tumî li bala mezlûman e
Goriya te cejnê ji cane sê Mihemedan e
Arê te newrozê pîroze can vedijîne
Şewqa te diyare û evîna te şêrîn e

Doza we çi xweşik e weke baxê gulan e
Newroza vê…


Hilbîn Muhemed Bakir

Yê bijvane!Li hemî evrazî nişêvanPayîza temenê minLi benda roja qermokXew giran e!

Hem ji te dîr dikevinTo ji hemiyan dîr dikevêTenê…..ezJi te hez dikim
Di wexerkirina şevê deSoreteka pîrozLi pêş çavên xwe dirêsimTe nîgar dikimJi kevin wereXewnên negehiştêLi pişt xwe dihêlin riwêtSerê xwe danin bi latekê tozgeviskî deSax, mirîSerîk hil dibinTenê…..ezVeşartî meJi te hez dikimDi…


XEMGÎN Ê REMO

Sînga te welatekî efsane ye
Û memikên te
Du rêyên serekî ne
Rojhilat û roava
Bakur û başûr
Bi hev ve dighînin …

Rûyê te
Jêmayên dîrokeke pînekirî
Diyar dike
Û helbesteke ciwan
Bi xunavê nivîsandî
Li ser pelê şenge-gulên
Sibehan
Di çavên tede ez dixwînim …
Û rê hemî
Li ber min girtîne
Ezê çawa xwe bi kenarê
Lêvên te ve bighînim ..?
Ey cana can-vejîn
Min…

Qadir Egîd

Ewrên ku bi dehên rojan asîmanê dilên me nixuman dine, îroj hindekî xew dane alî. Lê ewrin dî ji hastên me yên rojên buhurî qeşatir xwe li jor dabûn hev, ji mêja sibehê de xew li odeya mêvanan ya esîman raxistibûn.

Germbûna di nav livîna de mirov ji rê dibe, çavên mirov mîna çavên dildarekî…

Gulnar Eli

semiyana dil
evîn,
xwezî,
roniya pêngavên rojan e
keservedanên demê gêj
bişkujşilêra dilsoj
şev
şiyarmestî
siwarên valentine
rehwanê xwe li pêşiya min xist.

Buraqê çerxê êkûbîstê
gehandin hev.

Roj, heyv
reşdav li geştê
navbera dest û dilan
şûşeper
ji belgên şînahiyê,
pêlên sinoran
demên serxweş, ji qedexeyên çavên vê şevê
ax bi ax,
av bi av,
bi tilîliyên dîtina yekemîn,
birîskên bêdengiyê
taviyek hûr
şevnema şana min.

Valentine evro
Cane xwe di ruhaniya ruha min…


Seyîdayê Arî

: Ne gelakî û ne hindikî
: Nadim bi Tac û Kûrsiyê Melekî
: Nadim bi bejarê dinyayê tevekî

Nadim bi Bexda û Tehranê
:Nadim bi Şame şerif û Anqerê

: Ez nadim bi Qûdsê û Mekehê

: Aw ciyê nimêj û hecê

:Nedim wilo bi hesanî

:Dehl û rez ,mêrg û kanî

: Ber li ser can û xwîna min bê…

Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com

Roj pêncşem bû, ji gund hat du kevok di destên wê de bûn, dan destên min, keniya û got: Ji bo Sozdil in.

Cotê kevokan, bi germa xwe ve ketin nava germa sînga min, du germ pêrgî hev bûn, çav jî di hundirê hev de dawerivîn û kanî ji nerînên tî herikîn.Bi meşa me…


Dilyar Dêrikî

Berhîm ê min
çiqas dayikek kurd ,koça dawiyê dik, ango dibistanek kurdî
ya tekûşeriyê hezkirinê û Sergermiya azad,
di giyanê me de di herifê,
Nexweştirîn hest li cem mirov hestê bêcariyê ye ,
em bêcarene li ber mirina çav kûr

Em xaçkiriyê sînor û pasport û xewnên baskokirinê,
ser kenarên şevên sar û dûriyê
Em xwe ji xwe…