Qamişlo


Elwan Şivan

Min bêrîya qamişloka xwe kirîya ?
Jimêj ve li kolanên te min xwe paye nekrîya
Ji dema guhertina sînoran
Mina reşkê şevê ku xwe ji şevê didize

Wê demê.
Cend dem sal tevlî hevbon
Cend zarok di gemîyande nû cêbûn
Cend dayikan heval puckûen xwe di dûrîyê de vedşartin
Min bêrîya qamişloka xwe kirîya
Ku ji sînoran di bûn gelek  rê
Gelek xewn.
Gelek azarî û êş
Hestên tenik
Helweste zor
Ber bi ewrupayê ve kişîyam
Min bêrîya qamişloka xwe kirîya
Bi hêvîya ku hêvîya qamişloka xwe pêk bînim
Ji qamişloka xwe re hewldidim
Ku li dibstanên ewrupayê
Cîroka qamişlo
Kêşa qamişlo
Evîna qamişlo
Di pirtûkên şagirdên ewrupîya de bixwînim
Min bêrîya qamişloka xwe kirîya
Min bêrîya payebûna li kolanên te kirîya
4 /7 /2009 Bochum

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…