Helbest u pexşan

Dmehat Dêrikî

Nizanim çend dem?…Di çend bageran deDi çiyan deDi didanên çerxa jînê deDi nepeniyên xwe û axê deDi xwezî û xweziya hêviyan deLi te digeriyam,li xwe û li dilê te digeriyam?..

Da te bibînim û li ber dilê te, xwe,hişê xwe,hestên xwe,aşop û nava xweYa bi salan ku jibo dîtina te dikelî rayêxim.Û ji dilovaniya teJi…

Şêrzad Zeynelabidîn

Her şa`îrek surrek heye
Her şahekî durrek heye
Her bulbulek gulek heye
Her Memekî Zînek heye
Her ya mine ya bê mîsal

Biha tir bûy ji altonî
Qedir tir bûy ji Hemayonî
Tu merd tir bûy ji Cey””””honî
Zana tir bûy ji Eflatonî
Ey perîya çav reş xezal

Tu perîya sîfet gulî…

Xizan Şîlan

Ji salên ku li ber pêlên çemên dîn û har têkçûyî demsaleke payîzê bû. Xemgîniya şeveke ji şevên bêxewiya xopan dil û kezeba min parçe parçe kiribûn bi xençereke devtûj. Di navbera çar dîwarên mîrata quncikên odeyê de, giyanê bedena min di bin barê keser û axînan de diperpitî. Li nav ramanên…

Mesûd Xelef
doxanxezne@hotmail.com

Ji şîrhatina demên avî re û xezalên çolên berbiskên hedara bêrîkirnên dijwar re, em ê sînorên bê omîdiyê diyarî wan bikin û ji laşê xwe yê parçekirî re mikur bihên,
Ey agirê memikên welatekî qedexekirî,
Ma ez ê çawa biperêsim piştî agirê te, rejiyeke keldûmana azadiyeke, azad,
Kî dibare ji taviyên serpêhatiyên hilfirîna giyanên kevirkirî,
Wê kî,…

Demhat Dêrikî
Xewna yekê
Li wî welatîLi wî bajarê ku penaber rondikênHesreta sirûşta gundên xwe belav dikirin..Li mezela teLi ser keneba ber pencera ji dengan re girtîEz û tu di nava bê dengiya şevê de rûniştîbûnLê dengê dilê me li hemû quncik û deverên mezelêBi ava serxweşiyê digeriyanÛ em bi kêliyên rakirina sitûnên şermtirsa sed salanBer bi…

Husên M. Hebeş

Damarên dilê min zuha bûne
Were, kenê xwe têde biherikîne,
Da ko nerizin û zûtir nemirin.
Were, bişkokên çîlek û gilyaz û sêvên xwe veke,
Û bi ser min de dilxwaziyên wan diwerivîne,
Da ko xuxuma sûlavên min, te dûr… dûr birevînin
Û te bi ber tava ramûsan, mistdan û gezan din.

Were, buhara xwe…


Dr şergo S Abbas

Sal dihezar û çare…
Destpêka pûhare
Dîse ti hatî, bilbilê şadî…
Hêvîdarim..te anî weke par…
Xeberên xweş û mizgînî…
Û pêre hink axa welat û…
Dilopek ji ava kanî…
…… …… ….

Mi ne bihiîst…Tê negijtim…
Ji kerema xwe vegerîne…
Hêdî ….Hêdî…Bihesanî…
Milet rabû, piçûk …mezin..
Jin, mêr …çep û rast…
Ji Qamişlo ta bi kobanî…
Dêrka Hemko …Û Zorava …
çiyayê Kûrmênç…Û Serêkanî…
Tevan bi hevre…Bi yek…

Azer Osî

(vê helbestê diyarî yê bi giyan lîst ez dikim)
Bêyî ku bêje
bi xwe tê,
bi zimanê kurmanciya kurdan teva tê
û mîna balindeyekî,
carê, li derekê,
bi war dibe, û bi bayê oxireke nû ji oxirên hêviyan
bi xwe diçê.

Nizanim jê, te çi dixwest..
û di her qonexê de,
te jiyan, lê tengav dikir
û te pelên salê bêyî…


Hilbîn Muhemed Baqir

Dîsa peyama eşqê gehand tenahiya şevê de, kinarin dêmê pengiyayî li kêlîkên dumahiyêSawêrên xwe diherifandin.Li wî demî tave heyva xeware bûyî li giyanê mirinê qest dikir û min xwe di kûrahiyaSingê te de hawîş dikir.Belê pêjna min nedihat,eha di wê kêlîkê de bayekê hênikXwe li baweşa min da,min zanî sîpela baranê pencera min…

Demhat Dêrikî

Esmer!Çend şev ji şevekê zan û çend şevNavê xwe li ser dînatiya me kolan?Çend şev bûn şahidê cenga lêvên meÛ çend şev em di nava xwe de birinDemjimêrên ne qedexekirî?Esmerê,di hembêzên şevê te deEm dibûn du kes,du kesên nexwaz li welatê (şermê!)

Çîrokên şevên meLi kolanên qerçiyan digeriyanEm bûbûn gunehbar!Li mizgeftan ayetên sêdaran li me…