Azer Osi
Dema ku min
sernivîsa te dixwend
ji dilêm,
sawa evînê
difirya
û ji nû
min zanî
tû nêzî
dilê min dibî
Elmanya
Xwe dîtin
Yê te bû
min ew diva
û min di yê xwe de,
xweş diçand.
Te nedî
min ew didî.
Ne dimir
pîr ne dibû
ku ji min re,
1.1.2005
Amûdê
Cih
Cihê tû lê
ji min diyare
bi xwe, li wirim
û
ji xwe nizanim
di kîjan demê de
zê gihêm
û
li xwe,
wekî ku heme,
binerim.
Li xwe digeryam,
min xwe dî
û wek min xwe dî
tû dihat.
Di cih de,
wê got:
va, li ser soza xwe
ez têm
û va li virim
ji te hezdikim,
dengê te xweşe
te divêm.
24. 12.2004
Amûdê

Şîrove (0)