Helbest u pexşan


Mûsa Hewamida
Ji erebî:Silêman Azer

Berî raman li qadê bikeve
berî bifûre bîna heriyê
ez li bazarên gelaciyê digeriyam
ez windabûna xwe hidilgirim

ez xwe dikuj im
ez habîl û qabîl im
adem im ez û hewa me
tuxmê gunehkariyê
û şûkirina sosinê ji mala min î rind.

Belkî ez di avketina kajiyê an dar erzê de me
di tilola Nîl an di naxiya Tayimiz…

heybet mamo

bîn çikyayî
ji telezgehên dînbûna tazî
di guhezim sawêran
keçkaniya daristanê
Bo hêlîna esqa gotinekê windabûnê dirêse

cavên bîranînan di rêya rêwiyande dipiskivin
bendewariya refên serpêhatya dimênin
di tariyêde fermana dînbûnê kelepçe dikin
li hêlîna qederê di geryam
bînvedankê bê hêvî kirim
ey tariya salên sitewr
te baskên bê oxirî di ciroka hêviyên minde bi cav kirin
çêliyên gotinan li…

Kamran Simo Hedilî

hêlîn vala hişt
û ji paşila min firî
sal çûn
roj burîn
şev bûn bigorî

kêla sebrê herifî
cihê jê çûyî û çûyê
destên bêrîkirinê girtin
di ezmûna ken de
peyv melûl
evîn tî
û
xew
di birîna dil de dîn kir
rengê janê li bajaran
û
hêvî li kolanan par kir
kuştin
zîndan
sirgûn
û
gelek êş
fêrî min kir

ez fêrî jibîrkirina xwe nekirim
min
ro hilgirt
û
bêdeng strana kevokan pêşkêş kir
tirsê zincîr qetand
nêrînê
di şîniya…

Azer Osî

Va li vir,
bayê bi xem, bayê reş,
tevî nermahî, û hênikiya bayê te dibe,
tevî bedengiya xewn, û xewa kurdewariya te dibe,
rê digre,
nahêle,
ku tû
li bin Ezman, hembêzkirina hezkiriyên xwe bike,
û bi libên baranê re
zeviyên tev tî av bide.

Dizanim bayê te, li her payîzan,
ji pelên daran,
xatir xwestinê naxwaze,
lê…

CIWAN DÊRIKÎ

-Hatin ji bo hijmartinê
Pîvane tev qad û zevî
Nasname dane çêlekan
Nav û hebûna min revî

-çar-pênc hezar sal şîn li vir
Dol û şihar avî dikir
Her bo jiyanê bûme pir
Dawî e”mame ber kevî
-ajotine l”ser min çete
Jev parkirim , bûm qetqete
Cotarî najo yek xete
Bê pare ta nevyê nevî
-çand û ziman…


M.Qasim

Alo
Çawayî tu?
Min ne bihîstî ji zûve dengê ciwan..!
wê pirs dikir bersiv mi da:a.. çawayî tu
dilê bi bihrî şadibê bi bihîstna dengê te
bi reqsu sema digeriya, li dora giyanê xwe
çima nayê..?!
qey te ji bîrkirîye hêlîna dilê xwe?!

Bi nazenîn..
bi rewaha dengê şirîn..
bi hestekî ji dilê bi vîn
şikandibu qend u şeker :
ez tême hêlînê bibihriyek zor
bi dilovaniyeka…

Husên M. Hebeş

Gef
Darekê xwest bejna xwe Bi hesinan bixemilîneDamaran gef dayêÛ gotin: Em ê xwerin û vexwerinê Ji ser te bibirrin.

Dostanî!
Darekê bi bivirekî reDostanî deyna!
Hemû darên dinBiguman li wê nirînÛ xwe jê bi dûr xistin.
Xewna darê
Darekê di xewna xwe de dîtKo ew difire
Bi sibehê re hemû çivîkan
Serdana wê kirin
Bask û perr pêxistin
Û bi xwe re…

Demhat Dêrikî

Dernegî şevê
Ez û tu û dengê barana şevê
û guve guva hestên serhildêr
li wê mezela nefispiçûk bûbûn yek can
yek giyan û çemên pêşerojê ji canê me diherikîn
tevlî dilopên barana şevê dibûn.

Şevbû,
Şevek serxweş,
Şevek dîn,
Şevek wek hev…
Li vir nepozbilindî
Nekoletî
Ne desthilatdarî
Nedewlemendî
Nehejartî hebû…
Du lêvên agirtenûrî bi xunava xwe
Evin û hezkirin di şeva bê sînor de diafirandin,
diyarî bê bextiya demê…


Bêwar Girpirî

Ji min pirsîn Evîn çiye?!
Evîn çawaye?!
Çi renge ji çiye?! Ji çiye?!
Li min nerîn û li benda
Bersivê sekinîn
Bê dengî bi ser me de girt

Lê! Li benda bersivê matmay ma
Û mijûl bû,gelo Evîn çiye?!
Nerîn ,li hev di terpilîn
Ji bo bersivê, ji xwe di pirsîn
Evîn ,Evîn,Evî,Ev,E,E….
Raman di çûn û di hatin
Yên dûr li benda yên…

xemgînê REMO

erê xanim ……
ji dûrîyê ta bi dûrîyê
badlîzokê bêhrîyê min
tîne li rêça kanîyê ….
Qulingên zozana
Ber bi toza deştan ve hildifirin
Belê miçiqîne

Cîgehên avjenîyê
Hespê dilîniyan
Rêça mêrgê ji bîr nekirine
Lê gulên te
Bê bîn û çelmisîne
Li nîva buharê
Û kelkela dilê min
Germa havînek serbixwe ye …

Li wan buharên buhirî
Ez bilbilê bexçê te bûm
Xunce helbestê min
Di sînga tede dibişkivîn…