Konê Reş
Nameya MakPirtûkê bo min:
Ev dem û hemû demên we xweş bin. Em bi kêfxweşî radigihînin ku li Almanyayê
pirtûkfroşek bi navê https://makpirtuk.de/ vebûye û niha em wekî MakPirtûkê bo we
dinivîsin.
Hêjayan bi vê peyamê mebesta me ew e ku em haya we ji xwe çêkin. Her wisa em
dixwazin bidin zanîn ku heta ji me hat, hemû…
Rêber Hebûn
Kombûna gendeliyê hîşt tofên pelixî di heyecaneke berdewam de bimînin, taku ji baskên yên ku hêzên nezanî û ezezî sepandibûn rizgar bibin,û dema dadmendî û maf di saziyên dewletan de nebin bangên şoreş û xwepêşandanê dibin destikeke bi sûd ji bo danasîna bi zordarî û sertiya a ku wêranî xiste di hebûna welat de,…
Konê Reş
Beriya Mêrdînê bi bûyerên xweş û nexweş dagirtiye.. Li gor salên dîrokê gelek rûdan û bûyerên wê nehatine nivîsandin. Bi min xweş e ku ez vê bûyera komkujiya gundê (Hazda Jorî), ya ku di sala 1926an de lê qewimî ye, hema wilo bi kurtî, ji bo we bêjim. Erê ev bûyer gundê Hazdê yek…
Konê Reş
Ji sala 1980î û vir de, her ku ronakbîrekî kurd dihat Qamişlo min xwe digihandê û li gor xwe alîkariya wî dikir.. Di encam de min sûde ji şîret û serboriya wan werdigirt.. Di Havîna 1982an de dema ku Prof. Celîlê Celîl ji bo danheva zargotina Kurdî hat Sûriyê, bajarê Qamişlo, min xwe pê…
Konê Reş
Em zarok bûn. Apê me Birko (Hecî Îbrahîm), kalekî Heyştê salî bû, nîvmela bû, baş zanîbû çîrokan bibêje û gelek serpêhatiyên wî hebûn.. Dema ku dihat odeyê û zilamên xerîb nebana, tenê yên malê bana, me doza çîrokan lê dikir.. Ji me re digot; qehwê ji min re gerim bikin.. Bi vexwarina qehweyê re…
Rêber Hebûn
Rastiya zanyarî tune dibe dema em xwe radestî tundirwiyê dikin, ew kelem metirsîdar e û dibe asteng pêş zanyaran ta negihin hebûneke ji wêranî vala, û tundirewî ji navdariya pîrozbûnê hatiye, û hêzên xwedî berjewendî di civakên devgirtî de wêna belav dikin , û hêzên serdest sûdê ji vê digrin bi rêya siyaseta afirandina…
A. XELÎL
Nivîskar û çîroknivîsê Turkî, yê hêja û nemir Ezîz Nesîn di bîranînên xwede tîne ziman, ku dema ew di Zindanê de bû gelek girtîyên bi xwere naskirin, ew ne tenê kesên xwdî raman û bawerîyên siyasî bûn yan jî têkoşer bûn ku li hember rêjîma turkî yê serî hildabûn. Di nav wan girtîyan de…
Konê Reş
Şeva serê sala nû ye.. Şeva rojbûna te ye.. û ez dûrî te me.. Wey sed carî sala rojbûna te pîroz be.. Rojên te xweşî û geşî bin.. Kurê min! Çem bi paş de jî dirêj dibe û bi pêş de diherike.. Lê qet nasekine.. Sal jî wiha ne.. Jiyan jî wiha ye kurê…
Rêber Hebûn
Vînên takekesan hel û mercên navdewletî diafirînin, bandor û kiryarên wana tevgera civak û bûyînên wê bi derbasbûna dîrokê zeft dikin, berhinde takekesan civakê saz dikin, û dema takekes çênebin civak jî natebite, û ti sûd ji pîrozkirin û rehetiya me ya bi guman bi civakê ve wek diyardeyek e mirovî nîne ji ber…
Bavê Zozanê
Îro 6 Êvareke sar ji wan êvarên Almanyayê di 17 berfanbarê de yan jî- çileyê pêşîn- ji sala 2022an de min tabloyek balkêş li pêşengeha Dr Saif Daoud li Bochum ê dît.
Yekser meteloka kurdî-Zikê têr hayî ji yê birçî nine -anî bîra min,bi rastî tablo bi xwe di axivî, bi rengê reş û gewrê…