Daxuyanî

Bi boneya Roja Zimanê Dayikê Ya Navneteweyî Bang Li Raya Giştî

Di 21ê Sibatê de, cîhan Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî pîroz dike, rojek ji bo pîrozkirina cihêrengiya zimanî û bilindkirina hişmendiya li ser girîngiya zimanê Dayikê.

Lê ji bo bi milyonan Kurd mixabin ev roj ne cejin e, bêhtir ji wê ew bibîranîna bi êş ya bi dehê salan e, ku siyaseta zilm, zordarî û asîmîlasyona bi zanebûn li dijî zimanê kurdî tê ajotin.

Ji damezrandina Dewleta Tirkiyê di sala 1923an de, zimanê kurdî bi awayekî sîstematîk hatiye dîlgirtin. Destûra bingehîn ya Dewleta Tirkiyayê tenê zimanê tirkî wek zimanê fermî dipejirêne, lê axaftin, hînkirin û bikaranîna Kurdî di jiyana gel de demeke dirêj bi tirs, zîndan û tundiyê re rû bi rû maye.

Bi hezaran Kurd di têkoşîna mafên xwe yên ziman de jiyana xwe ji dest dane. Heta îro jî bi hezaran girtiyên siyasî, yên ku di nav wan de rojnamevan, rewşenbîr û çalakvan hene, di girtîgehên Tirkiyayê de li pişt rekihên girtîgihan in û rastî hingaftin û kiryarên nemirovane tên. Siyaseta asîmîlasyonê ya Dewleta Tirk li dijî çand û zimanê gelê kurd binpêkirina mafên bingehîn yên mirovan e.

Em bang li hemû rêxistinên pêwendîdar yên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan dikin, ku bi tundî siyaseta asîmîlasyonê li dijî zimanê kurdî, ya ku rêcîma Tirkiyeyê dajo, bi tundî şermezar bikin.

Ziman nasname ye, ziman jiyan e.

Komîteya Karên Çand & Xwendewarî – KKÇ&X

Çêvedaniya Haco – Haco Foundation

21.02.2025

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: nivîskar

Yekxistina Pêşmerge 

Ali Jouma Yekxistina Pêşmerge girîngtirîn dosya li Herêma Kurdistanê ye, ji hilbijartinan û pêkanîna hikûmetê jî girîngtir e, ji ber ku ew…

Kobanî

Helbest: Rewan Oso Kobanî, dîtina te tevdana birînan e, Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e… Dema herikîna hêsiran, Xak…