Di çarçoveya çalakiyên hevbeş yên di navbera Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya de, Roja Şemiyê 22.02.2025, bi amadebûna çend kesayetiyên berniyas yên rewşenbîrî û siyasî û civakî, ahengek bi alîkariya Komela Kobanê li bajarê Bielefeld yê Almaniyayê bo wajokirina pêncem dîwana helbestvanê Kurd Dilêş…
Burhan Hesso
Wê kî xewna EXNATON Şirovke ?
Derî li raz ,nehînî û piş perdeyan
Veke ?
Wê bibe Yozersîv , Ûsiv peyxamber û ji Miletê kurd re
Ta bi derzîyê veke???
Û bêje: piştî avqas salên birçîbûnê
Wê xwedê li we mêzeke û…
Di 21ê Sibatê de, cîhan Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî pîroz dike, rojek ji bo pîrozkirina cihêrengiya zimanî û bilindkirina hişmendiya li ser girîngiya zimanê Dayikê.
Lê ji bo bi milyonan Kurd mixabin ev roj ne cejin e, bêhtir ji wê ew bibîranîna bi êş ya bi dehê salan e, ku siyaseta…
Ebdûlazîz Qasim
Îro piştî borîna nêzîkî sê heyvan li ser rûxandina rêjîma Be’is ya Sûriyê,ku hêjî ti pêşketinek berçav di rewşa Sûriyê de nehatiye pêkanîn, herwiha hîç asoyek ji bo siberoja Sûriyê zelal nebûye, zêdebarî ku her diçe rewş ber bi xirabiyê û korerêk û tunêlên tarî diçe, ji bilî…
EBDILBAQȊ ELȊ
Serok Mesud Barzanî, wek simbolek siyasî netewî teybetmendî ya xwe ji encama sedên salan xebata bê hempa ya şoreşgerî ȗ siyasî wergirtiye, ew ji malzaroka șoreșê hatiye afirandin, bi ramana kurdayetiyê firșik bȗ ye, di dibistana rêbaza Barzanî de ya ku arîkariya kurdan wek erkek ser milê xwe dibîne fêr…
Burhan Hesso
Meynenoş !, Mest e Mey !
Bi rondikan , emê pêkevin pey!!!
Çû Çû
Erê zû bû zû
Lê
venagerin ew rojên xweş
Bi hêvyan!
Ma poşman dibin ,
Li ber Rondikên Xecê,
Li Sîpanê Xelatê, pezê kofyan ?
Îro Têl û Awaz rondikan dijenin
Îro mirinê, REŞÎD û Awaz
Jihev dûrkirin
Çûûûû…Çû
Awazek e reş bû
Hevokek e Xem bû
Me bawer nekir ew bû
Xapînokê Kew bû
Te qonaxê Awazan…
Nivîskar Konê Reş pirtûka “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî” li Qamişlo imza kir. Roja duşembê 10.02.2025 Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li bajarê Qamişlo merasîmeke îmzekirina pirtûkê bi navê “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî”, ya nivîskar û helbestvanê kurd Kunî Reş li darxist.
Konê Reş rewşenbîr, nivîskar û helbestvanekî kurd e, di sala 1953an…
Zagros Osman
Endamê Desteya berê ya Aqilmendan û Serokê Navenda lêkolînên stratejîk û şêwirmendiyê Abdurrahîm Temel bû mêvanê kenala Rûdaw TV û ji bo pêvajoya nû a di navbira Tirkan û Abdullah Oçalan de Rêberê Partiya Karkirên Kurdistan PKK yê girtî axivî, û diyar kir ku 6 Vîdeoyên Oçalan hene, di destên Dewletê û DEM…
Konê Reş
Rêwiyo!
Kes weke min
Sikak û kolanên
Bajarê min nas nakî;
Ez dizanim
Kîjan meyxane li kû ye
Kîjan çayxane li kû ye û
Kîjan bazarxane li kû ye..
Tariye..
Tariyê bi ronahiyê
Naguherînim
Ez kiryarê ronahiyê…
Xizan Şîlan
her şev
hestên min yên tevzînok
di nalîna stranên keserkûr de
mest dibin
qedera sersem
li nav qermîçokên eniya min
konê xwe vegirtiye
bêşansiya salên kambax
xwe li stûyê şadiyên min
alandiye
ji asîmanên bihara rengîn
xwelî…