welateme

Bavê Helbest
Helbestvan-98@hotmail.com

Em hevalin

Qamişlo em hevalin
Bişîn silava
Silavên germ germî
Zelal

Li ber bayê rojava
Xwêdana rokê
Rêke buharî
Silavên hevaltî
Rûpelek
Xwendine
Qamişlo em hevalin
Ji ana
Ji berê
Perçe bib heyvê
Ji cigerxwîne têkilî
Dilopeke helbest
Bibarîn
Pencera dilê min
Pîrozbe birîn
Qamişlo em hevalin

* * *

Lîska demê

hêsirê nîvê şevê
agirê binê mûmê
nerînên serê sibê
tev geriyan û civîn
civata lîska demê
silav dida pencerê
roka sor
li ber çavan hejiya
jêr û jor
agirê serê çiyê
keskaya dilê xakê
bayê…

Seyid Feysel Moctevî / Senendec

Xemê dinê,Dina sarWekî qapûsa şeva reşÛ tarîÇavê mi tirsand

Rengê jiyanêDi jiyana mi de
Wekî befraSîpanêQerisî

Çavê minî gevr û golLi ser rêkekî sipîroDiziqite

Dengê min Bê cihabWekî malê qelpSer mi de Tê zivirandin

Tinê meBêkes û karBê xweyîBê serBê mal û der

DipîvimRêyê bê rêDikevim Şopê befrê

BaBaranBahozSir û sermaJîna min dike aloz

DixazimBişom çavê toz…

*Stiran Ebdullah

Pirsa kurdî li beşên din ên kurdistan ber bi geşbûnê ve diçe, di demekê de qezencên li başûrê Kurdistanê, ku ev 15 sal in hatine bidestxistin, ketine qûnaxeke destûrî û tenê maye ku bikeve warê Bikaranînê.
Li Kurdistana bakûr, piştî hedan û bêdengiyeke demkî ku jiber binçavkirina serokê Partiya karkirên Kurdistan Ebdullah Ocalan derketibû…

 
Hevdîtina : Dr. Ridwan Elî û Besam Mistefa

Nivîskar û siyasetmedarê Kurd mamoste Selah Bedredîn, ne hewceyî danasîn û pêşkêşkirinê ye , di vê dema dawî de pir axaftin û guftûgo derbarê wî de çêbû , û pir nivîs li serê hatine nivîsandin di navbera rexnegir û alîgir de bi taybetî piştî beşdariya wî ya…


Bîstikek Guneh
Çaxê Ku Havîn Hîna Terbû
Berhma nû ya helbestvan Kemal Necim derket

Pitşî qûnaxa çar salan, ji çapkirina pirtûka wî ya helbestê ya yekemîn, ku bi navê KZÎZER bû, pirtûka diwemîn ya helbestvanê kurd Kemal Necim, bi navê (Bîstikek Guneh.. Çaxê Ku Havîn Hîna Terbû, li Şamê hate çap kirin, û gihîşte destê xwendevanê xwe.

Ev berhevoka…

diyarî bo girtî yên doza kurdî li zindanên dagirkerên kurdistan

Lawkê Haî

Çar dîwarin min nasnakin
Demjimêrek na raweste
Her dîwarek bi xwe dêwek
Karê pênûsam helbeste

Di xaçirêkên jyanê
Evîna min jar û mesta
Neb incîlê neb quranêHezar carî bi evsta

Gerdûn ge‏şe gul bîn dide
Bilbil dîne bi buharê
Hest ên dilêm bê xwedîne
Gula min birne sêdarê

Min got devo bike qêrîn
Dibe çarak bê meydanê
Dest…


Besam Mistefa / Hewlêr

Di roja 25 meha 6an pirtûka diwemîn ya hunermend ê Kurd yê ji Rojavayê Kurdistanê mamoste Kamîran Ibrahîm li Hewlêr ê paytexta Kurdistana Iraqê ya federe, ji layê Instûta Kelepûrê Kurdsitanê ya girêdayî Wezareta Rewşenbîriyê li herêma Kurdistanê , bi navê ” Çilawaz ” derket .

Pêşgotina pirtûkê ji layê birrêz…

Helbesta: Besam Mistefa

* Bo: Selîm Berekat

Gir û deşt ên te
Hîn li wir in ..
Toz a mîr û
Heriya jîr
Hîn li wir in ..
Hêsir ên xwîn ê
Bêgunehiya gunehiyê
Berfa henûniyê û
Henûniya xemgîniyê hîn li wir in ..

Qeşmerok ên ku bobelatê diserdînin û
Xwêdana hêrsa te …
Hîn li wir in …
Ken ên…

Abidelsemed hesen ( Bavê Helbest)
helbestve-98@hotmail.com
çîçekek avdayî
Bi gulanê
Di deşta dilê Min de
Bi şax û şîne
Ji dilê Min dest pêdike
Bi ger û kar û tekoşîne
Vedigere li dilê Min Di her dilopê De

Ji xwînê
êş û evîne
Rondikê Demê
Li hêla dilê şêrînê
Bager û bahoz
Seqem tav û xumîne
Rondikê çavan
Li ser dêman
Lehîne
çemên…

Xeleka yekê

Berzo Mehmûd

Li roja 17ê Hizêranê, sala 2006an, di malpera Rojava de Dr Memo Ebdî gotarek rexneyî bi navê ((Rastiya “rênivîsa peyva kurdî”, nirxên wê û rexnên lê)) derbarî pertûka minî bi navê (Rênivîsa Peyva Kurdî) belav kir, û hin nerîn û bîr û bawerîyên xwe ji me re gotin. Berî her tiştî û…