Helbesta: Besam MistefaHîn li wir in ..
Toz a mîr û
Heriya jîr
Hîn li wir in ..
Hêsir ên xwîn ê
Bêgunehiya gunehiyê
Berfa henûniyê û
Henûniya xemgîniyê hîn li wir in ..
Xwêdana hêrsa te …
Hîn li wir in …
Ken ên girî
Şêrîniyên tehl
Rasthatin ên xwar û
Bêzariyên zar
Tev li wir in ..!
Hîn li wir e .
Zehar ên xwe yên çav zer ji
Rojekê re vedişêr e !
Bi dest ên ti Xwedayan
Nehatine çandin
– Ew erdeka ber bi cot e –
Gezan li laşê girê teyî
“Mozan ” didin
Hinde ku
Xwîn ji laşê te
Diherike
Û ji çavên te tîp dibarin
Mîna baran ê dibarin
Û hey dibarin …
Û zarok ên Bakur
Pêxwas
Di kolan ên dil ê te de
Dil ê ewiran tev didin :
Ya rebî baran werê
Genim ê çûkan şîn werê …
Tenê ,
Ev biyaban şîn bibûna ..
Ev birîn jibîr bibûna ..
Ev êş dîl bibûna ..
Pişkul ên reş berve warê xwe vegeriyana ..
Zemîn , zemîn bana û
Mêjû , ev dêlika bêbav , ji xew û kawikiya xwe rabûbana !
Lê li serûbinê Bakur
Zanim , te dav û xefik vedane ..
Vaye zarok ên xewn ê
Koysenceq berbi cihê te ve ,
Dixindirînin —- mîna ku xarek be !
Vaye berf ji serma dikele
Vaye xefik ên te
Çirûskan didin
Xezeba xwe / te kom dikin û
Lingan gez dikin .. ….
Eve roj xwe li ba dike
Manendî bûkekê xwe
Kar û bar dike ………….
Vaye dawî.. dawî ..dawî
Bakur
Zan dibe …
-Mîna ku teker ê
Piskilêtekî xirabûyî be
Li pêşiya xwe biajone ……………..
:
Temen baş !
Jiyan baş !

Şîrove (0)