Pêncemîn kitêba Arjen Arî ya şi’rê bi navê ‘Şêrgele’ di nav weşanên Avesta de derket. Kitêb bi navê ‘Şêrgele’ û ‘sûretên hisretê û keservedan’ ji du beşan pêk tê.
Ji kitêbê
di xurcika min de hemû qewîtî:
kembera zîvî, hina qeşmîrê, heprî…
cotê xirxalan ji bîr dikim qet!
siwarê hespa kimêt im têm
têm ku bikim xizêm Berîka Binxetê!
kîjan mîrek e…
Tengezarê Marînî
Livirbûna te,
tirseke destpêkê ye, ji nişka ve hat,
serrastkirina hawarê ye
dareke daleqandî li sîberên taveheyvê
Mûjde….!
Ba û werçepa vekêşayî
Te nizanîbû…
Hilmê dikêşe, devera me, belengaziya valahiyê û ez
Ne dem bû..?!
Li ber bêrîkirinê, suruşt westiyana birîneke kevnar e.
Deng bû..
Ji dûr ve, êşê dibihîst
Bêdengiyê nûçe afirand.
Mirineke biçûk e, piste-piste, hijmartina peyvan.
Li ber dergehê her ferîşteyekê sirûdeke…
Narîn Omer
Ferheng
Ma rast e dema min
ne hatiye
ku ti navê min
bi dirustî di nav
dilê rûpelên xwede
bi kolî !!
Helbest
Berhemên
ramangihên te
Coşê sazvana miştin
Aramî û samanî
Lewra
Sazbendên cîhanê
bi tevayî
Navê te
Li ser rengê suriştê
Di cînin.
Mem û zîn
Mem:
Zînê
min sedê çîrokan
Li ser evîniya me çandin e
Hezar cîvanok rêstin e
Bi hezaran Mem û Zîn
Min belavkirin e
Li hawîr…
Ji bo agahiyên zêdetir li ser (made) 140 û cihbicihkirina wê, Radio FLORA pişka kurdî/ HÎWA Guftûgoyek Zindî bi telefonê di gel
rêzdar Dr. Kemal Kerkûkî, cihgirê serokê perlemana Kurdistanê û
berpirsê bidûvdeçûna (made) 140 di perlemana herêma Kurdistan de, dike.
Hevpeyvîn li roja
şemiyê: 07.06.2008
Saet: 21.00-22.00 li gor dema Europa navîn
Saet 22.00( 10.êvarî)-22.00 li…
Sernivîsa rojnameya DENG :
Bê guman – çemkê azadiyê bi dîmoqratiyê ve girêdaneke vekêşî girêbend dibe, û azadiya rojnamegêrî û ragihanê di despêka azadiyên dîmoqratiyî gelamperî de tê, lewra ku tê gotin .. nebûna azadiya ragihandin û rojnamegêriyê ji tunebûna jiyana dîmoqratiye.. raste, her weke ku kar boy çesipandina binçîneyên azadî û dîmoqratiyê di peyva…
Siyamend Brahîm
Rewşen,Rewşena gelê kurde, pêmayê malbata Bedir Xaniyan ya dawîbû, li seranserî kurdistanê rûfindeke ronîdare, çiqasî mirov li ser vê xanima ha bigere û dil û wijdan der nav, xebat, û dîroka vê xanima ha binivîsîne ew hîn mafê vê kesayetiyê nade.
Şanaziyeke gelekî mezine ku min pirraniya pêşengên pêşî ji rewşenbîrên kurdan û bi…
CIWAN DÊRIKÎ
ciwanderiki@hotmail.com
Çand çiye ? Di zimanê kurdî de Çand ji çandiniyê hatiye , çimkî çandinî hêmanekî serke ye ji şaristaniyê re , û kuristan jî welatekî têr av û dar û çandiniye , lewra ji Kevin de şaristaniyê ronahî û şemala xwe jê weşandiye derdorên xwe . zanyar û civaknas dibêjin : di civaka…
Konê Reş
Berî pêleke dirêj kak Zekî Ozmen, xwediyê malpera Celadet.com çend pirs ji min re şandibûn, li dor Bedirxaniyan. Belê mixabin, di wê hingê de, ji ber gelek xwestekên rojane, ew derfet li bal min nebû ku bersivê bidim..
Va îro, bi helkeftina derbasbûna 16 salan di ser koçkirina Rewşen Xanim Bedirxan…
Siyamend Brahîm
Dipirsim ez bê keskayiya jiyanê bi çi rengî derbasî şaneşîna Qamişloyê bûye؟
Qamişlo bi serfiazî radihêje mistek ji axa gora te ya pîroz û bi mizgîniyên sibehên xewnedar dipêçe
hey bajarê di şaneşîna wejd û furaqê de vehesiyayî
hey bajarê li peravê Cexcexê birîndar veziliyayî
hey bajarê ku kevza rojan li ser singa te xilmaş…
Ji nav weşanên Wezareta Rewşenbîriya Kurdistanê-Birêvebiriya Giştî ya Rojnamevanî û Çap û Belavkirinê, bi jimara 292an, kitêba nivîskar û dîrokzanê kurd Wezîrê Eşo ya bi sernavê“ Pariyê Berdemayî” derket.
Wezîrê Eşo kitêbê diyarî “ bîranîna birê xwe Ezîzê Eşo ya geş û pîroz” dike. Pêşgotina pirtûkê bi destê nivîskarê Kurd Eskerê Boyîk hatiye nivîsandinê….