Bûd û bûd „ Hebûn“ Ji bo bîranîna salvegerên şehîdbûna Xewsê Welêt, Şêx Maşûqê Xeznewî

  Tengezarê Marînî

Livirbûna te,
tirseke destpêkê ye, ji nişka ve hat,
serrastkirina hawarê ye
dareke daleqandî li sîberên taveheyvê

Mûjde….!
Ba û werçepa vekêşayî
Te nizanîbû…
Hilmê dikêşe, devera me, belengaziya valahiyê û ez
Ne dem bû..?!
Li ber bêrîkirinê, suruşt westiyana birîneke kevnar e.
Deng bû..
Ji dûr ve, êşê dibihîst
Bêdengiyê nûçe afirand.

Mirineke biçûk e, piste-piste, hijmartina peyvan.
Li ber dergehê her ferîşteyekê sirûdeke tirsê heye,
di tengêla her bîrhatinekê de rondik …rondik
Bi kû ve.. berbi bi çi ve …? Ez.. ?!
„ pêk ve balindeyê mirî, ji hinavê giyan im, diwerrivim.“

Li ber sînorên ocaxa te, barê soseretên me ne.
Roj bi kû ve çû? Û sêv..? û ..ez..?
Ji xwelî bo xweliyê hilma me
Ji şev bo şevê
Xewin bo xewinê
Reş bo kaxezê
…………… bawişk

Dara heyhayê û himbêzkirina lawijên te
Sûnda bêrîkirinê
Pêrgîbîna awirên te yên beşdar
Evîna me li ser baskên kavilhiştiyên bi tenê ..
Min jî dixwest ji evînê re kul û derdên xwe birêsim.

Hat..
Verêje li ser derfeşa peyvqelewan
Li hevokên mijgirtî yên wan
Bêhna meyê jê tê û şevînên hîqhîqan.
Ziman zuha ye, jiyan tuj…mirar..zilindar
Bajar xemgîn e
Deng melûl e
Zêmar e govenda azadiyê

Xewrevîniya min,
şevên xatirxwestinan
xwînzuhabûyîyên xwe, dihinartin.
Oqiyanosan di nehwirandina dergehên şîngirêdanên me de,
waneyên xwe ji gopîtkên tolhildanên me revandin.

Darê serê xwe danexistiye
Zarok berbi sirûdên te ve tên
Nêzîkahî li daristanê dikin…
hatin…hatin..hatin
Şev bêdeng e,
şev zelal e,
şevê ji te dixwazin
Girêdanên deqê xwe bi cibeyên xewsên te diperzinênin,
ji navê te kelehan ava dikin. Meded xewsê min meded
Bibîne ka li kû deverê,
li ser çi derfeşê helbestên xwe dihûnin.

Li wir …
erê li wir
dizanim dil ji zaroktiyê têr nebûbû
erê li wir
bila asîman bigirî
di himbêza te de
dergeh li ber xwe didin,
mîxên hişmendiya sîstemeke potînhez
bi singên xwe himbêz dikin.
Li wir …
erê li wir
bêgane bûyî mîna dilê efsaneyekê
te dilê xwe daye destên me
tu erê tu
sermestê êşê
em erê em
zeviyekî qeşagirtî
jiyan xendiqî,
tu li ber kenarê cîhaneke xilmaşî, diponijî.

Dijwar e îro,
li ber dergehê salvegerên te,
kitûmatên me belawela ne
qêrîna te diçû, bilind dibû,
sirûd a Ferhadan li bîra me tanî
Lawija sê mihemedan  li bîra me tanî
Stirana çend 12 adaran û newrozan li bîra me tanî.
ka em destê xwe li çi xewnê dirêj bikin,
ji çi ahengê ocaxa te berbi xwe ve bînin?
Û ji kîjan xatirxwestinê, ji kîjan xwînê, waneyan werbigirin…?

Hîn jî mindal li ber çîrokên ..
”va esker hate we” dinivin
Hîn jî kulîlkên xewna me
Şehîdên xwe zindî distrênin
Hîn jî “Xutbên “ te kilîtên qehremaniyê ne
Hîn dilê me dagirtî ye
Hîn jî çavdêrî stêra rijyayî ji asmên in, em
Hîn hisreta azadiyê ne…em
Hîn..hîn û hîn…jî
Toza gewrik
di nav bisk û geziyên bûk û qîzên me de diqîrin
Hîn..hîn û hîn…jî
di nav peyv û hovkan de,
nêçîrvanên biakranîna hêsiran melevan in.
Dîwarên me
bi dengê te,
bi rengê te, parastî ne
Ji êrîşên kêmkirinê mezintirin, dîwarên me
ji hawar û fîxanan bilindtir in, dîwarên me
ji xewnên dijmnan re bersing in, asêgeh in, dîwarên me
stirana me hîn jî dibêje:
„ Destê Qudret ko hilavêt me ji bejna te nîqab/
Bi cemala ceberûtî me neman perde û hîcab
Lê gulên teyî tir û nazik ko seher girtî xunav/
Dê ebarîqê qenînan ji hesed suhtî gulab

Lew di cengê me dixunî ko di işqa te bi saz/
Me bi bejna te dixwînin ney û qanûn û rebab
Qehweya telxê di gel zehrê helahêl biderî/
Me ji destê te mubarek şeker amîz e gulab“ .    

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Di nêrîna min de baştir e ku em helbestvan bi kurtî di çend rêzikan de bidin nasîn:H.M. Hebeş di sala 1970 de li gundê Şiyê,gundê helbestvanê nemir Hamid Bedirxan li navçeya Efrînê, Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.Ew jî mînanî pir hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê ji ber zor û setemên rêjîma dewleta…

Kongreyê sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, roja 23.08.2026, li bajarê Essen li Elmanya, bi amadbûna hejmarek ji endamên Yekîtiyê, û bi beşdarbûna hejmarek din ji endaman ji çend welatên din bi rêya zoomê, hat lidarxistin.
Pêşî çend raportên rêxistinî, çalakî, û darayî, hatin xwendin, piştre giftûgoyek li…

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…