welateme

Weşana sê mehî ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Zend bi hejmara xwe ya zivistanê derket pêşberî xwendevanên xwe.
Rêzepirtûk Zend gihîşt hejmara xwe ya 12 yan. Di vê hejmara Zivistan 2010 an de gelek nivîsên balkêş hatine weşandin.
Nivîskar Mustafa Borak li ser “Zargotin û rewşa pirtûkên gotinên pêşiyan” nivîsandiye û di nivîsa xwe de nirxandin…

Konê Reş

21ê sibatê, 2010 an anku sibe, roja navnetewî ya zimanê zikmakî an zimanê dayikê ye. Ev roj, wek “Roja navnetewî ya zimanê zikmakî”, di 17.11.1999 de ji aliyê UNESCO yê ve hat pejirandin. Her sal di vê rojê de, çalakîyên pirreng, li seranserî cîhanê têne li darxistin û ev roj tê pîrozkirin….

Serokê dezgeha Îsraîl-Kurd Dawud Baxistanî li Enkawayê kete ber êrîşekê. Li gorî zaniyariya gihiştiye navenda me, Baxistanî ketiye ber êrîşa grubek çekdar. Kesên çekdar ew birîndar kirine. Piştî bûyerê, Baxistanî rakirine nexweşxanê. Rewşa Baxistanî ber bi başiyê ve diçe.
Li gorî zaniyariya ji aliyê Baxistanî ve hatiye dayîn, êrîş ji aliyê alîgirên Nûrî Osman ve…

Yasîn Hisên

(Ji bona ne mirina hunermend Azad)

-1-
Kesekî nizanîbû bê çi dixwaze..û hîna jî nizan in, her rojek jêre mirinek bû, rengê mirina wî reş,,,sor,,,şîn,,,kesk û sipî bû. Tev mirina xelkên bajêr jî dixiste xurcika xwe de û bê bêdengî bang dikir, me nizanîbû bê çi di dilê wî de heye, tiştê di dilê wî de…

Hoşeng OSÊ

Çiqas bihna te, li vê şevê tê…!
Çiqas ev şev, li porê te tê…!.
Çiqas porê te, li bê tê…!.
Û çiqas ba, li toza min tê!.

***
Ez kavilên heft gunda me.
Sêwiyê heft çema me.
Xwîniyê heft gura me.
Kuştiyê heft xezala me.
Bi qasî heft mirinan dijîm.
Biqasî heft stêrkan dirjêm.
Biqsî heft şoreşan vêketî me…
De were min di paxila xwe de…

Ji bo belavkirina nûçeya koçkirina dayika min, bi kurdî û bi erebî, ez spasiyek e taybet ji bo vê malpera delal “welatê me” û ji bo hemû kedkarên wê yên hêja, birêdikim.
Wilo jî, ez ji dilgermî û dilsoziya hemû dost û hevalên xwe, ji hemû wêjehezên Kurd memnûn im. Bi taybetî ew ên ku bi…

Ebdilmecît Şêxo

Helbestek nexweş bû ,
dilê wê vekirin ,
girek peyvên avis,
sermest
di kerwaneke dirêj de
li pişt hev sîwar bûbûn ,
ji dildarên çîrokên jînê re
destanên evînê dihûnan ,
û ramanên bajarê xwe
bi ava çavên jinebiyên Amedê
Mehabadê
û Helebce
dişuştin .

Çîrok

Çîrokek bi tijî dengê xwe dikeniya ,
ji wê…

Dilovan Robarî

Rûpelên pirtûka minSipî dibin…Zer dibin …Zer dibin di kavilên wî gundî deGundê ku bi çûna te wêran bûyî…Nîgarên min…nîgarên minDimînin bê raman.Nehêniyên min kurt û vala dimîninEşkere dibin…Çîrokên min dibin keremperDibin kerem per li ber bayê dikevin wenda dibin.Wenda dibin … wendaaa

Demê tu diçê Buhara min bê gul dimîneZivîstan sar û hişk dibeBaran …

Ezîz Xemcivîn

Gava min helbesta “Rojgar” ya helbestvan Sobarê Arî xwend, pûlikên “Xelkên şikeftê” li bîra min hatin. Wek çawa ew pere bi sedên salan dem di ser wan re buhirî bû, herweha awayê evê helbesta Rojgar ya helbestvan Sobarê Arî jî, ji bîst-sî salan ve ev şêwenivîs nema bikar tê. Dibe dîroknasek ji evan navan…


Kemal NECIM

Û destên min yên tije pirs
(Ji Helbestvanê Min Yê Hêja Ehmedê Huseynî Re)

Çaxê ku bi sawêr bûm
gelî awirên behitî..!
Di destên min de çend pirsên mizawir
çendên din yên bêtebat û kûvî
dilê min ji rê dibirin
û hişê min diajotin guneh û gumanan…!

***
Çaxê ku bi sawêr bûm
Gelî , hûn,
yên matmayî…!
min gunehên hiş disipartine xwê û şewatê…
û…