Di dest pêkê de, Ez silavên gulbirêz diyarî hemû aliyan dikim . Dost,Bira, Heval,Partî,Dezgeh,Komele û Komît, Navend, Radio,Tv, Rojname û Rojnamevan, hemû kes û bi taybet Malperên zêrîn. Ko li ser rewşa min rawstiyan û serdan pêwendî û name û nivisandin û nûçe di Radio û Tv de li her derê weşandin …
Hêjano
Dema …
Elî kolo
Gul ji bexçêm
Barkir û çû
Tîbûn lê hat
Mabû bê rû
Li ezmana
Ewr giran bû
Piçek baran
Min nedî bû
***
Miletê min
Bê Erd û kar
Dozek xwe xwest
Ma guneh kar
***
Çûbû Şamê
Hums û Heleb
Wendabû li
Kolanê xerîb
***
miletê mın
bûye pîşo
bûye bexçek
bê dar û ro
***
zanim ev derb
namîne ji neyar
wê lê veger
guneh û dar
***
wê geş bibe
welatê mın
bi dar û…
Malbata Haco bi giştî û Nûredîn û Ciwan bi taybetî spasiya hemî dezgeh û kesên ko sersaxiya wan kirin di koça dawî ya xwedê jê razî ( Seèadet Resûl Axa) de, çi bi beşdarbûnê be yan bi mail û bi telîfonan be, û hêvîdar in ko yezdanê pak wan ji bela biparêze û rojên wan…
Dîmoqratî kurdî – hejmar 29
Di 1/12/2010 an de , û berî bûeyrên Tûnis û Misrê , Rojnama ( Dîmoqratî ) nameya vekirî ya ku Mamoste Hemîd Derwîş ji bo serok komar re şandibû belav kir , di wê nameyê de rewşa karesetî ya ku herêmên kurda gihaştiyê de bi sedema siyasetên şovînî û pilanên…
Diyar Ehmed
Bê guman dema mirov li xwepêşandan û serhildanên gelê Ereb yên ku vê dawiyê li çend welatên Ereban rûdayî dinêrê,ji mirov re baş diyar dibê ku gelê ereb li wan welatan dîwarê tirsê hilgurand.kêr giha hestî, piştî demeka dirêj ji kerbûn û bêdengiyê îro rabû xwe veweşand û ji nû ve berî da…
Qado Şêrîn
Roman: Keştiya Penaberan
Nivîskar: Arşevê Oskan
Ji weşanên Do, 2010
Roman ji bergê ta bi bergê 111 rûpel e, û bêjerek tenê romanê ber bi dawî ve dajo, tenê beşê dawî Keştî ya ku penaberan hembêz dike, dibe bêjer û dayik. Dibe dayika penaber û zarokên serhişk.
Bi gumana min, eger bêjer di romanan de pir dibin, roman…
Dezgeha Kawa bo Çanda Kurdî di berdewamiya çalakiyên xwe de, li Hewlêrê ya paytexta Herêma Kurdistanê, semînerekê bi navnîşana “Serhildanên gelên Rojhilata Navîn…encam û aso” bo nivîskar û rojnamevan Xazî Hesen û siyasetmedarê Kurd ê rojavayê Kurdistanê Selah Bedredîn, saz dike.
Beşdariya we cihê kêfxweşiya me ye
Roj: Sêşem 08.02.2011 Demjimêr: 04.30ê êvarê
Cih: Hola Dezgeha Kawa…
Duh danê êvarê saet 7, 45 bi katî USA li bajarê Indiana Rojnamevan û niviskar Segvan Xelîl di rûdaneke trafik dijawr derbas bû . Jiber rewşa seqayê li America zor sar e, erd tevde qira ye, û derceya Wather li Indiana -17 e, ajotin dijwar e .Di dema diçû peşdarî şevxwarinê bibe li xwaringehê…
Abbas-Abbas
Ji deh salan, ku salek jê payêz û zivstana wê kêm baran derbas dibê, di herêma Qamişlo de tiştekî sirûştiye, loma bandora wê li gelê kurd bê nakokiyên giran derbas dibê, lê ku dibê du sal, hingî jiyan pir zor tê qedandin!…
Li gundê Nisran û piştî ku du salên kêm bran derbas bûn û…
Daxuyanî ji endamên redaksyona avestakurd
Xwendevanên hêja,
Em wek endam û hevkarên redaksyona malpera Avestakurd, ji xwendevanên xwe re radighînin ku ji dema belavkirina vê daxuyaniyê û pêve em ne hevpar û hevpişkên nivîsên ku di malpera Avestayê de diweşin. Me wek rojnamevan dixwest bi erkên xwe yên kurdayetî di rojnameyeke bêalî de rabin, lê me…