5 endamên redaksyona malpera avestakurd xwe vedikşînin

  Daxuyanî ji endamên redaksyona avestakurd

Xwendevanên hêja,

Em wek endam û hevkarên redaksyona malpera Avestakurd, ji xwendevanên xwe re radighînin ku ji dema belavkirina vê daxuyaniyê û pêve em ne hevpar û hevpişkên nivîsên ku di malpera Avestayê de diweşin. Me wek rojnamevan dixwest bi erkên xwe yên kurdayetî di rojnameyeke bêalî de rabin, lê me dît ku ji niha û pêve em ê nikaribin bi wî erkê pîroz rabin, loma me biryara xwevekişandinê ji malperê da.
Wek hûn jî dizanin, ji sala 2008an de, bi awayekî aktîv tiştên ku ji me hat bêdudilî me kir. Hinek kes ji me ji demeke dirêj ve di malperê de naxebitin, lê navên wan hîna jî li redaksyona malperê girêdayî maye. Em hêvî dikin ku di zûtirîn dem de, navê me ji redaksyonê bête rakirin.
Serkeftin û pêşveçûn ji bo rojnamegeriya serbixwe

Endamên ji redaksyona Avestakurd yên vekişiyayî:

Zinar Ala
Lava Darwîş
Ezîz Xemcivîn
Ahîn zozanî
Arşevê Oskan

05.01.2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…