Newroza we pîroz be,
Her sal 21ê adarê gelê me yê kurd cejna xwe ya netewî Newrozê pîroz dike, cejna ku temenê wê ji sala 612an B.Z. ve dirêj dike û tê pîroz kirin. Newroz ji bo gelê me ne tenê bûye nîşana azadî û serfiraziyê, belê ew simbola yekîtiya me kurda ye jî. Li…
Luqman yûsif
“Avdarê berf giha gulha darê, nema danê êvarê” Ji sedê salan ve evê metelokê di ferhenga metelok û pendên kurdî de bi giringî cih girtiye. Miha avdarê destpêka buharê ye. Piştî sê mehan ji seqem û sermayê, buhara rengîn dest pê dike û bi kirasekî keskereng ruyê axê dinixumîne .Germa rojê cih ji sermayê…
Dilşad mella
Yê ku şoreşa Sûriyê a ku ji salekê ve li dijî zilm û zordariyê despêkiriye bişopîne, wê bibîne ku tev zarokên gelê Sûriyê têde beşdarin, biçûk û mezin, jin û mêr bê cudabûn.. wiha jî rêjîmê cudahî nekiriye navbera zilam û jin, ne zarok û kalemêran.. Ew rêjîm amade ye tevan bikuje da ku…
Arşevê Oskan
Berî 24 salan rêjîma Bass ya Îraqê bi serkêşiya Seddam Husên xwestibû gelê kurd li bajarê Helebçe bi gazên jahrîn yên Xerdel û Siyanîdê qir bike. Di barandina topên gazê de li dor 5 hezar mendal, jin, kal û ciwan hatibûn xeniqandin û şewitandin û bi dehhezaran seqet û koçber bûbûn. Heta niha…
Stranbêja navnetewî Shakira wê ji bo piştgiriya gelê Kurd û neheqiyên ku li dijî wî bûne, 2 stranan tomar bike.
Shakira ku bi eslê xwe libnanî ye û li Kolombiya jidayîk bû ye û mezin bûye û niha weke meşhûrtirîn stêrka Pop tê naskirin, wê bi 2 stranan piştgiriya gelê Kurd bike.
Stranbêjê Kurd yê ku…
Bi helkefta bîranîna 24 saliya kuştara Helebça şehîd, yaneya Ehmedê Xanî ya rewşenbîrî li bajarê Dêrika Hemko simînerek amede kir bi beşdariya pêtirî ji 200 rewşenbîr, siyasetvan, nivîskar û gurûpên rewşenbîrî û saziyên civakê û tevlîbûna birayên xiristiyanî li dar ket , pêşî rêveberê şevê ji mêvanan xwest ku kêlîk bêdeng li ser…
Xelîl Kalo
Rovîyan dinya wêrankiriye û bê tamkirine . hîna bang, xitab ,bizav û axiftina me kurdan ya siyasî ,ramyarî , çandî kevnare û bi ezeziya, tenê em hemû êş û azar ,bindestî û paşketina xwe dixin sitûwê xelkê de . belê rast û her kes dizane ku dijminê kurdan ewin berpirsyarên yekserin…
Mihemedê Seyid Husên
Îro-roj bawer nakim ku kesek di cîhanê tevî de, nemaze ku xwedî sinc, rewişt û rêpîvanên mirovanî be, diwêre ku tundutûjî û komkujiya rêjîma malbata Esed, di bieara gelê sûriyê de bide mandelê, ji salekê ve nêz û dûr bi çavên serê xwe li ser ekranên asîmanî dibînin, bê çawa zarok, pîrejin…
Nisrîn Ehmed
Ev sibeh, ne ji rêzê ye.
Cav, ne evêndarên xewê ne.
Evînî ji gundê me dibare.
xewn û xeyalan, dîwaran wenda kirine.
Bajar, di evrazên tenahiyê de avabûne.
Keştî, ber bi peravên buhiştan ve diçin.
Pêjna te tê û tu ne xwiyayî !.
xwe disperim siya nêrgizên hewşê.
Nû, cavên xwe ji adarê re vekirne.
bihna wan, bedewiya wan, dêmê te…
Arşevê Oskan
Salê carekê em û adar pêrgî hev dibin. Geh em hev himêz dikin û evîna dilê xwe bi hev re par ve dikin û buharê li hev pîroz dikin û geh jî em gazinan ji durûtiya wê dikin. Ev adara ku ji kurdan re wekî sersala nû, wekî dosta dîrokî û vejîn û…