Konê Reş
Belê Esmerê! Doh (22.10.2013), em bi hev re li ser gora seydayê Cegerxwîn bûn. Min spasnameya kurê wî Keyo, silavnameya PENa kurd û helbestek, derbarî 29 saliya koçkirina wê xwend.. Pêre- pêre berjorî Xwedê bûm, ku evîndarên welatê min ji hev û din dûr nexîne.. Wan bi welatperwerî fêr bike.. rêka vegera hejar, mişextî…
Qamişlo – Toreya Newroz- (Welate me): Roja Duşembê 21.10.2013 û di kongirekî Rojnamevanî de li bajarê Qamişlo Damezirandina Rêxistineke Xortan nû ya bi navê (Rêxistina Netewî ya Xortên Kurd (Soz) hate ragihandin. Li wir beyana damezirandinê bi zimanê Erebî û Ingilîzî hate xwendin û di pey re pirs û bersiv hatin kirin.
Beyanê rewşa şoreşa…
Kurdên dilsoz,
Hezkerên helbest û zimanê kurdî,
Werin em li helbestê guhdarî bikin, helbest giyanê me ye, giyan zimanê me ye, hebûna me ye. Êdî werin em bi hev re Roja Helbesta Kurdî pîroz bikin.
Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî û Komela Nûbihar li Essenê(Elmanya) we vexwendî Roja Helbesta Kurdî li derve dikin û dibêjin:…
Ji bo sêyemîn car ji 13-15.12.2013 li Silêmaniyê Festîvala Belgefilman a Çira li dikeve.
Ji bo yekemîn car Birêvebiriya Giştî ya Ragihandin, Çap û Belavkirinê di Wezareta Rewşenbîrî û Lawan de bang li filmçêkerên kurd li Sûriyê dike ku bi belgefilmên xwe beşdarî festîvalê bibin.
Mercên beşdarbûnê:
1. Divê film ji 50 deqeyan ne dirêjtir be.
2. Divê…
Qamişlo- Toreya Newroz – (Welatê me): Demjimar 10 sibehê karûbarê Kongir dest pê kir, bi amadebûna Nûnerên Desteya Bilind û her du Encûmenên Kurdî û Rêxistinin siyasî, Çandeyî, Civakî, yên Kurd, Ereb û Fileh , Civaka Sivîl, Rêxistinên Jinê, Tevgerên Xortan û gelek dezgehên ragihandinê yên Kurdî.
Kongir bi kêlîkeke bêden li ser canê pakrewanan û…
Tengszarê Marînî
Min dengê xwe li wir hişt,
dagirtî stirî,
mişt girî
hemî heval derketin.
Bakur e û dûr im,
tu jî dûr î
Kî şûrê xwe jibîr kir?
Ji ser wî tilmanî berjêr bûyî
Bayê sarrr dihat
Dilekî te hebû, xem û evîn
Pirs ji kolanan li çûn û hatinê dikir
Bi kovanan te şev û roj dişuştin
Ohhh va lingê min î bixwîn dide ser şopa…
Roja înê 11- 10 – 2013an li bajarê Qamişlo li hola AL-Melekiyê kongirê bingihîn yê yekîtiyê karê xwe dest pê kir . Ev kongirê giştî û bingihîn di bin durişma
( Nivîskar Wijdanê Gellan e ) de bû . kongir balkêş bû ji ber jimarek mezin ji nivîskaran , ji gelek herêmên Kurdî tê de…
Şepal Hêvo
Bêguman mêranî jî ji nivîsandina kurdî re gereke ango pêdiviya me bi nivîskarekî wêrek heye, yekî ku bikare rastiyan ji me re zelal bike û bi kurmanciyeke bedew pêşinyarên xwe ragihîne me,nivîsandina bi kurdî ji wan kesan pîroztir e, ji wan kesên ku li dûv şikestin û windabûnên xwe veşartîne.
Nivîskarên kelaşan yên ku li…
Tengezar Marînî
Dibe ku hinekî bi xwendevana ev çîrok seyr were.
Di salên 2002-2007, aboniya min ya kovara toreyê ya Elmanî “Die Horn” hebû.. Hijmarek ji wan, di nav wan salan de, li ser toreya Kenedî bû. Di wê hijmarê de, navê çend nivîskarên kenedî û berhemên wan tê de hatibûn belavkirin, mîna: Linda Aksomitis (1951), Charlotte…
Konê Reş
Arjen Arî; biharek rengîn bû, di payîzek kurt de winda bû.. Arjen Arî, xweş tov di beyarên welatê me de reşand.. Xweş berhem nivîsandin, xweş ziman ji talanên neyaran parastû salek derbas bû.. Û salek derbas bû, çavên me li hêviya hatina wî qerimîn û lê geriyan..! Ta ku em rastî (Ramûsana wî…