BEHÎNAME

Daxuyaniya dawî ya kongirê bingihîn a yekîtiya nivîskarên kurd li Sûriyê

Roja înê 11- 10 – 2013an li bajarê Qamişlo li hola AL-Melekiyê kongirê bingihîn yê yekîtiyê karê xwe dest pê kir . Ev kongirê giştî û bingihîn  di bin durişma

 ( Nivîskar Wijdanê Gellan e ) de bû . kongir balkêş bû ji ber jimarek mezin ji nivîskaran , ji gelek herêmên Kurdî tê de beşdar bûn . Wisa jî , gelek mêvan ji rêxistin, saziyên siyasî, civakî,olî û gelek kesayetiyên bi nav û deng amade bûn .
Demjimêr 10 ê beyanî kongir dest bi kar û barê xwe kir. di destpêkê de kongir hûrdemekê li ser giyanê cangoriyên Kurd û Kurdistanê û yên şoreşa sûriyê rawestiya digel sirûda netewî ( Ey Reqîb) .
Gelek gotinên balkêş hatin xwendin , hemiyan kongir pîrozkir û serkeftin jê re xwestin .
Konkir karê xwe berdewamkir û gengeşe li ser piroja reşnivîsa bingihîn bi awakî hêja û berpirsiyar hat sergihayîkirin .
Kongir biriyar da ku komîtek pispor ji bo sazkirin û serastikirina reşnivîsê bê avakirin ,helbet li gor têbîniyên endaman .
Konkir jimarek ji pêşniyar û biryarên giring sitand namaze , yên guhdanê bi paşaroja zimanê kurdî dikin , û her wiha guhdanê bi keltûr , dîrok û çanda kurdî ya ku dijmin ew riswa kiribû .
Û di dawî de konkir bangek bilin ji hemî nivîskar û rewşenbîrên kurd re şand û ji wan xwest ku bi rola xwe ya dîrokî di yekîtiya milet de bi riya peyva berpirsiyar dûrî dan û standinên çewt rabin  , û herwiha konkir xwest ev yekîtî vekirî be ji bo endametiyê ji hemî nivîskarên ku ne amade bûn , ji ber sedemên awerte , dîsa biryar hat sitandin ji bo avakirina pêwendiyên biratî û wekheviyê bi hemî saziyên nivîskaran re , bi taybetî saziyên kurdistanî. Û di dawiya konkir de desteyek giştî hat hilbijartin ji 15-de endaman .
Qamişlo 12-10-2013            

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…