Cankurd
Em tev dizanin ku baregeha PKK ya siyasî û serekîn, li doravka Imranliyê ye û ya leşkerî jî li çiyayê Qendîl e. Herdu baregeh ne li bakurê Kurdistanê ne. Eve jî jarbûna vê partiyê dide tazî kir, tevî ku ew xwe wekî mestirîn partiya siyasî, di Rojhilata navîn de, dide xuyakirinê. PKK yek gund li…
Konê Reş
Bi rawestandina herdu kovarên Mîr Celadet Bedirxan Hawar û Ronahî û hatina hikumetên erebî di sûriyê de sala 1946an, ew nivîsandina ku bi zimanê kurdî hebû, qedexe bû. Ne wilo tenê jî, tev nivîsandinên bi zimanê erebî, li dor Kurd û Kurdistanê qedexe bû.. û wiha bi demê re gelek ji pêmayê me nehat…
Konê Reş
Mele Îbrahîmê Sofî Evdoyê Tinatî, bi koka xwe ji eşîra Omeriya bû, di sala 1885an de, li Kurdistana bakur, gundê Erbetê çêbûye, xwendina xwe di warê olîtiyê de li Wanê, Darê û Amûdê bi dawî aniye, li Cizîrê, gundê Girsiwar meletî kiriye û gelek feqeyên wî çêbûne.
Vê paşiyê digel feqeyên xwe mala xwe bardike…
Mihemedê Seyid Husên
Welato: piştî ku yezdanê gewre, bê hempa û yekpare fermana roja paşdawî da ye, hinga pêşmerge li bin sîtava daristanê, li ber himêza çiyan li hev civiyane, bi hev re şêwra yekrêziyê kirine, eniya xwe bi lat û zinarên welat xurandine, da ku tovê omîdan bi xaka welat ya pîtdan bispêrin.
* * …
Konê Reş
Vê paşiyê ji encamên pirsyan û xepartina min li dor êl, eşîr û malbatên kurdî, ez rastî vê xeleka windayî a beşdarbûna eşîra Bûbilana di alîkariya şoreşa Agirî de hatim.
Wek ku diyare di sala 1930î de, piştî ku êrîşên tirkan bi girsbûn û hovane dora çiyayê Agirî girtin û zor li şervanên azadiya…
Komela Maak li Bremen we vedixwûne sêmînareke wêjeyî li ser pirtûka (Vedenga hestan / hunera helbestê), ya rexnegir Heyder Omer ya nû, ku rexnegir tê de avakirina helbestê vedikole.
Amadebûna we dê babeta sêmînarê dewlemend bike.
Dîrok: 08.02. 2015, kat: 13.00
Cih: Landwehrstraße 83, 28218 Bremen.
Ji bo têkiliyê: 01728251510
Nizar Yosif
Hoveberî wêrekiyê na hejîne
Tirsonek bi rikeyê dilêrî yê di êşîne
Agirê kevneperestan
Gewdeyê nûjenan dipijîne
Mêrxasiya Kesasibe di tirsîne
Viyan sehwa xwe bi êgir re di pekîne
Bi dûşewatê re
Li cîhanên veşartî
Şanê qehremaniyê
jehra nemirovan di gerîne
Hove bi kevilkirinê egîdan di tirsîne
Çav naşikên
Di bîrdankên me de
Hûjam,,,hişyare
Bi bange
Ji ber şûr xwe natewîne
Bêdengiya wî dengvedane
Ji bînahiyê hêviyên…
Hejmara 33an ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmarek tije nivîs û berhemên curbecur e… Di hejmara 33an de, lêkolînek taybet di derbarê ala Kurdistanê de heye. her wiha gelek nivîs û gotar, werger, lêkolîn û helbest hene,
Di van berheman de, nivîs û berhemên gelek nivîskar û helbestvanan hatine weşandin.
Dosya:
ALA KURDİSTAN Û ALÊN HİN DEWLETÊN CÎHAN. „Ala…
Kamran Simo Hedilî
aniha
di vê kêliyê de
di vê derengiya şevê de
di vê nêzîkiya sibehê de
bi tenêbûna dengmirî
giyan
di nava min de
dicemidê
bêtawan
di hişê min de
digirîn
evînên nîvcomayî
di bîrevîna min de ziwa dibin
lê ez
axaftina bi xwe re
bi ya ti fîlozofan naguharim
aniha
di vê deryaya aloziyan de
di vê şevtariya şevê de
di vê şikefta bêdawî de
bi hişyarî
çavgirtî
destan dirêjî
Xwedayê…
Endam û dostên hêja!
Em we dawetî civîna endam û dostên komelê dikin , ev civîn pêktê di roja yekşemê de, di 01.03.2015 de, saet 14.00 – 17.00
Navnîşan : Kurdisches Zentrum e.V. Navenda Kurdî
Dresdenerstr. 8, 10999 Berlin U-Bahn Kottbusser Tor
Em di vê hevdîtinê de dixwazin berî her tiştî li ser rewşa rojavayê Kurdistanê li hev…