Konê ReşVê paşiyê digel feqeyên xwe mala xwe bardike Tilşiîra Aşîtan û li wir, pêwendiyên wî bi malbata Şêx Îbrahîm Heqî re çêdibin û di encam de, dibe Xelîfeyê Şêx Îbrahîm Heqî û wiha rêçika Neqişbendiyê birêve dibe..
Hingê ji nû, bi navê Şêx Îbrahîmê Tilşiîrî an Şêx Îbrahîmê Tinatî di nav gel de tê naskirin û navê wî belav dibe.. Li Tilşiîrê gelek melayên naskirî li ber destê wî feqetiyê dixwînin û fêr dibin wek; Seydayê Cegerxwîn, Mele Ehmedê Namî, Mele Tahir, Mela Yûsiv.. û wiha bi dehan ji Melayên din..
Di sala 1948an de mala xwe bardike bajarê Qamişlo, li taxa Qudûrbeg cîwar dibe û li Qamişlo jî feqeyên wî çêdibin.. digel ku di mizgefta bajêr a mezin de dersên olî jî dide.. Di sala 1956an de, bi egera nexweşiya penceşêrê koça dawî dike û li goristana Qudûrbeg tê veşartin. Rehma Xwedê lê be, buhişt mala wî be. Ew mirovekî jîr, zana û oldarekî kurdperwer bû.

Şîrove (0)