welateme

Konê Reş

Ezbenî! Va payîz hat û darên wê têne hejandin..
Ew payebûna derewîn ji wan re nema.. û şev bi dûv şevê de rêz dibin.

Ezbenî! Dergehên me ji xewnên nû û hevalên nû re
vekirî ne.. Lê qet em riçin, geha û zexeliya ku di devê deriyê me de, di nav
gul û kulîlkên me de şîn tên,…

Cankurd

Hêja Elî Cefer pirtûkeke xwe ya dî, îsal
derxist holê, ku balkêş û ciyê şanaziyê ye û di bin navê (Roja
Helbesta Kurdî Li Derve
) ye. Min libek ji vê pirtûkê jî, wekî
diyarî, roja helbesta kurdî, 28. Oktober 2016, li bajêrê Essen/Almaniya, ji wî
xebatkarî girt.
Bi rastî eve kesekî wilo jîr e û di
berdestiya rojnamevaniya kurdî de…

Lewend Dalînî

Di roja 23.10.2016 an li bajarê Essen, Elmanîya,
Mehrecana Helbesta Kurdî li darket.
Hevgirtina Nivîskar û Rojnemevanên Kurd Li Sûrîye di gel,
Komela Nûbihar a Çand û Kultora Kurdî Li Essen, ev roja granbuha di çanda Kurdî
de amadekirin û bi rengekî tekûz hatibû sazkirin, bi rastî cihê şehnazî û
spasîya herdû dezgeha ye.
Di destpêkê de û piştî…

Bavê Zozanê

Hate destê me di reqsê û digo bil ji (Melê)
Dest bi kes dî di semaya ku (Mele) tê nadim

Bêguman çi mirovê ku bêhna helbestê jê bifûre
wê yekser zanibe ku ev malika jorîn ya şêxê helbesta kurdî (Melayê
Cizîrî)
ye, ku wek pehlewanekî li hespa bozî helbestê siwar e û vê
malika reben di qada şer de dide…

Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer

Bobelata
şalyarên Beramîke yên Kurd


Berê jî me dît, ku Xalidê Bermekî hevparê
damezirandina dewleta Ebbasî bû, û Yehya kurê wî Harûn Erreşîd perwerde kir, û
jiyana xwe xiste ber metirsiyê, da ku ew (Harûn) bibe xelîfe. û wî tev kurên
xwe bi dilsojî ji bo rêvebiriya dewletê kar kirin, lê ewana bi bobelata
giran hatin perûkirin…

Ereb Horê

Mirqên şîr,
Nanê şkeva
Çirra şîr û
Nîvişkê,
Devê meşkê,
Av didan neyşekira…
Melayê Cizîrî.!

Bivirê siqakirî,
Çîqên rişmalên koçeran,
Xizêmokên difina zerya,
Bezma êlan,
Gerdenaz kirin…
gunehê Şêxê Sen`anî.!
Bireka Çaldîran
Karwanên penaberan,
Buxçikên bûkê xeydî
Xwezgîniyê gurzê gula…
Se`idê Norsî…
Tîpên Celadet dane tavê
Kezwan û gûz
Mişşêna kanî û solavan
Hêvîdarên azadiyê
Xewnên dewletbûnê
Wê bibe firefira ala…
Min li…

Zahra
ramadan


DI SERDEMA AWIL DE
KURD
GUTÎ (B.Z 2700-2120)
Gutî:Li derdora Gola Urmiyê heta tengava ku dikeve başûrê bi cî bûn.
B.Z di Sala 2600ê de ji aliyê qral KAMASÎ ve hat avakirin û
paytexta wê KERKÛK e.
Gutî cara pêşîn di Serdema Naram Sîn (2196-2160) ê kurê qral Sargon(2276-2221)
de di belgeyan dîrokê de hatine bilêvkirin.

Zimanê Gutiyan Hurîkî ye. Ji xweyekirina gelek…

Adnan Hassan/ swêd

Xerîbo
Şêniyê bi dilê xwere dikşîne
Serê sibehê, ji dilê êvarê veqetiya
Her yekî, çavek li ser duryanê hişt û
Dilek di sînga xwede veşart

Şehê payîzêDi porê daristanê de şikestBirûskê, li movika pişta gotinê xistHelbest lal bûŞev li hêviya gerya Xalxalokê riya evînê şaş kirPeyv li ber bayê bertavê belav bûnTav hatTav çûDîsa tav hatRewşen vemirîXerîbo Bi…

Bavê Zozanê

Qapût çîroka Nikolay Gogol e, ku di dawiya
sala 1841yê de bi dawî bûye. Bi rastî vê çîroka kin cîhan tev hejand, ku wisa
bi zelalî dûrî romansiyetê civata Rûsî serhevde û vekolîn û wêne kir.

Berevajî şêweyê wê demê, Gogol karîbû ser
jiyana rojane ya perîşanan bi herî hûrikî bisekine, wisa jî ser xewnên wanî
rewa ji bo…

Dr. Ehmed Xelîl
Werger:
Heyder Omer


Cefayên
şalyarên malbata Bermekî ya Kurd

Ji bo
dewleta Ebbasî


Bermekî
malbateke navdar bû, rola wê di damezirandin û geşbûna dewleta Ebbasî de gelekî
berz bû, lê dawiya wan jî mîna ya rêvebirê navdar Ebû Mislim El-Xrasanî,
teradîcîk bû. Ê dî ka em wan bêtir nas bikin..

Nasnameya malbat Bermekî: Peyva (Bermek) lexeme ne nav e, li gel pêjeya/peyv…