Ezîz Xemcivîn
Şakiro,
qîrîna ko pelgan diçirîne,
derdê ko derdan bi xembariya xwe dihûne!
“Mîro, hey mîro” ji min re peyva dil e..
“Bira lo bira”
adara evînê kilîtê di destê pênûsê de dilivîne..
“Serbizêrê” guhdêrê,
xatûna welatê afrêneriya hiş çi dike û bi kû ve diçe?
Şemhilatî, dilber li kû maye
dereng maye, dereng maye!
“Eman hoyoyo”,
li qulingê girnijîna…
HIŞMEND ŞÊXO
MIN DIGOT QEY TU BI ZIMANÎ
MA TU BI KURMANCÎ NIZANÎ.. CEGERXWÎN
Di roja zimanê zikmakî de ez vê pirtûka xwe diyarî hemû mamosteyên “Zimanê Kurdî” dikim.
Hînkirina Zimanê Kurdî – Asta Yekemîn
Korsa Hînkirina Zimanê Kurdî li Zanîngeha Helebê
Di Tebaxa sala 2021an de Zanîngeha Helebê – Amojgeha bilind a zimanan – Beşê zimanên niştimanî bangek bi derxistin…
Konê Reş
Ev dîwana zarokan (Qamişlo! Bo te Silav), dîwana min î çara ye ji zarokan re. Ji ber ku hunermendê dengxweş (Medenî Cemîl), helbesta (Qamişlo! Bo Te Silav), bi awaz û dengê xwe kiriye stran û kêfa cemawer jê re hatiye, min navê wê li dîwanê kiriye.
Ev dîwan ji 16 helbestan û 7 çîrokên…
Text: Welat Muhemed
Werger: Fewaz Ebdê
Di serdemekê de
Mîna geyayê bi aviyê re ketibe semayê,
Mîna kulîlkeke ber bi Buharê ve dibeze
hat
Lerzîna xwe ya yekem hilgirtiye
Ji bo siyeke ku
ji sermayê bêzar bûye, bêriya rokê kiriye
….. û germê rû da
******
Bi şev
em di kolaneke bêdeng re derbas dibin
Lempa wê ya…
Piştî salekê ji damezirandina Komeleya Kurdî-Elmanî, evro 17.02.2024an li bajarê Şilêswîg (Schleswig) konfiransê salane yê komeleyê lidar ket. Endam û berpirsiyarên komeleyê li ser xalên giring raswetiyan, kar û çalakiyên sala bihurî 2023an nirxandin û li ser rewşa nexşexebata dahatî peyivîn.
Di civînê de li ser çalakiyên sala nû û bi taybetî Newroz û agirdadana…
Bavê Zozanê
Dawet e qîr û qiyamete ev çar rojan lidare hîn du rojên din jî mane ,diya zavê xwe davêjê tor û bextê tevahiya mêvanan semagiran piçûkan mezinan keçan qîzan …Ez Qurbana we bim ez di bextê we û xwedê de bim hayî ji darika min î tiwê hebin darika min hîn rexl e berya…
Ezîz Xemcivîn
devê te bi xwîn e!
Mendal im,
pêçeka min nepelîne!
Ji bo lêvên te ez ne şekirok im!
Menar im,
ne mircana li ser sînga porbirişkan im,
nefela li biyabanê zordariya we me!
Ronahîyeka dîl im,
şeva Newrozê
bi pêçiyên rewanê firiyayî, ronî dikim!
Qeyser im,
ji burca Ezdayetiyê nagerim!
Pêlên mirinê, dest ji serê min berdin,
Zimanê min Kurdî ye,
tîpekê ji zimanê…
Margot S. Baumann
wergêr : Tengezar Marînî
Helbestvana me îro ji Swêsra ye. Margot S. Baumann
Zitate zur Übersetzung:
Erkê wergêr e ku bi zimanê xwe, zimanê petî û pak azad bike, ku di bin sêhra zimanê kesekî din de ye, serbestkirina zimanê ku di berhemekê de girtî ye, di kopîya wê xebatê de. Walter Benjamin
Es ist die Aufgabe…
Mizgîn Hesko
Nîvê şevê
Tîrêjek ji ronahiyê
Bi destên min digire
Û ber bi stêreke nenas ve
Bê basik
Min dibe!
Matmayîneke herî sosret
Canê min…
Dilerizîne
Bi diranên gewherî
Rewanê min…
Dikeritîne!
Tarîbûn berbelav eÛ ez…
Di xelwetgeha ronahiyê de
Bê zar û ziman
Wiha mendehoş
Ji şûşeya gerdûnê
Dêrîntirîn mey
Bîstikên revînok
Bi min re dinoş..?!
Xelekek tije hezî
Û nîv şevek avrayî
Bi hilma gulavê
Destên ronahiyê ne
Min…
Tevlî bêdengiyê dikin
Û hîn…
Li ser tayekî zîz…
Ezîz Xemcivîn
Me berê xwe daye ola dijminên xwe,
ji “Lat û Eze, ji Kevir û Xurme”
tako yasaya serjêvekirinê bi mizgînîya reş gihaye me!
Tîpa şûr zimên dibirre!
Gotina şûr koka rewiştan dibirre!
Helwesta şûr, seriyan ji dîrokê vedibirre!
Ometa şûr, destê xwediyan ji xaka bav û kalan dibirre!Ala şûrê reş li ser sergoyên welatê dil hate hildan!
Her “Allah û Ekberekê”
Serê…