AŞÎTÎ AN MILDAN

Zagros Osman

 

ji bo em bikaribin bi Şêweyekî zanistî û babetî Peyama 27.02.2025 binrxînin, ez hêvîdikim ji Alîgir Hezker û Dilxwazên Birêz Ebdullah Oçalan Serokê Partiya Karkirên Kurdistan- PKK, ji bo Hestên xweyî taybet bidin Aliyekî, ji ber ku cihê Hestan di Cîhana siyastê  de nîne, bê gûman Peyma han tev ku pir kurte lê Du Xalên bingehî di naverka wê de hene, di Qonaxa hatu de wê bandora wan li çarenvîsa Oçalan PKK û Netewa Kurd hebe.

bê gûman dê helwestên Kurdan ji bo banga Oçalan wê ji hev cudabin, wê hinek red bikin û hinekê dîtir bipijirînin, û beşek dudilî bibin, herweha helwestên di navbira PKKê bi xwe de wê cur ve cur bin, lê berya ku mirov tu helwestan bistîne pêdivî ye ku hin Tiştan bide ber çavan.

yek ji van Tiştan û ya herî giring ewe ku mirov bijmêre ta çi radeyê bandora  jiyana dirêj a Girtîgehê li Girtîyan heye, ya Duyem jî pêdivî ye mirov li xwe mikurê ku Oçalan çiqsî Rêberekî mezin be dimîne Mirov, têwate karînên wî nemaze ê fîzîkî sînordayî ne, vêca ne dure ku morala wî di Zindanê de di bin destê Qamçîbazan de hilweşe, egera han ne dure çimkî Oçalan ne sopirmane taku heta heta xwe li ber îşkencekirinê bigre, ne hêsane ku mirov zêdetirî 25 Salan di bin destê Dujminekî zordar de di Zindanekê de li ser Giravek biçuk dîl bijî, ne hesena ku mirov zêdetirî 25 Salan bitena serê xwe cudakirî be, ji bilî Zindanvan û Qamîbazan ve tu kesî nabîn, bi tu keseî re na peyivê.     

Rêberê PKK Oçalan bê şert û merc banga çekdanîn û hilweşandina partiya xwe kir, bêyî ku Tirkiye Tiştekî bide Kurdan, ji bilî veguhestina Oçalan ji Girtîgehê bo Zindana malê, lê mirov çaverê nake ku Enqere ji bo pirsgirêka bakurê Kurdistanê tu çareyan bide ji ber ku em hemû jî dizanin ku Dewleta Tirk bi xiyanet, xapandin û nepêkanîna sozên xwe navdare.

Gelê Kurd serê 100 salî ji bo mafên xwe ji destê Dewleta Tirk a dagirker derxîne, bi hemû şêwazên têkoşîna siyasî û çekdarî hewl dide, lê tim û tim  bersiva Tirkan tenha qirkirina neteweya Kurdî bû, Enqereyê vegerandina mafan ji xwediyên wan re red kir û di encama vê siyaseta faşîst-şofenîst de PKK zêdetirî 40 Salî têkoşîneke şoreşgerî da meşandin, Tirkiyê Şerekî berfireh ê tunekirinê li dijî Kurdan destpêkir, bi sedema vê siysetê  Kurd û Tirkan bi Dehhezaran Qurbanî danîn û bakurê Kurdistanê wêran bû, û Tirkiyê 2 Tirîlyon Dolar ji destberda, ev tê wê wateyê ku Oçalan çiqasî xwe li himber Enqereyê daxe, siyaseta Tirkiyeyê sebaret bo pirsgirêka Kurdistana bakur nayê guhertin.

bi raya min ya nizim, ez dibînim ku pêngava Oçalan bi ser neket, ji ber wek sembolek neteweyî wê banga wî ziyanê bi kesayetiya wî bike, herwaha wê ziyanê bighîne doza Kurdî a ku ji bo wê ev 25 sal di Girtîhehê de ye.

Em nizanin ka Oçalan di Girtîgehê de di çi rewş an şert û mercî de dimîne, lê egerek mezin heye ku Tirk îşkenceya pisîkolojîk û fizîkî li wî dikin, zorê li wî dikin ji bo van Gotinên pûç bîne ziman, Tiştekî ne normal heye, hema mirov dikare bibêje ku Şanda Dem partî a li Girtîgeha Îmraliyê çend caran serdana Oçalan kirine, tiştekî vedişêre, loma mafê me heye ku em bipirsin çima Tirkan nehiştin ku Oçalan di rêka Televizyonê re an jî bi kêmanî di Kasetên vîdyoyê de biaxive, Tirk dibêjin ji ber sedemên ewlehiyê wan rênedan Oçalan li ser Ekranê bê nîşanda, lê ev argumaneke lawaze, ji ber ku Wêneyên ku Şanda Dem partî  ji Îmraliyê bi xwe re anîbûn xuya dikirin ku ew jî hatine montajkirin.

mirov meraq dike gelo Tirkan Tiştekî xerab bi serê  Oçalan de anîne, loma ew dibin geflêkirin û givaştinê de Gotinê tewşo mewşo ji xwe berdide, gelo ew bi serbestî û azadî bi Şanda Dem’ê re li ser rewşa xwe di Girtîgehê de diaxivî, an jî Tirkan rê li ber wî digirtin, hebe ku ew ne bi dilê xwe dozê li PKK dike taku Çekê xwe bavêje û hilweşandina xwe ragehîne, dibe ku wî ji ber Qamçîbazên Tirk ne wêrîbû Derd û Îşên xwe bi zelalî ji bo Şanda Dem’ê re bibêje, kî dizane dibe ku Tirkan Dermanên nehênî ê ku ziyanê didin Mejî û Moralê  dabin wî, me fam kir ji bo çi Oçalan doza avêtina Çekan li Partiya xwe kir lê a ku nayê daqurtandin çima hilweşandina Partiyê dixwze, eger ku Çek hatin avêtin û Partî nemîne, başe wê Kurd li ser çi bingehê giftugo bi Tirkan re bikin eger ku Kaxezek bihêz di destê wan de tune be.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…