Li ber dergehê kongirê Birokselê

  Diyar Ehmed

Bê guman guhertinên balkêş yên ku li ser astê cîhanê rûdayîn û rengvedana wan guhertinan ya berçav di nûderkirin û hilkewaştina kêşa kurdî li Rojavayê Kurdistanê de, û herweha encam û destkeftiyên serhildana (12) avdarê û kartêkirina wê ya erênî li ser miletê kurd û bi teybetî nefşê xurt û nûhatî, û her li ser rewşa tevgera kurdî ya jihevketî û bê ser û ber de jî .
van guhertin û pêşveçûnan bi xwe re Tûrek pirsiyar li ber serkirdayetiya siyasî, gurop û saziyên rewşenbîrî, rêxiraw û çalakvanên berevaniya mafê mirovan, şareza û pispor, xemxwar û dilbêşên peyva kurdî deynan û li ber destên wan raxistin….??

Di serê wan pirsiyaran de rewşa tevgera siyasî ya sist û xav, û pirbûna jimara partiyên siyasî ji alîkî ve, ji aliyê dî ve tunebûna lêvegereka kurdî ku bibê cihê beryar û gotina siyasî ya zelal û hevgirtî .
Miletê kurd li Rojavayê Kurdistanê bi hişyarî û hişemendî wek çawe bi merdî û mêranî di rûyê kelha sitemkarî û zordariyê de rawesta û nexşê Rojavayê Kurdistanê destnîşankir û daxuyakirin ku miletê kurd li ser xaka xwe ye û ji mafê wî ye ku li ser wê xakê bi serbest û azad bijî, sînorên tirsê birî, ( peykerên pîroz ) şikandin û kêlik û xêzên sor yên li dorê hatîn vedan qutkirin …..wisa jî bi hişyarî di rûyê serkirdayetiya tevgera siyasî de sekinî û xwest wê rewşa kawî û bawî bi guhere wan golên av tê de pengayî bi gerîne û dest bi çakkirin û geşkirinê kir ye ku tevgera siyasî ji temara xewê hişyarbike û gorî guhertin û berhatiyên serdemê xwe avabike, kar û xebata xwe bi rêk û pêkî rêvebibe herdîsanê tevgerê ji wê mij û moranê, pevçûn û parçebûnê xelasbike, wê ji bin siha sêhwana tirsa rêjîma Ba””””es û wan peykerên xwexwedayî yên xumal û navmal rizgarbike . bi kurtî îro zengilê metirsînê li ber guhên wan tevan, xwedan û xulam, axa û peya bi bilindî di nav pêlên wan guhertinan de lêdidê …..
Bayê vê pêl û bahozê netenê di celda kurdî de bi tenê rabûye, lê belê ew bi xwe ye di bêndera zorbeyî endam û layingirên partiyên siyasî de tê gêrekirin û dêran, ev bîr û raman, ev hişemendî û guman li cem wan jî cihgirtiye û bi rengekê dî derdibê, kesek ji wan nema êdî li serkirdayetiya siyasî dinêrê ku wek kesin ji asmana hatine, sadene bê tewanin, buhiştîne bê gunehin ,tobedarin bê şaşîne û eger ew ne bin wê gemiya kurdayetiyê binav bibê ……!!??
Erê tevgera kurdî ta dema îro di taristanekî de ye û di bin barekê giran de di nalê û car caran di bin hêz û hêrsa celda kurdî û pêlên guhertinên nêvdewletî de dixwazê rêna bi qelêşê, qulna pîne bikê, mejîna bi xesînê û pê birha vî barê giran li ser xwe sivik bikê, xwe li cem milet bidê razîkirin, xwe dadiweşînê û Bîr û Kaniyan bi derziyê di kolê, wan vedidê, di xwazê xwe nû bikê û li gorî xwestek û daxwazên cemawerî û dost û hevalan xwe bikar bikê…!!?? 
Lê mixabin jibîr dikin yan di xwazin ji bîr bikin ku pêla payê ez-ezî xwaz û Dîktatoran, hişgirtî û berjewendîperistan derbas bû, xwestin û gotin tişteke, kirin û pêjandin tiştekî dî ye…..!!??
Roj bi roj rûberê vê kêferat û hevrikiyê berferehtir dibe, daxwazên dost û piştgiran, aliyên zilhêz û xwedanberyaran xurt dibin, û pêre xwestekên milet jî geştir û bihêztir dibin, li vir daxwaz û xwestekên herdu aliyan jî divê derbarê de dibin yek û di yek cokê re birêve diçin, daxwaza lêvegereka kurdî seranserî ku bibê nûner û berpirsyar di ber mafê miletê kurd li Rojavayê Kurdistanê de û herweha bibê jêderê dan û standina beryarên çarenûsî û yên paşerojê jî ku tevaye hêzên kargêr cihên xwe di wî çarçêweyî de bigirin û di bin siha konê wê de kar û çalakiyên xwe bi meşînin .
Di nav tarî û gerîneka wan xwestek û daxwazan de gelek nêrîn, bîr û boçûn, pêşinyar, kar û xebat ji aliyê hin kesan ve hatin kirin, ji avakirina Hikometa Rojava li der ve bi gire û pê bikeve kongirê Parîs û Waşintonê û îro em li ber dergehê kongirê Birokselê rûniştîne, ew kongirê ku xelekeke ji zincîra wan kar û xebatên berî niho di hatin kirin, lê belê kongirê Birokselê xwestiye û dixwaze ku civateka kurdî li der ve avabike, kesayetî û hêzên siyasî kurdî di hundirê welêt de ji bo beşdarbûn û berhevkirinê hatine xwestin û herweha gelek alî û hêzên opizisyona Erebî li Sûriyê û dost û piştgirên kêşa kurdî jî hatine xwestin ku beşdariyê di vî kongirî de bikin.
Lê eger mirov li rê û bernamê kongirî bi nêrê û li şêwe û rengê xwestina beşdaran bi meyzênê, ji mirov re xuya dibê ku kesên evî kongirî girê didin û serpersiştî û rêveberiya wî dikin, hertişt temam kirine û di xwazin tenê alî û hêzên dî ji wan re bibin mertal û tenê Imzeyên xwe di rex yên wan de razînin . ne xwe eger ne wisa bê çima wê hertişt ji têbînî, pêşinyar û bernamê hatî ragihandin û daxuyakirin xuya bê ku evan kasan roj û cihê daweta xwedestnîşankirine, xwarina xwe likuçkirine, goştê xwe pijandine, birinc û tirşika xwe kelandine, mêvanên xwe xwestine û dawet gerandine tenê li benda gihandina mêvana mane …..!?
Ev hişemendiya yekrû û ez-ezîtiya ne xweş û genî di hiş û sewdanê serkirdayetiya me ya siyasî de hêlîn çêkiriye û şax vedaye, rîsê konê tevan pîrepindê li dora wê pêçaye, kûrbûye û nimaye …..
Îro li hundirê welêt dema ku serkirdek siyasî di axivê yan di kevê ravekirin û şirovekirina pirsek siyasî de tukesî ji bilî xwe rasttir û welatperwertir nabînê û her kesê ne wek wî bê yan jê re bêjê rêya te xware yan ev nêrîna te şaşe û ne başe yan ji kêmasî ve îro roj xizmeta kêşa milet nakê, ev serkird bê dudilî wê wî kesî gunehkar bikê û wê bi sed şax û baxên dezgeh û aliyên ewlekarî û sîxurên rêjîma Ba””””es ve girê bidê .
 Bi rastî me di got û em di wê gumanê de bûn ku ev hişemendî tenê di hişê serkirdên me yên hundir de meyî ye, lê mixabin piştî ku me bîr û ramanên Dr. Şêrgo Ebas dîtin, dema ku di dîdareka xwe de bi Radyoya Dengê Emerîka re beşê kurdî ragihandin û got : (( ku hin aliyên siyasî ji hundirê welêt amadenabin, ew ji rêjîmê di tirsin û hin dî bi me re ne ew başin …..))
Belê kesê ku herê dewata wî başin û mêrin yên ku neçin xirab û bêkêrin û hevsarê wan di destê rêjîmê de ye …!!
Ev nêrîn nêrîneka yekrû û tundkare, her ew hişemendî bi xwe ye ya ku îro rêjîmên Dîktatorî bi kartînin û gorî wê pê siyaseta xwe ya şovinist û berteng dajon .
Di baweriya me de eger bi rastî mirov bi xwazê xizmeta miletê xwe bikê, ne ku li xizmeta berjewendî û kasatiya xwe ya teybet bikevê, geleke berî hertiştî mirov daxwaza rûniştineka berfereh bikê, nûner û berpirsên tevî alî û hêzên kurdî yên siyasî, rewşenbîrî, çivakî yên ji der ve û di hundir de di wê rûniştinê de berhevbikê û tev xwe jêre bi bînin xwedî û xwedan, hevdu bibînin, ne ku hin xwe bibînin xwedî û kesên dî bibînin wek mêvan ji xwe re wek îro li Birokselê tê dîtin û kirin…!!
Û gorî berjewendiya miletê kurd, gorî alîkarî û piştgiriya dost û hevalên kurda, gorî pilan û tevdanên siyasî yên bihêz û xwedan berjewend di guhertina rêjîma Baes de,pêşinyar û şîret, nêrîn û raman di wê rûniştinê de werin danhev û berhevkirin, komîtek di wê rûniştinê de werê helbijartin, ji bo lidûvçûn û amadekirina kongirekê niştîmanî berfereh, ku avakirina civateka kurdî yek ji daxwaz û pêşinyarên serekî bin ku li ber destên wî kongirî werin deynan û raxistin û ew kongir hingî beryara çawenî û rengê avakirina civata kurdî bide û li ser giringiya ku ew civat di hundir welêt dibê, yan jê ji der ve bê, her pîvan ew bê ka kî jan wê bêtir xizmeta berjewendiya kurdî û berevaniya mafê wî yê dademend û rewa bikê û hêz û xurtiyê bi diyê de .
Dr. Şêrgo maye tenê wek şanogeriya Bavê Teyar daye xuyakirin ku kêra xwe ji ber xwe derxê û di rûyê kesên xwestî de hildê û ji wan re bêjê : min ji xwedê divê hûn vêca ne win di kongirê min de hazir nebin .
Dr. Şêrgo di zanê gelek ji partiyên kurdî bi Rif””””et Al Esed re û yên weke wî re na rûnin, ji ber di nêrîna wan de ew jî rûyê dî ye ji rêjîmê, ku di bîr û ramanên xwe de, di dîrok û kiryarên xwe de ji rêjîma Ba””””es ya dîktator û şovînist ne dûre……!!
Her dîsanê ew komîta di rûniştinê de werê hilbijartin têkilî û peywendiyên xwe bi hêz û aliyên dî re yên ku di rûniştinê de cara pêşîn amadenebûne girê bide û wan dîsanê bixwazê kongirî û dergehê kongir vekirî bê li ber tevî kesayetî, şareza, pispor, alî û hêzên ku beşdariyê tê de bikin yan jê di dema nêzîk de nekin jî .
Îro dem ne dema jihevparçekirin û dûrkirinê ye yan dema şer û tawanbarkirinê ye, yan jê dema dadan û gurkirina agirê nakokî û mil milanê ye .
 dem dema dan û standinê ye, hevdîtin û hevpeyvînê ye gihandin û bihevre karkirinê ye .
Bi dîtin û hevpeyvînê gelek ji derd û êşên giran wê werin dermankirin, gelek ji kaniyên gerav û lewitî wê werin zelalkirin, gelek dîwarên bilinkirî wê werin hilweşandin .
Vêca di nêrîna me de ya baş û pêtevî îro ewe ku kongirê Birokselê werê paşve xistin, kar û xebateka baştir û berferehtir jêre werê kirin û dawiya dawiyê kes xwe ne bînê ku ew hilgir û kaniya rastiyê ye û yên dî xirab û tirsonekin .
Tevî ku rewşa îro ya tevgera kurdî li Rojavayê Kurdistanê ne cihê hêvî û xwestekên miletê mene û milet baş di zanê ku ew bi vê sistî û xaviya xwe ve, di vê sarî û tariyê xwe de, bi vê kawî û rijîtiya xwe ve nikarin barê serdemê hilgirin û di bin de rabin .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…