Zanîn û zanyarî

Mihemed Emînê Derwêş 

Ti rê û rêbaz çêtir nînin ji me re ku em li ser bi meşin, ji bilî zanîn û zanyarî yê pêve, ew rê tenê wê me bighînê ser bilindî û pêşketinê.

 tiştek cihê zanebûn û zanyarî yê nagerê … eger ne zanebûn bê paşeroj ji kesî re nîne .
Zanebûn wek hingive dermanê hemî derda ye, wilama hemî pirsa ye, kilîta hemî derya ye, tilisma hemî girêka ye. çi girêka asê hebê bi zanebûnê divebê, çi pirsa zor û zehmet hebê kes nikaribê wilama wê bidê wilam li cem zanebûn û zanyariyê ye .
Ew kesê dighê şewq, ronahî û rewşena zanîn û zanyarî yê bi fikir û raman û tevgera xwe dighê havîngiha jiyanê, gelek şadiyê û kêfxweşiyê li ber wê şewq û tavê dibînê …?

yê dimînê di tariya nezaniyê de heta ku hezar roj li wan derkevin û bikin rehnik û ronahî ti mifayê jê nabînin ne ku bi şewq û şemala zanîn û zanyarî yê bê ……?

Zanîn û zanyarî ne hema di pertûkekê dene yan di zimanekî dene… zanîn û zanyarî ji hemî kaniyên ku di jiyanê de heyî dizin û çi kanîke zanebûnê heyî di vê cîhanê de berjewendiyek însanan tê de heye, lazime doz û daxwaza me herdem zanebûn û zanyarî bê …? Insan rêberê zanebûnê ye,divê herdem em li zilamê zana bigerin,bi rêberiya wî em xwe bi zanîn û zanyariyê ve bigihînin…?

Insan  kenceke ji nehîniyê, zanîn û zanyariyê dagirtiye û xilas nabê her wext tiştek li cem der dikevê ku berê te nizanîbû .

Zanîn û zanyarî ne parçekî tenê ye ku yakî tenê zanibê… ?

Zanîn û zanyarî bela welaye her însanek hinek li cem heye, şer ji cem hineka tê, lê xêr jî ji cem hinekên dî tê. dergihê vekirî çêtire ji dergihên girtî ( behsî xeberê ) ti fêrî zimanekî bûyî tê hinek zanîn jê bigrê, ti herê welatekî yan te pertûkek xwend yan te li şanogeriyekê temaşa kir, yan ti çûyî tarekê ji tarên bajêr yan te dehbekî xerîb dît yan ti fêrî ajotina tirimbêlê bûyî yan ajotina balefirê bûyî yan ya şemendefirê bûyî yan ya gemî yê bûyî tê heryek jiwan hinek zanîn û zanyarî jê bibînê û jê werbigire…?

Çi însanê demek têr û fereh jê re werê ku zanyariyê li dora xwe nasbikê di jiyanê de mifa ke mezine …?

Ne ku erke û berpirsyariye li ser însên her tiştî zanibê,bes divê însan têkoşîna xwe bikê ku ji her zanistek û zanyarîkê hinekî jê zanibê,evê ku îro zanin çawe zaroka xwe ji sermayê, ji lewtandinê, ji çûn û hatinê, ji dan û standinê li ser rêka rast û durist zane û perwerde bikin, ewê wê zaroka xwe ji gelek nexweşî û zehmetiyan dûrbikin. Ne ku ev tenê jî wan fêrî avjeniyê bikin û wan fêrî wîjeyî û hunermendiyê bikin mifake mezine di rêbaza welat û miletê xwe de û di rêka zanîn û zanyarî yê de û herweha di biwara saxlemî û pêşketinê de .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…

SEÎD YÛSIF

Kurdistan têgihek cografîyê, yek perçeye ji hev cuda nabe. û hem dibe yek ji kevintirîn xak, ku mirov têde niştecî bûye, û herwiha jêder û çavkaniya şaristaniyê ye

Ji dema ku împeratoriya mîdya di sala 550 B.Z hat rûxandin ew hîna bi serxwe ve nehatîye, û ne bûye yek…

Ezîz Xemcivîn

Rojavayê Kurdistanê dikele
û dilên me dikelîne..
Agir bi dexl û danê me ketiye
agir, me bi pêtiyên bêbextiyê disojîne…
Agir dêwekî devbixwîn e,
laşê min bi destê bêsozan disojîne…
Bîrîna me ne tenê Hocan û Sîpan e
û ne tenê zindaniyên Kobanî ne,
serjêvekirina kêşeyeka sêwî,
bê xwedan û kurdîniya Kurdên bê xwedî ne…
Serê me bi kêrgemara xwe…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Bi te bûme helbestvan
Bi hest û vîn û raman
Kevoka ber dilê min
Karxezala kurdistan
Tu pîrozî tu cejnî
Bi te şahî dibin can
Hemî cejnên buharê
Bi te dibin gulistan
Vîna min û te cejne
Avdar dibakê nîsan
Gul û sînem geşdibin
Dibê sema û dîlan
Digel Reqsa botanî
Bi şêxanî bablekan
Bihna gula difûrê
Şaxdidin gul û rîhan
Hest û dilê me…