Hevpeyvîn di gel hunermend Zubêr Salih

Zubêr Salih hunermendekî hêjaye û bi qedir û qîmete di asmanê stirana kurdî de, wî cihekî bilind girtiya nemaze li ba ciwamerê gelêrî yên ji stranên resenî hezdikin ew stiranên kevnar têr meqam dema merov li wan guhdarî dike can û derûna merov zelal dibe û dil şadibe , bezma van strana ji vîna sofîdara ye ev corê hanê kirî biber nemanê ve biçwa, lewra hunermend Zubêr salih hizrê xwe da van sitrana û gewher di wan de dîtibû rabû ji nûve ev sitran şînkirin bi awazên xweyî nazdar û dengê xweyî xweş û şanaz
bi vî awayî Zubêr salih derbasî dil û hûnavê guhdara bû û bandore wî li mirov hebû ta  Zubêr salih bû hunermendekî navdar li hundir û derveyî welat, wî bi awaz û stranê xwe di hofik û şevbihêrkên kurda de evîndar dilşakirin û bêrkal jiyana wan pakkirin wek Melayê Cezîrî yê agirê evînê di kezeba de gur kiribû bi helbestên xwe

bi kurtî jiyana xwe bi me bide naskirin wek mirovekî navdar

berî her tiştî ez spasya we dikim ji bo vê hevpeyvînê, ez wek têm naskirin bi navê xwe ê rastî Zubêr Salih, min qet tucarî navekî din li xwe nekiriye, ez ji malbatek hunerî me bavê min deng bêj bû û birayê min muzîk jen bun ,ez hatim dunyê û tembûr berî min li malê daliqandî bû, di zaroktiya xwe de ez fêrî vê sazê bûm û nayê bîra min ku carekê min nizanîbû li sazê xista, ez û saza xwe em bi hevere mezin bûn û me gelek tiştê xwesh û ne xweş bi hevre derbas kir, û di zûtirîn dem de min hewl da go ez stranê xwe bi xwe çêkim da kû berhemê minî taybet hebin ,min ne xwest ez bimînim her stranê hunermendê berî xwe bêjim, û di dema mede bê goman gelek zahmetî  hebûn lê dîsa jî min ew qeyd şkan û min berdewam kir

tu gelek cur û şêweya vedhojîne wek stranê şahiyê û yên netewî û hinek stran bezma
wan giranin û hinin din bezma wan bi lez û sivikin û hin şerqî ne û hin xerbî ne, bo çi ev cûrana giştik li ba te peyda dibin , di nerîna te de ev bezmên sivik û bilez mirov di cîhana hunerî de winda dikin, gelo tu bi ku de di çe, te rêka çi dibistanê ji xwe re hilbijart, tu di çi warî de hêza xwe mosîqî dibîne ?

li vir di xwazim tiştî zelal bikim, min ne tenê helbestê xwe gotiye, min helbestê gelek helbestvanê kurd gotiye wek minak /Bêbuhar/Tîrêj/Cegerxwîn/Xemgînê remo/Cafer Taha/Hemîd dirbas/Ezîz Xemcivîn /Ehmed Huseynî / Kawa Şêxê /Kerîmo/Seydayê Cizîrî/ û gelekî din, lê awaz min hewldayê go ez awazê kesî ne bêjim jiber taqatê min heye û ez ne bi hewcî go awazê kesî bêjim lê ne kêmasîke heger ez awazê hevalekê xwey hunermend bêjim , û çima ez helbestê cêdikim û dibêjim ew jî sedemek xwe heye û ew sedem ji ber dema ez helbestekê ji hestê xwe cêdikim wê gavê ez karim ya dilê xwe bêjim û bînim ziman  ji ber ez bawer nakim go yek karibe hestê min û tiştê ez di xwazim bîne ziman wek go ez karim pirsa 2 dinerîna min de rengê hunera min rengekî taybete û hestekî nazike û ez naxwazim wek tu kesî bim ez dixwazim ez wek xwe bim wek Zubêr Salih û qet rojekê ne fikirîm ez xwe bikim wek kesekî ji ber ez jî mirovim wek vê xelkê.

Bi nerînek hunerî tu mosîqa kurdî çawa dibîne nemaze li kurdistana rojava, di nava vê lezê de û pelobonê de ya awazên ne durist derdixîne, yê qenc û xerab tevlîhev dike û em mecbûrin li wan guhdarbkin

berî ez nerîna xwe bidim, ez xwe nabînim bi qwasî wê yekê go ez nêrîna xwe bidim ser hevalê xwey hunermend û muzîka wan lê ez karim bi giştî ser hunera me ya rojava bi axivim di nerîna min de huner buye karekî herî hesan ji bo qezenc kirina pera û xwe naskirina bi xelkê, her yekî go nikarî bo karekî bike berê xwe daye hunerê ji ber ew ya herî hesane go pera qezenc bike û xwe jî bide naskirin bi xelkê, lê ev jî wek ew qirş û qalê go li ber bê dikevin bilind dibin û şewq didin û zû zû dikevin lê huner ewe go hunermend her û her bilind bi be û bilnd bi be û nekeve û neyê jibîr kirin, gerek em vê yekê zanibin, pir hatin û cûn û wê bên û wê herin û hunermendê rast wê wek ew qurmê dara gwîzê yan jî dara xwrma wê her serê wî li jor be û bilnd be 

tu xwe himberî kê dibîne ji hunrmendên pêşîn de û gelo te tiştekî nû li wan zêde kiriye di vî warî de, tiştekî xuya te bikar anîye piştî van salên bûrî..

ez karim bêjim ez di navbera 2 cîla de derbas bûm yek jê cîlê Seîd yûsif û nemir M.şxo û cîlekî din di pey wanre hat, ez di navbera herdo cîla de bûn, yanî dan û stendina min bi herdo cîla re bû, min bi nemir M.şxo re stran gotin û Seîd yusif û cîlê din jî wek Dawid adwanî û Ebdulqadir silêman û Nezîr mihemed û gelekî din , û heger tu bi xawaze nas bike bê ez li kîjan qatê me di nav hevalê xwey hunermend e , ez dibêjim ez ji kesî ne çêtirim ez wek her hevalekî xwe me ,lê di destpêkê de min got  û ez na xwazim wek kesî bim ez di xwazim di hunerê de rengekî minî taybet hebe û ez bawerim heye, lê min çi li muzîka kurdî zêde kir, ez karim bêjim min gelek lê zêde kir min 19 berhem zêde kir û ev tiştî ne hindike yanî dor 200 stran min zêde kir û ev jimarek ne hindike  

tu ciqasî xwe girêdayî dibîne bi cî û warê xwe ve, bandora cî çiqasî li te heye û gelo ev bandor di awaz û stranên tede xuyadikin çî bandore kurdistana serbixwe li te hebû dema tu çû serdana wê  

bi rastî bandura cîh li ser mirov gelek heye  û ev yek li ba min  hat diyar kirin dema ez ji welat koçber bûm û hatim welatê biyanîyê  û hatina min 5 sal ji hunera min paşxist ji ber min 5 sala tu berhem dernexist û sedem guhertina cih bo ji ber dema ez li welat bum tim hezkiryê min doza stranê nuh li min dikirin û min jî xwesteka wan pêk tanî lê li van welata mirov ji civaka xwe dûre û kesî nêzîkî te go te tev bide tune,  ji bo vê yekê tu jî jibîr dike go tu hunermende û çavê gel li riya stranê te ne û sedema herî mezin dûr buna ji civakê ye

tu ji çi avakiriye wek hunermend çi taybetmendîyên te hene di werê miz û xêvzanînê de , hunermend çawa bi nav û deng dibe di jêr vê qerebalexê de ya perda guhê merov diteqîne

bingeha min malbata min bû,  go min xwe li ser wê bingehê avakir û hezkirina min ji muzîkê re

tu ji ku sermyanê xweyî giyanî û merovanî distîna û çawa tevlî cymenê dibe , tu dewlemend e bi peyv û guteyên ku bandore wan li derûna merov heye, yên nêzîkî filkilor û kultorê kurdîne awana hîn di jiyana me de berdewam dikin , bê goman te bi jîrbûn û jêhatî û hizrê nazik watak nûjen daye bêjeyên kurdî kevnar dema ew stranê hêja te jiwan derhinêr kirin ev taybetmendîk li  ba Zubêr Salih tenê peyda dibe , gelo bi saya hizrên teyî nazik bû yê naskir çawa zîv û zêrê kultora me şîn bike

wek berî ana min got civak pir giringe ji bo hunerê  û hunermend , ez timî hewl didim go naveroka strana min ji nav çîrokê civaka min be, ez tim derdê gelê xwe tînim ziman  û ji bo vê yekê ez hatim hezkirin û qebulkirin  ji ber min derdê gelê xwe tim di stranê xwe de di got çi evînî ba û çi civakî ba û çi welatparêzî ba û gelek tiştê din ez tim bi zimanê gelê xwe di axivim û ev tiştî pir giringe ji ber wê gavê gelê te dibîne tu êş wî tîni ziman ji lewra tu cihê xwe di dilê gel de çêdike û min tucarî gelê xwe bi stranê xwe ne xapandiye ji ber ez jî yek ji vê civakê me  

gelo rasete ew peyva dibêja (peyva xweş û awaza baş û vehojîna qenc) sedema biserketina hunermend e , tu dibê çi

bê goman ev raste wek min got dema tu bi zimanê gel strana xwe şrove dike wê çaxê tu milet ber bi xwe ve dikşîne û bi rastî gotinê ez  hildibjêrim tim balkêşin û xweşin , ez tucarî stranekê  nabêjim heger ez jê ne razîbim , û ez tim li nav serpêhatîyê gel digerim ê evînî û civakî bi taybet ji bo vê yekê ez dibînim go ciwan û pîre mêr û her beş gel ji min hez dikin û heta zarok  

piştî vê koça dirêj tu çi sudmendiyê di hunerê xwe de dibîne, te gelek ilbom û hofik û şevbihêrk pêşkêşkirin li welat û li derve , te cê xwe di nav hunermendên kurdî mezin de çêkir, Zubêr Salih gotina dûmahî gelo tê çi bêje wek stranbêjekî mezin bi nav û deng , besî teye ku tu xwediyê (sebah alxeyîrî xanamin) ya can û dil û kezeba guhdara di hilîne , gelo bi saya  te wê stirana kurdî pêngavek hêja wê bi aliyê hunerê resen ve bavêja ? 

di vê riya dûr û dirêj go ev bêhtirî 30 sal ez di nava hunerê de kelîyam bê guman min gelek da hunera xwe hunera kurdî û min gelek jî  jê stend bi rastî ev pirs gelekî giringe û bi çend gotina nikarim bersivê bidim ,  ji ber min di jiyana hunerê de gelek tiştê xwesh û pîroz dît min gelek hevalê xweşik û delal nas kir, min gelek şevê di bin runahîyê  kesk û sor û zer û şin de derbas kir, û li ser sehnê medyê kurdî min pir stranê xweş gotin. min gelek bajarê go insan bi hisreta dîtina wanin min şevê xweş li wan bajara derbas kir, li gelek paytextê dunya yê geriyam û ev bajarê ez di çûmê tim hezkiriyê min pêşwazya min dikirin ,tim rûîyê xweşik bi min re dikenin û gelek tiştê din ,lê min jî gelek ji jiyana xwe da vê hunerê ez bi şevê dirêj bê xew dimam ji bo ez stranekê xweş çêbikim xelk di ketin xewê ez dimam şiyar hevalê min di çûn seyrangeha ez di mam di mal de, ji bo helbestekê û stranek nuh bi afrînim , ji bo strana ((sebah al xêrî xana min)) bi rastî vê stranê gavek mezin da min lê nayê wê wateyê go ev strana minî herî xweşe,  na ji ber min gelek stranê wek wê çêkirin, lê ji ber ne hatin weşndin wek (sebah al xêrî xanamin) nehatin naskirinjî wek wê , min 10 helbestê Cizîrî awaz dan û tev xweşin lê ne hatin weşndin û riya xwe ne dîtin wek (sebah al xêr) û heger ez her tiştî bêjim wek min got ev bêhtirî 30 sal huner mere nikare tevî di hevpeyvînekê de bîne ziman, li vir ez pir pir spasya we dikim  ji bo vê hevpeyvînê û ez pir kêf xweşim go hevalê minî hêja (Husên ehmed) go ev hevpeyvîn bi min re kir spas dikim ji bo malpera we û serkefin  ji ber kar û xebata we
—–
Têbîn:Wergera pirsa û pêşgtinê ji zimanê ereb î, Zagros Osman

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…