Pirtûka Hekîm Ehmed «barana şevên rijî» derket

ciwan nebî
 
di bin navê «barana şevên rijî» de ji çapxaneya el-zeman li sûriyê û bi çapeke bedew dîwana yekem ya helbestvan {hekîm ehmed} bi zimanê kurdî derket,

hînde ew li ser not û şeş rûpelên xwe radihêje bîst û du hebestan…

«barana şevên rijî» helbestên wê xwendinin di şevine ku rola tewrî mezin ji henteşiya demê ji wan re bû

 û xuya dibe ku “hekîm” pirr caran gund cihek ji van şevan re hilbijartiye ,û di seqayên gund de dixebite, di tiştên wî de jî da bi wêneyên helbestên xwe û bi zimanê xweyî sade wan binivîse, zimanekî çendî bi rambûn û jîrbûn “hekîm” pê re daye û sitandiye, zimanekî bi rastî ava kirinek bû ji jîwara “hekîm” re, lewra zimanê kêlîkên wî bû û ew jî xweş nivsîkar bû ji wan re.
tiştê balkêş di vê dîwanê de ew kûrbûna haye, ku nîgaşê mijûl dike,kûrbûneke ber bi nexuyayê de na gindire bi qasî ku ew xebitandineke di wateya afirîde û derdorê de, hînde jîwarî bitevî ne jîwariyê dibe bo di encamê de jîwara grek be
erê eve tiştê ku “hekîm” di helbestên xwe de kirî,
 ev helbestên ku gereke bi rexin û hezkirin werin xwendin.
li dawî hêjayî gotinêyê ku ez bêjim: «barana şevên rijî» bi pênûsa helbestvan “emîr hisên” hatiye wergerandin zimanê erebî jî û werger di bin çapê deye.
ji dîwanê em helbesta “sitem” hildibijêrin:
ev şev şiyar ma
li benda çirûskekê
lê her kûr dibû tarî dibû
kûûr dibû tarîî dibûû
kûûûr dibû tarîîî dibû
helbesteke kor
destê  xwe …
dipelandin
li welatekî..
bi qasî sînga te
lê xaçerêkên tariyê..
ew gihandin.. 
zindana Memo
şev xilmaş dibû..
dixewixî..
berbangeke tarîtir
şevê
tariya xwe..
ji xwe kir
û di nav livîna ehreman de
zarokek wê çê bû
nav lê kir: “sitem”.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...