Çûna Samî

Mihemedê Seyid Husên

Biçûna te şarê qamişlo
Di çavên min de wêran dibû
Hest dibûm ku tanî
Bi çukê beytik û qumrîka
Ser dara hewşa me mişext çûne
Ez li şûn waran
Mîna Ceqceqê xemgîn
Di nêv sergerdanê de

Noqî cîhana pêkeran bûme
Di bêdengiyeke kûr de
Di xwe de di sêwirîm
Sêwiyê eware li nava kavilan
Bê kes û bê xwedî
Bê xizm û navnîşan
Roniyê ji taristanê deyn dikim
Ta ku derî di kelecanê de vekim
   *  *  *
Soxî  min bi qitûtî zanî
Kiye gunehkar
Wê rojê çilapekên berfxurkê
Bi lixêvên helbestê re
Li agadaryên min di xuricîn
Bi yek carî 
Bi seqemê hest nedibûm
Kulîlkên çinarê
Şermezar sor dibûn
Îca  ku tu çû
Wê kî lavlavka dîwêr
Rîhan û çîçekên
Hweşê av bide.
    *  *  *
Revendiya te hişti ye ku
Her tiştî berevaj 
Şikestî bibînim
Hilma bêhnvedanên te nêzî minin
Her gav û çax di kolana
Mala wede çavdêrî teme
Li benda sawêrê te yê xilmaş
Ku bi mijankên min di leyizin
Bi lezgîniya mirinê diçin û tên
    *  *  *
Lê her navê te
Di kuç û kolanên qamişlo de
Li çi devera ku
Me silav dabûne hev
Dê bi mîne kolayî
Her wê bi navê te bimînin.
   *  *  *
Çendî min dixwezt
Ku careke din em bihev re
Rêhevalê yek mebestê bin
Di yek rêbazê de yekgirtî bin
Dîsanê hevmil derkevin seyranê
Pêvepê li qamişloka xopan
Tax bi tax bi gerin
Mîna berê tenha evîn
Navbênçiyê me be.
   *  *  *
De vegere koçbero vegere
Rêdûro li hêlîna xwe vegere
Bawer bike bi serdana te
Dê qamişlo bi xemla bûkanî
Te pêşwaz bike
Dê teyrik û tilûr ji nû ve
Li lûsên xwe vegerin
Lê hema ez.. kuramê delal
Li vêderê weke
Hemî carên berê
Her dê bi mînim şopgerînê
Sêpla reng û dengê te.
   
    21/11/2003

Mihemedê Seyid Husên

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…