Cankurd
Me berê du caran, hinek taybetiyên zarava Kurdaxê anîn zimên, lê wekî ji min re dixuye, ev mijar wekî zireyek pan û fireh e, Herku tu bi nav de biçî, wê mezintir û kûrtir be…
Kurdaxî carina wilo dibêjin: “Wî kurê xwe bi firê xist.”
Kurdaxî dibêjin: “ Çavêd min jê nabirrin.” Çewa? Ma çav dikarin tiştekî dibirrin an jê birrin?
Mebesta wan wilo ye: „Ez vê yekê, vê mijarê, ji xwe mestir dibînim, ez nikanim wî barî rakim, an xwe di ser vê coyê avê re bavêjim, an jî zora hembervanê xwe bibim…“
– „Bi ber bayê wî ket û çû.“ Bi wateya: Bi ya wî kir û vêre çû.
– „Çavan dike wî.“ Gava keçikek bi çavan nîşanekê bide xortekî, ew çavan dike wî.
– Kurdaxî dibêjin:“ Li mûyekî maye.“ Bi mebesta pir nêzîk maye, hindik maye, û pir ji hev nêz in…
– “Ez bi rû ve çûm erdê” an “Ez bi riya ve çûm erdê” bi wateya “Min wilo şerm û fedî kir, wekî ku ez bi rûyê xwe bikevime ser zevînê…
– “Di bin kum de tiştek tune ye.” Bi mebesta : Di seriyê wî de hiş nîne… an ez tiştekî jê bixwazim, ew ji ber min nare.
– „Deng î me nare hev.“ Bi wê wateyê, ku têkiliya me bi hev re nîne. Em bi hev re napeyivin.
– “Destê xwe di ser wî re girtiye.“ Bi wê wateyê ye, ku wî diparize.
– “ Dev nakeve hev.” Bi wateya ku ew pir dipeyive.
– “Dev dibê, guh nabihîsê.” Li ser wî kesî tê gotin, ku pir dipeyive û guh nade gotinekê.
– “Di bin kum de tiştek tune ye.“ Bi wateya: Hiş di seriyê wî de nîne.
– „Dike nake, nikane tiştekî bike.“ Ew bizava xwe dike, lê tiştek ji destê wî nayê.
– „Di ser min de rûniştî.“ Barê xwe xistiye ser milên min, di mala min de dijî.
– „Herdu pêyêd min kirine solekê.“ Bi wateya: Pir li min zor kiriye, rê li ber min nehêlaye.
– „Jê wê de şevreşiye.” Bi wateya kesek wekî wî/wê nîne, ji aliyê nebaşiyê ve.
– “ Kevirê jina xwe avêt.”, Çewa kevir avêt? Bi wateya “Ew berda, êdî nema ew jin jina wî ye.”
– „Lêvek li erdê, lêvek li ezmên.“ Bi wateya: Ew pir xeyidiye. Pir ji qehra diqîre an dipeyive.
– „Li ber wî ketiye.“ Bi wateya: Ji ber rewşa wî dilêş bûye. Gava bav an dayika dostekî dimire, em li ber wî dikevin.
– „Lihêm jê girtiye.“ Bi wateya ji wî hosan bûye, ji wî xeyidiye…
– „Li mûyekî maye.“ Bi wateya : Hindik maye, pir nêz bûye, hemahema gihane hev.
– „Nazê min lê dibor.“ Tê wê wateyê, ku ew xatirê min nashikîne, ez dikarim tishtekî bo wî bibêjim
– „Şoran davêje paş guhan.“ Bi wateya: Ew guh nade gotinan, bi ya me nake.
– “Verşiya min jê tê.” Bi wateya êdî ez nema dikarim wî bipejirînin, ez nevîn û nefret a wî dikim.
Em dibînin ku wêjevaniyek gelêrî ya pir bilind û li ser bingehek zimanî ya dirist li ba Kurdaxiyen heye, mixabin ev zarav ji aliyê zimannasên Kurd ve baş naye berçavkirin û lêkolîn têde kêm in. Zimannasên Kurdaxî jî her û her bizava xwe dikin ku zaravên Kurmancî yên dî bêtir bidin ber xwe û têde kar bikin, eve jî ziyanek mezin bo zarava wan şirîn pêda dike.
Pêwîste em hemî zaravên Kurdî wekî hev bibînin, gişan wek zarokên dayikek Kurd binasin, ji ber ku her zimanek bi zaravêd xwe maldar dibe, û ferheng û wêjevaniya neteweyekê bi firehbûna wî zimanî fireh dibe, zimanê Kurdî jî ne tenê zarava Soranî, an Behdînî ye, divê ev baş bite diyar kirin û xebat jî têde bibe…Di her zaravek kurdî de tiştin hene, di yên dî de nînin an jî kêm hene…Gava em wan tevan bînin ber hev, tev li hev bikin, wê zimanekî me yê yeksane yê hêzdar pêda bibe, hinge emê bibêjin ku zimanekî kurdî yê yekbûyî heye. Bizava hinekan ku tenha zarava Soranî bikin zaravek fermî li başûrê kurdistanê, wê bi ser nekeve, ji ber ku teviya neteweya Kurd ne bi zarava Soranî dipeyive…Ew bizavek parçekirina gelê me ye…