Salvegera matmayîna min

  Maniyêl Broka

Paş ku nîvarmanceke hesan û pilankirî di 14 – 17. 02. 2007an de, li Şêxana piranî Kurd û li ser destên Kurdan rû da.
Şêxana ku dengvedana wê di çarçoveyên berjewendî de, li ser asta Kurdewarî, û  di gelek kurtepistên rojane de, bê teqandin hilawîstî ber bi dawî ve diçû.
Paş ku Roja dayika du zarokan bû ermanca hindek xudan mejiyên neguhêr,

ku dilîniya xwe î tund, anku dij mirov, radestî biçûkên xwe kirin.
Paş ku rûnivîsên wan Alah û Ekberan li ber çavên matmayînê peyamên xwe şîrove û nerînên cihêwaz di-afirandin û dabeş dikirin.
Êdî çanda matmayînê xwe ji derûniya me livand.
Hêvî, xwezî, bawerî û lixwemukurhatin, bi belgeyên ku rojane berz dibûn têkel û tevlîhev dibûn, û rê li ber biryarstandineke bê viyan wisa hesan vedibû..
„Ji bo xatirê xwênerên nû, kurteçîroka Şêxan wisa bû“.
Di 14. 02. 07an de, jina bi navê Roj ji ber rûtîniya jinên Kurd ji malê reviye. Pêrgî du xortên Êzîdî bû. Daxwaza alîkariyê ji wan hate kirin, ku bibin navenda asayişê.
Daxwaza Roj pêk hat, û her du xortan ew birin ciyê ku ew dixwaze.
Di serî de, Roja reben, bi kêrên helel hate gurandin.
Li vir bihaneya xirecira gelek êlên Kurd rû da. Êzîdî tevan kirin ermanca Olperestiya xwe. Doza jiholêrakirin hate belvkirin û kuştina wan dubare hate helalkirin. Çeteyên cîhadî li hev dorpêç dibûn. Wêne, gef, bijîvanî, vîdiyoyên pirreng û dengvedana Alah û Ekberên Kurdî, weke dîmenkî matmayî hêja li ber çavan e.
Ji xwe ji wê rojê û pêve, qedera Êzîdiyan serê xwe rakir. Nemaze û balkêş paş ku Kurdistan bi giştî azad bû.
Ji destpêka wê tolhildanê, ta dawiya serkeftina wê, desthilata herêma Kurdistanê roleke pirr neyênî lîst, li ser asta çapemenî, jihevsavîkirin, mafên kêmnetewe û rê liber girtin, „jibilî perçeyek biçûk ji asta parastinê“ paş ku her tişt serkeftî hate qedandin.
Paş ku hindek malperên sêwî ew bobelat nirxand in, êdî desthilata Kurdistanê ew bûyer weke bûyerke xwezayî û êlane û takekesane û pir biçûk di çapemeniya xwe de di nirxand û li qelemê da.
Êzîdiyên Şêxan û derdorên wê, ji ber egerên wê bûyera qaşo biçûk, heftane ji malên xwe dernediketin.
Komelgeha Kurd „di çarçoveya 40 meliyonî de“ ta radeyke berbiçav, şêwazê nerazîbûna xwezayî, can nekêşe, û wisa efsûnbaziya wan tayifeperestan, bê destî û bi rengekî awtomatîkane bi dûvelank bû.
Belê em derbasî salvegera wê matmayînê dibin, ku hêja tu belge, analîze, mafwergirtin û zelalkirina ferhengên biyanî, di yek xulekekê de, ji hêla desthilata Kurdistanê ve arasteyî zagon û mafên mirovan nebû.
Tenê nûçeya herî nû û kevin bi xwe ye, ku 29. 03. 07an de, nûçeya, ragihandina, xwejêxelaskirina hindek daxwiyaniyên erkane pêk hat, ku 24 serkêşên bûyera Şêxan girtî ne, û rakirina Duhokê, û wê di çend rojan de, ji ber egerên tevlîhevî bêne dadgehkirin.
Êdî ew nûçe bû ew nûçe, ew belge bû ew belge.
Saleke ji bobelateke matmayî derbas bû, serencamê wê serî li xemxwaran nede.
Saleke ji wê tolhildana Kurdî derbas bû, tu rêyaktiyonên erênî, ji hêla tu berpirsyarên fermî û ne fermî nehate livandin.
Li vir dixwazim biderbirînim ku çawe rex û perçeyên matmayînê belav dibûn.
Çanda matmayînê berpêş dibû ku Kurdên sade bi hejmareke girz êrîşî Kurdên xwe î sade dikin..
Çanda matmayînê berz dibû ku desthilata herêma Kurdistanê bi rêbazeke neberpirsyarane tev digera, û ta hindek radeyan, pêşgir û paşgirên wan bûn..
Çanda matmayînê xwe dilivand ku pêşmerge bi xwe beşdarî wê cîhada Kurdî li ser Kurdî dibûn..
Çanda matmayînê xwe di derûniya me de, hevokên baweriyê dadiçikandin paş ku pênûsên Kurdî erk û stûbar û helwestên xwe, bi pişguhkirinên matmayî mijûl dibûn, û çikûziya xwe li comerdiyê dipêçan..
Aya em dê ta çend salên din, dê salvegera matmayînê, pîroz bikin û di heman demê de pîroz nekin ????
Aya çend pêwistî bi pîrozkirinê ve, alîkriya ezmûnan dikin???
Aya hêjaye ku navê matmayînê lê bikim, yan tiştekî xwezayî, dubarekirî, rûtînî û mafwergirtin bû???
Aya dîmen û wêneyên wê cîhada Kurd, bi wê girza matmayî, bi wê pilana matmayî, bi nakokî û kêşekêşa wan, nayê wê wateyê ku kîneke Olî di hiş û giyan û derûniya wan de berpêş dibû???
Aya hêjabû ku ji ber sedemên wisa biçûk „heke ku sedem hebin“ xirecireke sawîrane li dar bibe???
Aya tu hewildanin ku me ber bi perçeyek baweriyê ve bibe, û vê matmayînê birûxîne, bi gelemperî, rû dan ???

Maniyêl Broka
14. 02. 08 Elmaniya
Cegersoz@hotmail.de

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…