ÇEND TÊBÎNÎ JI BO PARTIYA ZIMANÊ KURDÎ RE (PZK )

Salih Bozan

Min mebesta damezirandina PZK gellek eciband, û ji bo ev pêşniyaza ber bê nekeve, gereg ên di paş vê patiyê de helwestên xwe zêdetirîn şîrovebikin. Pireblemeke me Kurdan he ye, ku em jîrin ji bo komele, rêxistin, û partiyan avabikin, yan jî parçebikin, lê di berdewamiya karekî dîrokî de nefesên me kinin, em zû diwestin, nêrînên xwe diguhêrin.
Tiştên sabit li cem me kesayetiya me ya ezîtiye, em ji bo vê ezîtiyê  karin pêle hemû behreyezdên xwe, û ên dormedarên xwe kin. Ev kerektera li cem me Kurdan hîn xorte, ji siyasetmedarên me de bigrin ta nivîskar û rewşenbîran.
Lome ez dixwasim fêmbikim eceb birêz Ehmed Husyînî ji dilşewata xwe ev bengewaziya qîriya, bêku birama çi xebat ji vê partiyê re gerege. Gereg gewhra ramyarî û kultûrî ji xwendevanan re were aşkerekirin.
Di vî warî de ez dixwazim çend têbiniyên nirxî li  ser bendên 3, 5, 8, bibêjim:
1.Ne raste em ji Kurdan bixwazin, nemaze ji ciwanan, bira xeyne stran, mûzik, û dengpêjên Kurdan guhdar nekin, ne rast em ji wan bixwazin, bilî televizyon, û radiyoyên kurdî temaşe û guhdarnekin.
Ev daxwazana ji aliyek de ne riyalin, ji bil ku Kurd ne tenê di giravekê de dijîn. Bi zimanê erebî, turkî, û farsî gellek berhemên mirovahî yên hêja henin. Cihana mûzîk û stanan ji kurdewariyê mestire. Çawa emê bi xortên Kurd re bibêji li Fêrûz, Macide al-Rûmî, Om Kelsûm, Wedih el-Safî…, guhdar mekin. Çawa emê bibêjin li Ibrahî Tatlîs, Ferdî Teyfûr, Sezen Aksû, Ehmed Kaya guhdarmekin. Çawa emê bibêjin li Şeceryan û Şekîla guhdarmekin. Ku em vana û xeyne van, gellek stranbêj û mûzikvanên Ereb, Turk, û Faris deynîn hêlekê, çawa emê bi xortên Kurd re bibêjin li Bêthovin, Vagner, Xaçûdiryan, Baganînî, Şistekovîç, û liste dirêje, guhdarmekin. Çawa emê ji xortên Kurd re bibêjim, Adonîs, Necîb Mehfûz, Ebdil Wehhab Beyatî, Bedir Şakir Seyab, Nazik Elmelaike, Selîm Berekat, me xûnin. Ehmed Abû meter, Şakir Nabulsî, Sadik Celal el-Ezim, Munzi El-Fedil, Mihemed Erkun, Îdwar Seyîd…., me xûnin, Çawa emê bibêjim Celaleddin Erromî, Sehid el-Şîrazî, Omer el-Xeyam, Ismayêl Bêşikçî, Orhan Pamûk, Yeşar Kemal, Ezîz Nisên.., me xwinin.
Di raman û kultur û wêjeya erebî, turkî, û farisî de gellek hest û daxwazên mirovahî bûne mijara nivîskaran, loma ez berhemên wan yên gelê xwe ji dibînim, çimkî em di mirovahiyê de gîşkî biranin, çi tiştî mirovahî, di cihana kevin û ya nû de, ew milkê xelkê cihanê bi tevahiye, yên nifşên hîn tênin, û ne raste ez gelê Kurd ji van berheman bêparbikim. Ji aliyekî din ve, roleke hêja ya nivîskarên Kurd ên bi van zimanan berhemên xwe nivîsîn heye. Yanî   pareke me Kurdan e taybet di hemû kultûr û hûnera van gelan de heye, bi kêmasî ji ber kedê van nivîskarên Kurd gereg em xwe di vê kultur û hûnerê de bibînin.
2.Bêguman raperîneke hêja di warê malperên kurdî de rabû ye, malperên kurdî hîro bi dehan henin, roleke mezin ji bo pêşxistina ziman û kultûra kurdî dilîzin. Ji van malperan em hîro dizanin çi li kêderê Kurdistanê dibe, û çi li cihanê ser Kurdan tê gotin û nivîsandin. Bi kurtî malperên kurdî ji me re jêderên girîngin, nivîskar û xwendevanên Kurd di nav çavên dijmin re gîhandin hev. Lêbelê piraniya malperên kurdî yên prepagandê nin, yên nûçeyên sivikin. Mebesta min di vir de ne nirxa van malperanin, belam ez dixwazim bibêjim ku van malperan hîn nivîskar û xwendekarên Kurd têr nekirine. Di malperên erebî (bêguman niha di ên turkî û farisî de jî) tiştên hêjatir henin, ez hîn li ser malperên ingilîzî, fransî,  û rusî na bêjim. Na be ez Kurdan ji van malperan bi dûr bixînim. Rojek tê ye, û ne dûre, êku zimanê ingilîzî nizanibe, nikare têkiliyên xwe bi cihana nûdem re bike.
3.Ez bi wê merca vê partiyê re me, gava di benda /8/ de dibêje (Ger min nivîsan ji bilî bi kurdî ne nivîsînim.). Lê gereg ev benda berfireh bibe. Na be em li vir xêzeke sor deynin. Ku nivîskar û rewşenbîrên me yên mezin bi erebî, turkî, û farisî ne nivîsînin, çawa emê karibin xwe bi gelên van zimanan naskirin bikin? doza xwe ji wan re şîrovebikin? û têkiliyên biratî, mirovahî bi wan re, û bi nivîskar û rewşenbîrên wan re çêbikin?.
4.Ji bo bendên /3/ û /5/ gereg em bibêjin xortên kurd nikarin zimanê xwe pêş de bixin ku li stran û mûzîka, dengbêj, rdyo, televizyona kurdî guhdarnekin, û malperên kurdî ne şopînin. Ji bil ku jêderên zimanê me niha vanin, û ya din, tiştek mina stranên kurdî yên klasik, û dengbêjên kurd, fonotika zimanê me sererast nake, me fêrî çawa hevokan çêbikin, û me bi peyvên kurdî zengîn dikin.
5.Benda 8an, ji bo ciwanên kurd re ez girîng dibînim, çimkî gava bi mezinî em dixwazin bibin xwendevanên zimanê kurdî, yan nivîskar, em pir zehmetiyê dikşînin.
Dema min xwest dest bi nivîsandina kurdî bikim(min bi mezinî despêkir) astenga siftehîn li ber min ew bû , ku ez bi erebî difikirîm, û bi kurdî dinivîsand, û herku ez li van nivêsên xwe vedigeriyam, ez bi xwe dikeniyam, ji bil ku ez digihîştim wê baweriyê ku ev ne tiştekî bi kurdi ye. Loma ez dibêjim ev benda ji bo ciwanên Kurd gellek girînge. Çimkî tu nikarî bibî nivîskarekî kurdî, ku tu bi kurdî nefikirî.
Li dawiyê ez dixwazim bibêjim, ku gelê Kurd di dîroka xwe de; çi ya kevin û çi ya nû, her kurdekî tim zimanekî din dizanibû. Vê rewşê zengînî da tefkîr û hastên Kurdan, û ti carî bi regezperestî li gelên din ne dinihêrî, ne di warê itnikî de, ne di warê netewetiyê de, û ne jî di wariyê zimên û kulturê de. Kurdan xeyne mafên xwe, û kêmî mafên xwe jî pir caran, tiştekî din ne dixastin. Bira nijadperestên Ereb, Turk, û Faris me najon nejadperestiyeke hember xwe. Mejî û hastên Kurdan tim ji hemû gelên din, zimanên din, û kultûra din re vekirî bû. Gelê Kurd weha ye, ev kerektera wî ye, û weha dixwaze jiyaneke hevbeş bi hemû gelan re, nemaze bi gelên Ereb, Turk, û Faris re avabike, û bi aştî bijî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…