helbestvanê navdar ê kurd lı hewlêrê bı festîvaleke mezın tê bı bîranîn

Helbestvanê mezin Cegerxwîn her sal bîranîna goçkirina wî tê kirin, îsal jî ev bîranîna wî ya 22/10/2007 an ku wê li Başûrê Kurdistanê pêk bihata ji ber hin sedeman pêk nehat lê eşkere bû ku wê di 10/02/2008an de li darkeve.

Di derbarê vê festîvalê de Malpera Sema Kurd Torîna nemir, Sîlva Cegerxwîn pêwendî danî ku bixwe jî yek ji endamê komîteya birêverê vê festîvalê ye û di derbarê festîvalê de yekem car ji Malpera Sema kurd re agahiyên vê festîvalê derbirî.
Destpêkê de diyar kir ku paşdedayîna vê festîvalê ji ber hin bûyerên siyasî bû ku yek ji van sedeman jî êrişa Dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê bû.
Festîvala Cegerxwîn, di roja 10/02/2008 an de saet 09:30 an de wê li Paytextê Herêma Kurdistanê, li Hewlêr, li Hola Pêşewa ya Wezareta Wezareta Rewşenbîrî li darkeve. Her wiha rêvebera vê festîvalê diyar kir ku wê ev festîval di bin çavdêriya Serokê Encûmanê Wezîran Birêz Nêçîrvan Berzanî de bê vekirin û ji aliyê Wezareta Rewşenbîre ve bê birêvebirin.
Di derbarê vê festîvalê de beramber birsekê ku hate kirin; ‘Yadwerî û wefadariya ji bo renc û xebata wî ya di ber Ziman û helbesta kurdî de’ de tê li darxistin. 
Festîvala Yadîweriya Seyda Cegerxwîn wê 3 rojan berdewam bike û ji her çar parçên Kurdistanê, gelek kesên navdar ji profesor, nivîskar, lêkolîner û rewşenbîr, ji Kurdên kafkasya û Ewrûpa gelek kes hatine vexwendin, ji malbata Seydayê Cegerxwîn û gelek partî û rêxistinên siyasî jî wê gelek kes beşdarî vê festîvalê bibin.
Di çarçoveya vê festîvalê de wê pêşengeheke fotoxrafî û ligel gelek alavên wî yên yatbet, destnivîs û hwd..ji beşdarvanên festîvalê re bên raxistin û filmek dokûmantarî ku li ser jiyana wî hatiye kişandin wê di kotaya festîvalê de bê nîşandan. Herwiha Wezareta Rewşenbîrî bijarteyek ji deh dîwanên wî çapkirine wê ligel pirtûkên wî yên ku Weşanxaneya Avestayê hatine çapkirine bên belavkirin.
Xatûn Sîlva Cegerxwîn, di dawiya axaftina xwe de mixabiniya xwe anî ziman ku di nav bernameya vê festîvalê de amadekariyek wan hebû ku peykerê Cegerxwîn li Parkek mezin bihata danîn bes hê peyker hê nehatiye temamkirin. Û herwiha gazind kirin ku; gelek hunermendên navdarên Kurd, wekî; Şivan Perwer, Ciwan Haco û Gulistan Perwer… ku bi gelek helbestên wî navûbangiya wan bilind bibû, vexwendine festîvalê bes mixabin yek ji wan beşdar nabe her yek ji wan ji ber sedemên cihêreng lêborîna xwe xwestine ku nikarin beşdariyê li vê festîlavê bikin. 
 

Sema Kurd/ Hozan Emîn

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Franz Kafka û Jin

Franz Kafka (1883–1924), yek ji nivîskarên wêjeyî yên herî karîger ê sedsala 20an, di warê têkiliyên xwe yên bi jinan re de gelek nakokî didît. Ev hevsengiya wî hem di jiyana wî ya şexsî de û hem jî di xebatên wî yên edebî de bandorê…

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…