Narîn OmerDi himbêza pira Bafid
Te çû xewnek belek dan î
Li seqlanê te kon raxist
Veda dîlan bi Botan îHemî peyvên zelal û geş
Li dora wan te alan î
Keçên dilsoz,ciwanên pak
Bihîstin wan civîn dan î
Memo ritma dilî saz kir
Siyamendo bilûrvan î
Xecê dîlan gelek xweş kir
Hesen zîrek bi soranî
Kewîs axa lehengê can
Bi dengê naz xêlo anî
Hunermend Meryema xanim
Erê Eyşê tu sazvan î
Hemî bircên pirê deng dan
Belê Dicla tu hozan î
Dixwazin em siwarbinb’lez
Li ser pêlên melevan î
Bero êvar de ’mser noq bûn
Me dî rojê di loran î
Dema xatra ye wey hawar
Me rastîya xwe ji nû zanî
Mixabin xewnekî roj bû
Şevê sîhka xwe ľser danî
Erê dîsa m’supasdarin







Şîrove (0)