Gotar

PEYVA TAZÎ 10

  Dildar ismail
dildarismail@hotmail.com  
         

Çima rêxistinên mafên mirova hatine damizrandin ? bi navin an li bin kulavin , Bi  navin an wekî davin ,heger mafê mirova di parêzin û armenca wan zelale Bere herin bavê Teyar ji nav lepê eyşo û fato û zelîxa bi derînin û bavê Teyar ji Wê zoriyê rizgarbikin , wê gavê raste ku xwe diwestînin , lê çîrok ji wilo Girantire ji ber roj bi roj rêxistinên mafên mirova pir dibin ..
Nema zanin nava ji Kû bênin (weke partiyên rojava) her civatek bi dardikeve li serê cehda an li ber Dîwarên bi guh xweşî an reşî hinek gerim dibin çendek ji wan li tepê sînga xwe Dixin û derd û xema dikşînin û dibêjin hemî rêxistin û tişt û mişt şaşin û jiyan Valaye vê demê em dikûdebûn û divê em rêxistinek taybet damizrênin û bibe Nîşana aştî û maştî , nîşana kêfxwarî û bin xwarî , nîşana xwasî û bê xwasî Nîşana serkeftin û bin keftinê ,nîşana azadî û mazadî , nîşana pêşvero û paşvero  Nîşana çewit û mewit , nîşana yekîtî mekîtî , nîşana bin ketin û ser ketinê , Nîşana çûn û mûnê veger û nevegerê . tew tew  mafê mirova baş   di parêzin Bera xwe biparêzin  û dengê xwe zelal bikin berî hertiştî , wê demê bawerî  Gavek bi pêşve xwe dide, û peyva tazî bi çek dibe û hêdî hêdî hêvî geşdibe û roj Di nav bera tariyê de roniyê geşdike û peyva tazî xweşdike.  Û daxwiyaniya Piştî 7 rojan ji roja mavê mirova belav dikin da ku milet bibhîze çi tê serê mafê Mirovê kurd li rojava   û derdê parçebûnê û dermanê bê derman, li min negrin Peyva tazî û mazî weha dixwazê.     

            19.05.2006

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…