hinek siyasetmedarên kurd ên turkiyê bi zimanê generalên turkan diaxivin

SALIH BOZAN

Baweriyek li cem gelek siyasetmedarên Kurd çêbûye ku doza kurdî li her parçiyekî Kurdistanê taybetmediyeke xwe heye. Ev taybetmendiya ji peymana Saykês-Bîko despêkirî û ta niha kûr dibiye. Ji wê peymanê dewlet çêbûn, cografiya hat guhartin, û gelê Kurd bi parçebûna zemînê xwe re, ew jî parçrbû, û kete rewşeke bindestiyeke tevlihevî. Di vê rewşa tevlihevî de doza gelê Kurd ji berê çetintirbû, bû çar dozên serbixwe.
Siyasetmedarên Kurd di sedsala bîstan de ev rastiya ber çavên xwe re derbasnekirin, di hastên xwe yên netewî yên tenik de man. Û her lîderekî Kurd xwe lêderê Kurdan gîşkî dihesiband, parçeyê xwe yî kurdistanî dikir navenda Kurdistanê, û dixastin rêzgariya Kurd û Kurdistanê ji wir despêbike. Bi nêrîna wan gereg projeya wan ji bo mafên Kurdan bibe projeya Kurdên hemû parçeyên Kurdistanê, û hemû partiyên Kurdî bi wan de werin girêdan. Gava em jînegeriya siyasî ya van lîderan dixwînin, em dibînin ku pir caran hevdu tewanbardikirin, dijminatî bi hev re dikşandin, û yekcaran hevdu teslîme dijminên Kurdan dikirin.

Dijminên Kurdan ev rewşa lîderên Kurdan baş dixwendin, û her dijminekî hevkarekî xwe ji van lîderan didît, û pê re peymanê aşkere, yan dizî lihevdihanin, ji bo doza gelê Kurd li parçeyê Kurdistanê yê di nav lepên wî de ye bipelçiqîn.

Di vê dîroka siyasetmedarên Kurd de, gellek karên qirêj hatin kirin, û ku em ji bo hestên xwe yên netewî, dixwazin vê yekê jibîrbikin, lê dîrok rastiyê venaşêre.

Mebesta min ewe, ku hîro rewşeke nû di nav kurdan de avabuye. Bi gotineke din siyasetmedarên Kurd ên nû li doza gelê parçeyê xwe diramin, bi cografiya xwe ya siyasî, bi taybetmendiya dijminê hember xwe. Kurd hîro guhartina li cihanê çêbûye didin berçavên xwe, dixwazin jê fêdê bikin.

Siyasetmedarên Kurd berve siyaseta pirakmatîk de dicin, û bi vî awayî doza Kurdî li her çarparçeyên Kurdistanê pêş ve dixin. Loma em dibînin straticiya dewletên mezin êdina nikare pêle Kurdan bike û derbas be.

Belam hinek siyasetmedarên kurd hene hîn di guhê gê de ne, dixwazin Kurdên parçeyên Kurdistanê ên din ji Kurdên xwe re bikin qurban, û kurdewariyeke xwe ya şofînîst li hember kurdên din avabikin, û ji bo vê kurdewariya qirêj bighînîn dawiyê xwe dikin xizmeta straciya mafxwarên xwe dijî Kurdên li parçeyên Kurdistanê ên din. Ji van siyasetmedarên Kurd hîro derdikeve hole weke Ehmet Turke û Aysel Tugluk.

Ehmet Turk serokê DTPê bû, û hîro jî serokê perlementerên vê partiyê di perlemena turkiyê de ye. Aysel Tugluk jî andama vê partiyê ye, ji Diyarbekrê hatiye hilbijartin û ketiye perlemenê. Ehmet Turk di rojnameya turkiyê “Zeman” de gotiye, ku ew siyaseta li ser esasê etnîsîteya kurdan “ethnic” xeter dibîne, û wî piştgirya xeta siyasî ya perlamentera DTP-ê Aysel Tuglukê ya tirkist û kemalîst kirî. Li berdewamiyê Ehemet Turk dibêje: “ez berê xudanê mantiqeka wisa bûm ko min etnîsîte pir dida pêş. Lê belê min îro destpêkiriye û ez dibînim ko siyaseta li ser etnîsîteyê pir xetere û tijî xefike. Berê me digot dewleta her kesî heye û çima ya kurdan nebe. Niho ez fêm dikim ko ev ne hêsanî ye û rewşeka wiha [yanî avabûna dewleta kurdî] dê dijminahiyên mezin di navbera du gelên ku bi hev re dijîn çêke û dê van gelan ber bi paşerojeka tarî ve bibe. Dorbera me[ yanî dorbera Tirkiyê] bi xefikan hatiye pêcan. Ji xwe em ne Çêk û Slovakin. Li gor min pir faydeyê bihevrejiyanê heye”.#

Belam gotinên Ehmet Turk ne wiqas giranin li ser mejî û dilê gelê Kurd {bêguman giranin} hember axaftina Aysel Tuglukê di pelemena Turkiyê de. Wê aşker û bê fedî got: “Li pakurê Iraqê dewletek ava dibe û ev bi destê dewletên mezin çê dibe. Ev dewlet dê bibe belaya serê Tirkiye yê, werin em berjewendiyê Tirkiyê nekin qurbana îhtirazên xwe. Ev dewlet dê bibe Îsraîleke nuh û ne di berjewendiyê Tirkiyeyê  de ye. Ji bona biserneketina vê projeyê jî çareyek tenê heye ko Turk bi kurdên xwe re hevkariyê bikin”. Li gor weşan malpera nefelê Aysel di berdewamiya gotina xwe de pesnê Mistefa Kemal da ye, û gotiye ko wî bi kurdan re li hev kir û meseleya serxabûna Tirkiyê bi vî awayî safî kir.# #

Bêguman siyasetmedarên Kurd di parçeyê xwe yê kurdistanî de ne mecbûrin siyaseta xwe bi rewşa parçeyên din ve girêdin. Lê va tişteke û gava yekî mina Ehmet Turk ku dijminekî sawirî li hember Turkan çêdike û bi wan re amedeye dijî vî dijminî bisekine tiştekî dine. Kîçax siyasetmedarên Kurd dixwestin dewleteke kurdî li ser bingeha etnîsîtî avabikirana?, kîçax di mejiyê siyasetmedarên kurd de, heta ên tew re paşketî ramanên regez hebûn?  Ma Ehmet Turk nizane ku partiyên kurdî yên navdar, navên kurdistanî li xwe kirin, ne yên kurdî. Li Kurdistana Îranê partiya demokrasî ya kurdistana Îranê, li Êrakê, patiya demekrasî ya kurdistanî Êrakêye, û her weha li Kurdistana Turkiyê. Ma Ehmet Turk nizane çima PKK bi vî navî hat damezirandin; partiya karkerên Kurdistanê, a ne partiya karkerên Kurd li Kurdistanê. Partiyên kurdî navê cih li xwe dikirin ji bo ku li kurdistanê ne bes kurd dijîn.

Gava Ehmet Turk dibêje ku dewleteke kurdî avabibe wê dijminatiyê di nav herdu gelan de çêbike. Gelo ev siyasetmedarê “jîr” ji xwe pirsnake ku ev dijminatiya hanê ji aliyê kê de dê derkeve?. Yanî lojîka Ehmet Turk ewe, ku Kurd mafê xwe yên bi salane hatiye wêrankirin ji Turkan bixwazin, wê dijminatiyê navbera Turk û Kurdan de çêbikin. Eceb ev lojika Ehmet Turk dikeve mejiyê kesekî. Ev ne gotinên ceneralên Turkanin? ênku bi Kurdan re dibêjin, yan wine di bin destên me de bin, û xwe turkbikin, yan jî win dijminin, gereg em we tine bikin.

Ez dixwazim bibêjim ênku Mistefa Kemal ji tiracîdiya Kurdên Turkiyê berî dikin, ew gelê Kurd dixapînin. M. Kemal bi Kurdan keniya, wî pêle mafên Kurdan kir û komara turkiyê li ser regeza toranî avakir. Ordiya Turkan ev heştê salin kurdan dipelixînin, neku ew ji xwe şofînîstin, a ji bilku ew bi straticiya M.Kemal ya dijî Kurdan bi tûndî girêdayî ne.

Weke min berê jî got, Ehmet Turk li hember Ayselê hînî kinike. Gava ev xanime dewleteke kurdî li bakurî Êrakê dibîne wek belayekê li serî Turkiyê, wêçaxê mafê me heye em jê bipirsin ew ji bo çi dixebitî? Eceb ew derkete perlemena Tyrkiyê ji bo Turkiyê ji dewleta kurdî biparêze?. Gelo çî cûdahî di navbera gotinên Ayselê û ceneralên Turkan de heye?. Ma ev xanima nizane ku dijminatiya komara Turkîyê bi herêma Kurdistana Êrakê re ne ev herêma bi xwe ye, û ne Kurdên vê herêmê ne. Ku siyasetmedarên Turk û ordiya wan kurdên xwe qebûlbikin, wê çaxê ti pireblemên Turkiyê bi herêma Kurdistana Êrakê re na mine. Tew dibeku wê çaxê Turkiye bi xwe pişgiriya avabûna dewleteke kurdî li vê deverê bikira. Çimkî dê Turkiye bibe dergeha vê dewletê, di hemû warî de, û fêdeyeke mezin jê bigre. Ne bes weha jî, wê Turkiye bike ku Kerkûk di cografiya vê dewletê keve, ji bo çavkaniya pitrolê ji xwe re heta dilopên dawiyê misoker bike.

Ez nizam ev têrminê ku dewleteke kurdî li Kurdistana Êrakê avabibe dê bibe Izraîlek nuh çi zirarê dide Kurdên Turkiyê, ma Turkiye dirêjiya dîroka xwe ya nûdem ne dosta dewleta Îzraîle?. Eceb Aysel xanimê jibirkiriye ku têkiliyên komara Turkiyê bi dewleta Izraîl re gellek xortin, û di hemû warî de, di warê aborî, leşkerî, û siyasî de. Aysel xanim bi kê dikeniye, bi xwe, bi Turkan, lê bi gelê xwe.

Ez dixazim Aysel xanim bizanibe, êku cara yekem Kurdên bakûrî Êrakê kir Îzraîlê duyem{berika xiniz} siyasetmedarê areb ê Sûriyê tewrî şofînîst dijî Kurdan bû, ew Mûşêl Efleq bû {damezirê partiya Baas aku ta niha kurdên Suriyê kiriye bin zordariyeke tewre dijwar}. Aysel xanim kerasê Mûşêl Efleq yê pirpirî ji ser herîşka dîrokê  radikiye û li xwe dikiye.

Hîcar ew dewletên mezine ku dewleteke kurdî li bakûrî Êrakê avadikine kînin? ma mebesta wê ne Emerika ye?. Xwedê zane ku Aysel xanim nizane ku Emerîka piştî cenga cihanê ya duyem ta niha hevbendê Turkiyê ye. Ku Emerîka pişgiriya Turkiyê nekira, nemaze di aliyê çekên nûjen de, wê PKK siyasetmedarên Turkiyê tevî ceneralên wan e pozbilind mecbûre rûniştina dor masê bikira û ji mêjve doza Kurdî li Turkiyê çareserbikira. Eceb Aysel xanimê jibîrkiriye ku ne  Emerîka û Îzraîl bûna, Turkiyê stêrkên ezmên digirtin û lîderê PKK ne digirt?.

Kî di van êrêşên Turkan ên dijî Qendîl û bakûriyê Kurdistana Êrakê alikariyê wane? Dewleta Emerîka pişgiriyê herêma Kurdistana Êrakê dikî lê pişgiriya ordiya Turkiyê,? Ev ordiya ku ta îligê xwe dijî Kurdane.

Li dawiyê ez dixwazim di guhê Ayselê de bibêjim, ku bi vî awayî ew li ser Kurdê Êrakê diaxive, berevacî wê Mesûd Berezanî li hember acansên cihanî, û aşkere got ku ew endamên PKK teslime Turkan nake. Û piştê êrîşa ordiya Turkiyê dijî Qendîlê û herêma Kurdistana başûr di van rojan de, Mesûd Berezanî qebûlnekir di bin giregira balafirên turkane leşkerî de bi Kundelîza Rays re rûne.

Tiştekî din jî ez dixwazim bibêjim, gava perlemena Turkiyê biryar girt ji bo leşkerên Turkan êreşe başûrê Êrakê bike, Kurdên Sûriyê derketin kolanan û dijî vê êrêşê rabûn, xortekî xweyî hêja qorban dan, û bi dehan Kurd li Qamişlo, li Kobaniyê hatin girtin, hinek ji wan ta niha girtîne, di nav wan de jinên Kurde ne weke Ayselê hene, û îşkence li wan dibine. Û di wê çaxa hanê de Kurdên ku Aysel hilbijartin perlemanê raketî bûn. Gelo Kurdên Sûriyê ji bo berjewendiyên kê xwe kirine vê xeterê?.

Bi nêrîna min, siyasetmedarî Kurd îku bi dijminatiya Kurdên parçeyên Kurdistanê yên din re, dixwaze mafxwarê xwe razîbike, ji bo mafekî xwe bidestxîne, ew xwe li hember dijminê xwe erzan dike, dostên hêja ji xwe re peydanake, û ti kes li cihanê ûda wî nakşîne.

———

#.Nefel-Nûçe. Weşana: 3-12-2007.

# # Disa Nefel-Nûçe. Weşana: 11-12-2007.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…