Helbest u pexşan

Hêviyeke rûxwandî

 Ronî ELÎ

Berî hingê
Bêrî ku, evîna min
Di gewdeyê aware de
Pêşwaziya
Hastên zamdar
Bike
Sirûtên coşdariyê
Tixûbên helçûnan
Diçewsandin
Dastanên hizr û bîran
Di metirsiyên paşerojê de
Binyatên hedar

Qirdikirin û rûxandin

Berî hingê
Dema ku,
Tîşkên hêviyan
Xwe li dora awatên min
Dipêçandin
Darbestên mandelkirinê
Ji nebûna min re
Dibûne,
Balpiştê çanda qirkinê
Çirîskên sirûştiyê
Ji
Hinavên min
Radikşandin

***
Berî hingê
Berî ku,
Navika min bête birîn
Qêrîna jiyanekê
Di geriya min de
Omîdan li darxe
Tîrêjên şanaziyê
Penaber dibûn
Û diperçiqîn
Çimkî,
Zar û zimanê dayika min
Di keflefta hebûnê de
Berxwedana dikirin

412008

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…