Dema min gotara helbestvanê hêja Ezîz Xemcivîn xwend, ya di malpera welatê me de hatibû belavkirin,di bin navûnîşanê (Encamên rexneyî) de..min xwest ez hinekî li ber wan rexneyên wî rawestim, gelo, ka ta kîjan radeyê ew di rexneyên xwe de rast çûye.ez hatim li ber navê (Daryos Darî) rawestiyam, û min helbesta wî ya di malpera (Sema kurd)de, dibin navê (bahozek ji heskirinê)de hatibû belavkirin xwend , û ez li jêderên wê, weke ku Ezîz nîşan kiribûn vegeriyam.ji ber min xwest ez bi xwe bixwînim, tevî ku gotina Ezîz cihê baweriyê bû li cem min,lê ji yê nivîskar tê xwestin dema ku ew li ser tiştekî binivîse, ku ew bi xwe li jêderê wê vegere(da dilê min têkeve cih de).
Bi rastî hinek ji nivîskaran tiştekî (di dizin),lê ew vê yekê dikin ta hinekî zor be li ser her kesî ku zû bi zû rastî wê bên, û ew vê diziyê eşkere bikin.ji bo vî karî bê guman yekî ji yekî diziye,û gava ez li dema belavkirina herdû helbestan vegeriyam,min dît ku ya Daryos Darî piştî ya dî bi sala hatiye belavkirin. û ji ber Daryos tu agahdarî belav nekir dema gotara Ezîz hate belavkirin û wî nikarîbû bersiva xwe bide,ev yek tê wê watê ku bi rastî wî ji helbesta berî xwe biriye.
li vir ez dixwazim wan herdû perçeyan berhev bikim, da yê xwendevan bibîne em li ser çi dinivîsin.heger ew bi xwe ne xwîne,ew dikare bêje ku ev bê bextiyeke em li kesekî dikin.di helbesta jêder de helbestvanê wê wiha dibêje:
وجاءت العاصفة التي
هبت على مدن القلب
وحملت قاربك محملا
بعشق كل بلاد العالم!
وها أنا أعتمد خيوط يدك
كبوصلة لقلبي وأرى في رموشك الملاذ
û mamosta Daryos wiha pêk aniye:
العاصفة التي هبت على مدن القلب….
دمرت كل الابراج..بما فيها برج دارا(بردويل)…
وحمل قاربك من لآلىء البحر..
ونرجس الشمال..لأحد الزائرين..
وها أنا أعتمد خيوط يدك كبوصلة لقلبي
وأرى في رموشك الملاذ…
û di parçeyê dî de ji helbestê,di ya jêder de wilo hatiye nivîsandin:
وفي نور عينيك ا ضاءة لظلمة
الحياة وفي جدائلك أسرار الكون
أريد أن أعبر أكثر
لكن الخطوط الحمراء تمنعني
و”الواجب”و”المفروض”
يحددان حركتي
Û Daryos wilo pêk aniye:
وفي نور عينيك اضاءة قمر الحياة…
وفي شعرك أسرارالكون..
أريد أن أعبر أكثر لكن الخطوط الحمراء
تمنعني والعادات تكبلني…
Piştî me ew herdû parçeyên helbestan berhev kirin.gelo em çi karin li ser vê yekê ji bilî gotina diziyê pê ve bibêjin.tevî weke di (musilmaniyê)de tê gotin:(li heftê û sê lêbûrîna ji birayê xwe yî musilman re bigere)lê dikarekî wilo de,ez dibê heftê û sê hezar lêbûrîn vê yekê ji wata wê bi dûr naxin.tevî min xwest ez li hinek zaravin rexneyî vegerim da ez navekî jêre bibînim mîna (yeksîber)an (yek ramanî)an (eltenas)…ht.
lê mixabin ku yek ji van li ser vê yekê nayê.
û niha vêce ez dixwazim vê pirsê bikim piştî me ew herdû berhem berhev kirin,û dîse ez dibêjim daxwaz jê ne ewe, ku heme ez kesî gunehkar bikin.ji ber nekarê min e ez tu kesî tewanbar bikim.û ji bo ez bi tenê vî karî rexne bikin min ev gotar nivîsandiye.û belkî ji bo ez gelek pirsan jî ji van kesan bikin.
Gelo: ka ji bo çi ev karên wilo dibin..?
bi rastî bersiva vê pirsê,bêtir li cem wan kesa ye,ewên ku bi vî karî radibin,ka ew ji bo çi vê yekê dikin.
lê li gorî têgihiştina me, emê bersiva vê pirsê jî bidin.
Di dest pêkê de dema yê nivîskar tê û berhemekê dibe,bê guman ev yek nîşan dike ku ew berhem gelekî bilind hatiye nivîsandin,li gorî yê ku ew biriye.û belkî ew tu carî di xwe de nabîne wek nivîskar, ku rojekê bi karibe berhemeke wiha hêja û xweş binivîse.lewra ew tê vî karî dike.
Ya diwemîn jî, yê vê yekê dike ew ji nivîsandina xwe nebawere ku ew dikare berhemeke xweş û nûjen binivîse.
Gelo heger ew kes hatiba û hewil dabane ku ew sûdekê ji nivîsandina wê berhemê bigre, nebaştir bû ji karê diziyê.û xwe baş bi wê berhemê re westandiba,bê ka afirendarê wê, çawa ev berhema çak û bilind nivîsiye,ne wê bêtir qizinceke mezin kiriba ji bilî karê diziyê pê ve.
Û ev kes di baweriya min de,di nerîna wî de ku ev kar tiştekî gelek piçûke,eger na,naxwe wî ev yek wiha bi hesanî nedikir.
Çima..?yê nivîskar nayê xwe bi nivîsandina xwe re nawestîne,û xwe fêrî merc û pêdiviya wî cûreyî nake,yê ku ew pê dinivîse.çima wê berhemên baş gepeke bi don bin ji diziyê re,ji dêvla ku ew simboleke nûjen bin ji nivîsandinê re.
ew kesên ku vî karî dikin, ew tu rûmetiyê ji nivîsandinê re nagirin,bi tenê ew li nav û dengê xwe digerin.û ew tu rûmetiyê ji yên nivîkar re jî nagirin, dema wilo bi hesanî keda wî di dizin, û pê xwe payebilind dikin.û ew tu rûmetiyê nadine yê xwendevan jî, ji ber bi vî karî henekê xwe bi yê xwendevan jî dike.û ew pê dikene û wilo wî piçûk dibîne ku heme ew tiştekî nizane.
Ez dibêjim ev nexweşiyeke mîna hemî nexweşiyên laş, yên ku ta vê demê derman ji wan re nehatiye dîtin .
Û ev kar ne tiştekî nû ye di warê nivîsandinê de.ji gava ku nivîsandin hatiye,û ta berî wê jî,dema berhem bi devkî dihatine guheztin,diziya berheman dibû.
Belê ev nexweşiyeke di mêjiyê wan de ye.ji ber ev kesên wilo li nav û dengê xwe bi tenê digerin.û ji bo bighin mebesta xwe ew amedene her tiştî ji xwe re rewa bikin.lewra ev ji nexweşiya mezinbûnê tê.ew dixwazin zû mezin bibin.an jî ew di çavê xwe de gelekî mezinin.
Gelo ev kesê bi vî karî radibe,ew ji xwe napirse,heger rojek hat, û ev karê wî eşkere bû,wê gavê wê bersiva wî çi be,an ewê piştî wê çi ji xwendevanê xwe re bêje.ew xwendevanê ku ew fêrî berhemên xwe kiribû.gelo ewê jê re bêje bibûre bi xwedê min henekê xwe bi te dikir, û bi tenê ez li nav û dengê xwe digeriyam.
Dîse ev yek pirsekê li cem me peyda dike:gelo ta kîjan pileyê yê nivîskar divê bi xwe re berî her kesî rast be,û wilo jî bi nivîskariyê re.karên wilo çi rastiyê ji nivîsandinê re dihêlin.gelo ji bo navê xwe ew amede ne ku ew her tiştî bikin.