Ji bo Konferansa Komara Mehabadê ya Kurdistanê 1 sal 3 meh ceza…

Îbrahîm GUÇLU
ibrahimguclu@gmail.com

Komeleya Kurd a Diyarbekîrê (KURD-KOMê), di 03. 04. 25-an de Konferansa Komara Mehabadê ya Kurdistanê bidarxist. Di konferansê de  gelek rewşenbîr û siyasetvan û berpirsiyarên komeleyên sivîl yên kurd ( Min, Halîs Nezan, Şeyhmûs Aykol, Sabahaddîn Korkmaz, Osman Karavîl, Nureddîn Maçîn, Şeref Yalçin, Omer Aybar, Mehmed Gonden, Darulkeyyaz Akay, Recep Gündercî ) qise kirin. Piştî konferansê çend rojan, dozgerê komarê bi lezûbez di derheqê konferansê de dest bi lêpirsînê kir. Dozgerê Komarê,  di encama lêpirsînê de di derheqê min (Berdevikê KURD-KOMê), Halîs Nezan (Serokê HAK-PARê şaxa Amedê), Şeyhmûs Aykol (Berdevikê KURD-KOMê) de  di Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya 7-emîn ya Diyarbekîrê de doz vekir.
Danîşîna dozê ya yekem di 1.2.2006-an de pêk hat. Dadgehê, piştî du salan darizandina me, di 24. 12. 2007-an de li doza Konferansa Mehabadê ya Kurdistanê dawî anî. Dadgehê, em, 1 sal û 3 mehan ceza kirin. Dadgehê, cezayê Şeyhmûs “erteleme/paşveavêt” kir û ji bona ku 3 salan jî bê murakebe kirin, biryar da.
Dadgehê, di hemen dem de di derheqê Min û Halîs Nezan de biryar da ku em ji mafên kamuyê, ji mafê bijartinê û hilbijartinê, ji mafê welayetê, ji mafê berpirsiyariyên wakifan, komeleyan, sendîqeyan (nîkabeyan), şîrketan û partiyên siyasî jî bê par bin.      
Di dadgehê de darizandina me, darizandineke hiqûqî nebû û darizandineke siyasî bû. Di darizandina me de bêhiqûqiyên hatine kirin, dema ez cerabandina xwe ya dadgehên leşkerî û DGMê ye bidim ber çav, ez dikarim gelek bi hêsanî bibêjim ku di darizandina me de zêdetir karên bêhiqûqî hatin kirin. Ev bêhiqûqiyên dadgehê ji aliyê me de jî di her merheleke darizandinê de hat ser zimên.
Me û parêzerê me Sabahaddîn Korkmaz, di dadgehê de heta dawî Komara Mehabadê ya Kurdistanê, serokên komara mehabadê, hêjiyiyên Kurdistanê, demokrasî, maf û azadiyên kesayetî û kolektîf yên neteweya kurd parast.
Min, parêznameya xwe bi kurdî pêşkêşî dadgehê kir. Ev parêznameya min bi destê kesên ne ehîl hat wergerandin. Piştî wergerandina parêznameya min, di danişîna dawî ya dadgehê de mafê me yê ku em wergerê kontrol bikin, bin pê bû. Ev pirsa û ev karê nehiqûqî ji aliyê parêzerê me de hate ser zimên. Min jî diyar kir ku “ ev doza ne dozekî hiquqî ye. Min helwesta dadgehê ya di derheqê wergera parêznameya min de jî bi dehşetê temaşe kir. Divê qadî ev mafê me biparasta, lê ev nebû. Lê eger tiştek bê gotin, ew jî, ez di vê pirsê de jî bi bîrûreyên parêzerê xwe re me.”  
Em, ji bona fikrên xwe yên kurditî hatin darizandin û ji bona vê jî, ji aliyê dozgerê komarê de tewana fikrî hat qewimandin. Ev helwesta jî gelek aşkere ye ku li dijî azadiya fikir û xweîfadekirînê, li dijî demokrasî û paymana mafên mirovî ya Ewrupayê ye.
Di encamê de dikarim bibêjim ku bi biryara dawî ya Dadgeha cezayê ya Asliyeyê ya Diyarbekirê cezayê min bû 5 sal 8 meh. Ez eger cezayê xwe rêz bikim: 1- Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya Wanê, ji bona ku min di kongreya HAK-PARê yê Wanê de kurdî qise kiribû, serîhildanên neteweyî yên Kurdistanê û serokên wan parastibû,  salek cezayê ji siyasetê û ji mafên kamuyê bêpar mayîn da min. 2- Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya Enqereyê ji bona ku me di Kongreya Giştî ya yekem ya HAK-PARê de kurdî qise kiribû û me vexwendina kongreyê bi kurdî pêşkêşî kesan û dezgehan, serokkomar û serokwezîr kiribû, em 13 heval hatin ceza kirin: Min jî salek ceza girt. 3- Ji bona meşa Amedê û Xaburê Dadgeha Cezayê ya Giran a Diyarbeirê, 1 sal ceza da min, Zeynel Abîdîn OZALP û A. Sedat Ogur. 4- Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya Amedê, ji xala 301-an ya qanûna cezayê, ji bona bîranîna şehîdên Kurdistanê û Ozalpê 1 sal û 6 meh ceza da min. 5- Ev cezayê min yê dawî jî 1 salek 3 meh e.

Amed, 24. 12. 2007

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...