Hevpeyvîn bi Mihyedîn Şêx Alî re

 

Rojnama Çawdêr hevpeyvînekê bi Sekretêrê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (YEKÎTÎ) Mihyedîn Şêx Alî re dike li Silêmaniyê, di 12-11-2207 an de dewşêne. Emê vê hevpeyvênê ji xwendevanê Nerozê re biweşênin:


Berhemên bizave neteweye kurd li rojavaye Kurdistan piştî  kû 50 salîya xwe ya zêrîn derbas kir çîye…?

Piştî 50-salî  ji temen û xebata tevgera siyasî a kurd li Sûriyê , mirov dikare van nirx û berhemên jêrî bîne ziman:
a-   Li Sûriyê, nemaze li herêmên kurdax, kobanî û cizîrê, kurdan serûber xwe naskirine ku kurd in, li ser axa bavbapîran dijîn , zimanê dê bi wan buha ye , ew parastine û pê dipeyîvin , ango , hestê netewî baş ciyê xwe girtiye , zimanê dê di civaka kurdan de zimanê sereke ye.
b-  Rola tevgerê di pêşkeftina civaka kurd di warê zanyarî û xwendina bilind de , roleke berçav û xurt bû.
c-  Tevgerê karîbû li cejina Newrozê bibe xwedî , û îro roj , Newroz di tevahiya civaka Kurd û Ereban de li Sûriyê ciyê rêz û hurmetê ye .
d-  Bi xêra tevgerê , bi sedan
mamoste û nivîskarên bi zimanê dê hatine holê.
e-Gelek rewşenbîr û siyasetvanên Ereb dostaniya gelê kurd dikin û bi çavên erênî li pirs û daxwazên tevgerê dinihêrin û dibine piştgir.
e-   Rewş û pirsa kurd li Sûriyê li ba gelek hêz , rêxistin û komeleyên mafên mirovan hatiye dannasîn.

Çire ta niha bizavê fişareke piraktîkî nexiste bo ser rijîma sûrîyê ji bo danasîna nasnamê gelê kurd û çareserkirina pirsgirêka rewa…?

Rijîma Sûriyê dûrî Demokrasiyê ye , û eve 44-salin siyaseta yek-partî tête ajotin û serdest e , lewre jî çareserkirina pirsa kurd hê neketiye rojevê . kurd û ereb li Sûriyê di zikê hev de ne , rewş, jiyan û berjewendiyên wan ji hevdû cuda nabin , loma jî, çendî heyameke demokratîk li Sûriyê bête peydakirin, ewqas kurd li karê ne , û pirsa wan ya netewî nêzî çareseriyê dibe.

Rewşa dawî ya bakûr û başûrê Kurdistan piştî geft û hereşeyên tirkan bo bezandina sinûrên başûrê Kurdistan çawa dinirxînin…?

Ne cara yekê ye ku karbedestên Turkiyê diltengî û çavsoriya xwe derbarey pêvajoya rewşa kurdistana Îraqê bi tundî didine xuyakirin . Hêja ye em bînin bîra xwe ku , hê dema lihevkirina 11-ey Avdarê sala 1970 di navbera Bexdê û kurdan de , karbedestên Turkiyê bi her hawî dixewstin ku ew lihevkirina beravîtî bibe . Mixabin dixuyê ku , eger li Hind û Çînê jî kurd bi nav bibin , xwedî cî û war bin, dîsa jî , li ba rayadarên dewleta Turk dê bibe girêk û serêş .

Piştî  serdana serok komarê  sûrê Beşar Esed bo Tirkîyê  û piştgirîya wî ji tirkan re ji bo dagîrkirina başûr û lêdana pkk helwêsta partîya we çibo…?

Helwesta Sûriyê ji hêla piştgiriya Turkiyê bona derbasbûna Kurdistana Îraqê li ba Parta me ciyê nerazîbûn û şermezariyê ye .

Aye raste kû mebesta tirkan çîyayê qandîle yan hindek armancên xwe yên nediyar hene…?

Dewleta Turkiyê di Rojhilata navîn de , dewleteke mezin , xwedî dezgeh û hêz e, di NATo de endam e , li Afxanistan û Libnanê xwedî rol e…Vêca wê razî nebe ku li Îraqê bê roleke berçav û xurt be – weke çawa Îran li başûrî Îraq xwedî destekî dirêj e – lewre jî Turkiyê dixwaze pirsa çekdarên PKK li çiyayê Qendîl û hinde kiryarên wan bike eger û perde, da ku , derbasî nav xaka Îraqê bibe. Ragihandin û propaganada Turk gelekî jîr e, û dikare tiştan ji nîskê
bike gîsk, da ku raya giştî li Turkiyê û cîhanê li gor xwe bajo û rastiyan bervaja bike

Tirk çend mehên burî  geft û hereşeyên pir dijwar li dijî serokayetîyên başûrê Kurdistan dikirin ji bo cibecî nekirina xala 140 ya kerkuk û piştgirîya enîya tirkmanî li dijî xelkên kurd dikirin û îro jî  bi bihaneya kuştina 15 serbazên xwe li şernaxê kû 100 km dûrî sinûrên başûre li ser destên, gerîlayên pkk  geftan dike ma gelo bi bîr û remanên we tirk çi dixwazin….?

Cîbecînekirina xala 140 bona Kerkûkê , daxwaz û hewildana gelek hêzan e , çi li hundir Îraqê û çi li derdorê , digel ku weke ez fêm dikim helwest û nêrîna Emrîkan û gelek hêzên dî derbarey pirsgirêka Kerkûkê, ne li gorî dilxwaziya kurda ye, ku xwedê giravî , Kerkûk jî weke Hewlêr û Silêmaniyê di çerçewa sînorên cografiya herêma Kurdistanê de be . Siyasetmedarên Anqerê vê yekê tê dighên, lewre jî Hukûmeta Anqerê şûrê xwe li ba dike û dixwaze hespê xwe bajo ser kurdên Îraqê . Di texmîna min de , dewleta turk neketiye kula mirin û jiyana çend memecik û serbazên ordiya xwe, ne jî kuştina leşkeran û kiryarên xwekujiyê , rê li ber çareserkirina pirsa kurd li turkiyê dûz dike.

Erdoxan bang li pkk kir dest ji çekan berdin û werin perlemanê  lê piştî kû pkk li ser daxwaza serokê herêma Kurdistan Mesûd Berzanî û serok komarê îraqê Celal Telebanî û Emerîka  pkk careke din agir best ji yek alî de ragehand  belam  reyadarên tirkan  ew agirbeste nepejrandin aye ev pirsgirêk çawa
Ew banga Erdogan zor erênî û baş bû , eger karîba lê biba xwedî, û li gorî naveroka wê bangê, siyseta hukûmeta xwe bida meşandin . Li hêla dî, çêroka ku (li ser daxwazan) şer raweste , agirbest be, anjî (li ser daxwezan) şer nû bibe û agir gur be, li ba mirov ne zelal e û baş fêm na be. Di baweriya min de, duh jî, evro jî, çendî ji alî kurdan ve agirbest bidome , û heyameke aştiyane li saz be , ewqas rê li ber çareserkirina pirsgirêkan vedibe. Û çendî kuştin û şerê xwînî li dar be, ewqas girêk mezin dibin , derd û kul pirtir dibin , bar û metirsî girantir dibin …Rê jî dikeve sergermî û bazirganiya bi pirsa kurd û pêşeroja Turkiyê û herêma Kurdistana Îraqê.

Eger axiftinên we cuda hebin yan bangewazîyên we ji bo raya giştî Kurdistan bi fermon…

Dixwazim bêjim em gelekî bi hewcey lêkolînên zanistî û ekadimîk in , da ku em xwe û derdorên xwe baştir nas bikin , ji ber ku, bi rastî jî, pirsa gelê me yê kurd çi li vir, çi li wir, pirseka mezin e , ji partiyan û serokan mestir e, û em bivên nevên, çareserkirina vê pirsa netewî, ya dadmend û mirovane , wê di çerçewa rêzgirtina sînorên navdewletî yên heyî de serê xwe bibîne . Dem hatiye guhartin û bi lez dibore.
Sipas ji xwedî û karmendên Çawdêr re.   2-11-2007an
Sekretêrê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.
Birayê we
Mihyedîn Şêx Alî
———
Jêder rojnama NEWROZ hijmar (76)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…

Rêber Hebûn

Dîwana Sîmirbazî bi şêweyekî zanyarî û wêjeyî hatiye nivîsandin ji aliyê helbestvana Kurdistanî Kubar Hawar.

Ev pirtûka wê ya dûyem e ji weşanên Şilêr e, pirtûk ji 130 rûpelî pêktê, bêgûman ku ev mijar dewlemend e bi raman û şîrovekirinê ji pêşî bi nîşana Sîmirbaz ve destpê…

RÊBER HEBÛN

Dîwana – Xirxala Peyvan – a ku ji weşanên Darezzeman e, di sala 2025 de hatibû derxistin , bi xwe re ev dîwan gelek mijarên rexnî tîne hole lê min vê babetê ê girêdayî bi awaze ve hilbijart, min ji vê pirtûkê nêziktir didît, ji ber helbest lawê…