Çarenvîsa me kurdan li her çar alî cihan yeke

Hozan xelîl murşid

Hemo raghandinên cîhan rewşa bakûr û başûrê Kurdistan kirin bi rojeva xwe ya serdêrî û serekî. belam bi dexawa medye û raghandinên erebî bê helwêst man,ewinê ku xwedî helwêst jî bûn, helwêsta wan neba ji hebûnê baştir bû.
Çimkê her bi gurî berjewendî û mebestên rijma tirkan  nûçe û hewalên ajansên ku li jêr bandura nejet perestên tirkan de diweşînin , ev nêzkbûn û çemkên ku ji hêla medya û raghandinên erebî ve tên berêvebirin ez pir asayî dibînim ,ji berku kurd û kurdistaneke serbixwe û azad, wek teqîna bombê zihêrî û otumî dijmêrin.
Herwa serok komarê sûrê  jî bi ziman û bîrî xwe ew gotin anî bû ser zimên,li gera xwe ya anqerê a  bê wate….kû bi vê rengî be dibê emjî wek nivîskar û rojnamevanên kurd çibikin,,aye bê deng bin yan xwedî helwêst bin….
Ez wek rojname vanikî rojavayê Kurdistan ,bang li wan kesên nivîskar û rojnamevan û ronakbîrên kurd ku di nave medye û raghandinên kurdî û yên erebî û farisî û tirkî,ewropî,emrîkî, dikim ku hewil bidin xwedî li rastîya pêçî û destên xwe, yên ku ji hêla dayîkên kurdistanî ve, hatine bi xwedî kirin,û mezinkirin derkevin ,ji bo ku raman û rêbazên  rizgarîya neteweya kurd li her çar perçeyên welat,bibe bi sengerek li hemberî hêriş û geftên neyarên gelê me.
Ez vê daxwazê dibêjim, li di serî de ji xwere dibêjim înca ji derdurê xwere dibêjim. Çimkê di roja îro de û bi taybet piştî bilind bûna gef û hêrişên dijminên kurd û bi taybet rewşa dawî ya li ser sînorên bakûr û başûrê welêt de çêbûne, wek ku diruşmên gelê me ku li hemo cîhan de dibêjin”êdî bese” dibê ji îro û pêda ev diruşim bi tenê ya dost û endamên koma civaka Kurdistan nebê;belku dibê her rewşenbîr;nivîskar;hunermend;ramyarvan;sivîl; û her çînik ji civaka kurdî;bibe bi xwedî helwêst û tewir. Ji ber ku îro civaka tirkan bi hemo esnaf û çînên xwe yên cur be cur palpişta helwêsta cinêralên serbazî xwe dikin, û bi pênûs û wêne,û çekan,herwa bi hemo rêbazan şerê kurd dikin ,û hewil didin ku careke din partîyên kurdistanî li hember hev bidin şerkirin,wek salên -1992,1995,1997,2000..lê belê em hêvîdarin ku serkirdayetîya ramyarî kurdî li herdu perçeyên welat hoşyare,  wê bi hîç curikî  şerê kurd bi kurd nepejrînin .ev ji koma civaka Kurdistan tê xwestin ku bi şêwazeke hemdemî û pir zirav xwe jibo aştiyeke hemîşî û sertanserî amide bike , ta ku rê li ber mebestên xerap yên neyarên gelê kurd bigrin, herwa hêvîdarin ku serokatîya herêma kurdistanê jî pir bi zirav nêzîk bi vê pêvejo yê bibin çumkê pêvejo yeke pir hestyare,ta ku careke din dîrok rûpelên xwe yên reş û qirêj li ser gelê me de dubare nekê, her çen kû fişar û gef yên dijminan li ser hene lê dibê hin bêtir bibin xwedî berxwedanîya sebrê,.
Emjî dibêjin êdî bese jibo dijmin û neyarên me,êdî bes, kuştin, kîmyabaran ,enfal, birakojî, prçegerî,bê helwêstî ,. êdî bese, dijberî. ,,çimkê rijîma baas li sûrê, gêncan dike bi qurban gulên tifingan,jibo gotina na jibo şar belê jibo aşitî ,herwa rijîma tirkan perlemanterên xwedî yasa û îrada gel,dadgeh dikin,jibo ku dîlên wan azad kirine,serokên bajaran dadgeh dikin ji ber ku bi kurdî pêşwazî li gelê xwe kirine, herwa meleyên îranê gêncên kurd li sîdar dide di bin navên tilyak û bazirganîya ne rewa de, hikometa îraqê bi hemo şêwazan li dij pêşketina herêma kurdistane daye, lê bi şêwazeke pi zirav  di bin navên cur be curda…bi rastîjî êdî bese ji her neyarikî gelê mere…jiber kû lawz bûna bizava rizgarîya netweyî kurd li bakûrî welat tê watay lawzbûna herêma azadjî û yak û liperçeyên dinî Kurdista,dibê em baş bizanin bizava kurd û îrada gelê kurd û çarenivsa xwe li car alî cihan her yeke

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye di jiyana mirovan de, ew di heman demê de stûnek bingehîn e ku nasnameya kesane û neteweyî li ser wê ava dibe. Di çarçoveya lêkolînên zanistî yên civaknasî û zimannasiyê de, ziman wekî pergalekî sembolîk û semantîk tê nirxandin ku rê…

Hozan Yûsiv
 

Ev gotar bi taybetî balê dikişîne ser statuya zimanê kurdî li Sûriyê di ronahiya geşedanên siyasî yên dawî de.

Pirsek heye ku pir caran di nîqaşan de derdikeve pêş:

“Heke Kurd zimanê xwe dixwazin, çima bi erebî dinivîsin û têkiliyê dikin?”

Di nihêrîna pêşîn de, ev weku pirsgirêkek zimannasî…

Riyad el-Salih el-Husên

Weger ji Erebî

Bessam Mer’ê

 

Me her tișt heye;

Milyonek nan ji bo milyonek birsî

Milyonek ramûsan

Ji bo Milyonek evîndar

Milyonek xanî

Ji bo Milyonek derbederan

Milyonek pertûk

Ji bo Milyonek şagirt

Milyonek nivîn

Ji bo Milyonek…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.

Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê…