Min fêr bike

Cankurd
07.11.2007

Hosteya evînê,
min fêr bike,
           çewa ez hezbikim…
Min fêr bike,
çewa ez şengejinekê hembêz bikim…
Vaye min şûr û mertalê xwe danî
Min tivinga xwe şikand

…û peyva cengê ji ferhenga xwe hilanî…

Niha,
           dem a min ji evînê re heye
                     …û hosteyekî evînê li ba min
                                           ji te pêve tune ye…
Erê,
min fêr bike
Çewa ez tayek gula Cûrî
             bidime destê xanimekê
Min fêr bike
Çewa ez danîşim li gel yarekê
             li quncekî çayxaneyekê
                      an jî li ber maseya dewatekê…
Hosteya evînê,
min fêr bike
çewa ez zeviyên xwe,
              bi helbestên liyaniyê (1) biçînim
çewa ez nameyek yara xwe,
                    bi dengê bilind bixwînim…
Berî niha ez fêrdibûm kîn û nevînê (2)
            ez fêrdibûm ceng û rijandina xwînê…
Niha,
Ez reviyam ji nav rêzên leşkerê gengeşiyê
                                       û pevçûnê…
Niha,
Ez dixwazim ji nû dest pêbikim bi fêrbûnê…
                                   û bi hemî awayên hezkirinê…
Hosteya min,
min fêrbike,
çewa ez bi xanimek qonaxa jorîn re
                            bikevime yariyên bin nivînê
çewa ez ji bîr bikim wan hezar sal ên tenahiyê
                              di sengerên qersî yên şerî da
min fêr bike,
çewa ez ji ser xwe bavêjim tirsa şevên cengê
                                             û wan tîrên di dilî da…
min fêr bike,
çewa carek dî,
       ez vegerim hişyariyê
              û bigerim wekî jîndarekî
                            wekî mirovekî
                                          ku hezdike ji vê jînê
                                                                   û ji  xweşiyê….

————————–

(1)   Liyanî: Eşq

(2)   Nevîn: Kurh

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…