Leyla Zana ! Xaziya tu xûşka min ji dê û bavê ba…

Dr.Ebdilmecît Şêxo

Beriya çend rojan min axivtina te, ya ku te di kongira “civaka dêmokrat” de li Amedê goti bû, di malpera  “Azadiya Welat de “xwend, te pir hevokên watedar û giring anî bûn zimên; mîna “Kurd ne têrorîst in “, “tu Kurdên bi şeref şerê birayê xwe nake.”, “hêzên cîhanê ta niha ji bilî komplo, fend û fêlan li dijî gelê Kurd nakin…”, “me welatê tu kesî dagîr nekiriye”, “divê Turkiyê li Emêrîka, Sûriyê, û Îranê negere, çareserî li Turkiyê ye”, “lê hevoka  ku gelek bala min ber xwe de kişand, û ez  ji ber shabûnê bi girî  kirim ev bû;” KURDA HERÎ TIRSONEK EZ IM, EZ JÎ JI MIRINÊ NATIRSIM”.
Erê xanim Leyla Zana! Ez li ser hemû nirînên te yên jorîn ranawestim, ji ber ku her hevokek ji wanan li nik min dibe navnîşana mijareke taybetî, derbirîn û nirînên te yên siyasî cihên pesnê ne, te siyaseta cîhanê û Rojhilata Navîn pir bi kurtî li pêş guhdarên xwe rêxistin. lê dîsan ezê vegerim ser hevoka te “KURDA HERÎ TIRSONEK EZ IM, EZ JÎ JI MIRINÊ NATIRSIM” eva gotina te tijî felsefe ye, ewa bi naveroka xwe gelek watedear e, bi pir alî ye. Te nameyeke zor giranbuha arastî du aliyan kiriye, yekem, ji dijminên Kurdistanê re û tu dixwazî di wê de  ji wan re bêjî; va ye, zîndana we LEYLE ZANE  netirsandî ye, gefgurên we yên rojane li dijî welatpêrz û dêmokratîxwazan , vîna  LEYLA ZANE natewandîye û nikane wê  bitewîne û hevgirêdana wê bi gelê xwe  re sist nake. Her weha jî tu hîn ji wan re weha dibêjî; eger LEYLA ZANA ji  wer e dibêje; ya herî tirsonek ez im, lê dîsan ewa ji bo welatê xwe ji mirinê jî natirse,  ango  LEYLE ZANE ji  dagîrkerên Kurdistanê re yekser jî û ne yekser jî dibêje; yanê şer û  çekên we kêşa kurdî li Kurdistanê çareser nakin, dermanê pirsgirêka me tenê aştî ye, dîyalogên dêmokrat û dadmend in.  Ya duhem te  nama xwe ji Kurdistaniyan re,  mêr û jinan re, ji keç û lawan re şandî ye; tu  bi me hemûyan re dibêjî; va ye LEYLE ZANE ewqas sal di zîndana  toraniyan de raketî bû, ewqas  destlata Turkan bê rûmetî li wê kiri bûn, lê dîsan  ewa niha dengê xwe ji bo azadiya gelê xwe bê tirs bilind dike, yanê ewa rasterast ji gelê xwe re dibêje; hûn dibînin, çawa ” şêr, şêr e, çi  jin e çi mêr e”.Yanê dîsan  TU! LEYLE ZANE ! bi vê  hevoka xwe ya zêrînî, bê tirs û li ber guhên wan, qehremantî û pêdarîyê di hestên  Kurdperweran de diçînî û wireyên têkoşînî li nik wan bilind dikî..Vêca çawa tu Kurda herî tirsonekî ??? Ez zanim tu dixwazî ji dijminên Kurdan re weha bêjî ku “Kurdên tirsonek tunen in” ,”Kurd jî dixwazin li ser axa xwe mîna miletên din bi azadî  bijîn “, ” Ewanan ji bo rûmeta welatê xwe ji mirinê re jî amede ne…”…Lê erê Xanima têkoşer, tu ne Kurda herî tirsonek î, tu  şêra me yî, tu zimanê hîm û latên Kurdistanê yî, tu sîwana  netewperestan î, tu lehenga zîndanan î . Eger ez çiqas di derbarê te de bêjin, dê hemû peyv û pesnên min li hember tîpek ji tîpên hevoka te ya jorîn û ya ez gelek bi girî kirim ” EZ KURDA HERÎ TIRSONEK IM Û EZ JÎ JI MIRINÊ NATIRSIM ” ji ber xwe ve şerm bikin û dê serên xwe bi rêzdarî li ber wan tîpên zêrîn re bitewînin. Li dawiyê dîsan  ez dubare dikim, XAZIYA TU XÛŞKA MIN JI DÊ Û BAVÊ BA…”
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…