Di Salvegera Yekemîm ya Şehîdbûna Şêx Maşûq Xiznewî de:

Ber bi Çêkirina Komîteyeke Lêpirsînê ya Navnetewî bo Şopandina Doza Wî

Selah Bedredîn

 
     Di Yekemîn Salvegera revandin û kuştina zanyar û şêxê kurd , Şêx Maşûq Xiznewî  de , hêjî gelê Sûriyê bi hemî reng û tiwêjên xwe di bin nîrê zulm û zordariyê de ye, di dema ku li ser asta ramyarî hewildanên bê rawestan ji layê tevgera opozisyona niştimnaiya demokratîk ve têne kirin , ji bo rastkirina refên wê û gihştina çarçewekê  ku wê bidê serhev û pirogramekî yekgirtî ji bo wê  peyde bike.

Diyar e ku tevgera netewî dîmoktartîk ya Kurd jî rolek û pareke xwe heye di tevahiya wan hewildanên gotî de , çi di warê hundir yê taybet di vîna guhertin anjî rêzbûna ramanî û siyasî û yekîtiyê yên gerek di nav rêzên girûpên xwe yên siyasî û tiwêjên xwe yên ronakbîr de , û çi di warê danûsitana wê ya niştimanperwer û diyaloga wê ya berdewam bi hêzên opozisyona  Ereb ya dîmokrat û bi kesayetiyên wê , li hundir û dreveyî welat , re .

     Piştî hefteyekê ser revandina şêxê şehîdan , şêx Maşûq Xiznewî ji beriya salekê , ji aliyê –nenasan –ve û aynî li Şamê , paytexta Sûriyê , Şama dagirtî bi zilamên ewlekarî û istixbaratan , ji sentera lêkolînan ya ku kesekî nêzîkî ewlekariyê wê birêve dibe , kesekî ku gelek guman derbarê wî hene –Mihemd Hebeş – , û piştî ku şopa şêx winda bû û deselatê dest bi fenûfûtan kir , ez pir li ser jiyana şêx Maşûq tirsiyam  ji xinizî û tawanbariyên çeteyên rêjîma dîktator a şovonîst ya ku hetanî guhan werbûye di xeleka tawanbariyên polîtîk de ji dehê salan ve , ev xeleka  ku gihşte dewletên cînar jî di serdema mîratxwerê- çaksazê xort de ?!- wekû li hindekan xweş tê ku wî wisa bi nav bikin bi taybetî li Lubnan û Urdin û Iraqê . Ev xortê ku xurista rêjîma siyasî ya sitemkar ya serdest nîşan dike , tu tişt li nik wî tune ye ku pêşkêşî gelê xwe bike ji bilî dûvçûn û kuştin û girtin û dirûtina dev û lêvan , yê ku mafê cînartiyê yê ku di navbera dewlet û hikûmetan de heye binpê dike , û ji dêvla ku aramiya Lubnanê ,welatê xweşik î kevnar e û şaristanî  bihêz bike, em dibînin ku ew serê sembolên wê yên welatperwer  û lîderên wê yên gewre dibire û xêrûbêrên wê talan dike , û kuştevan û çete û sîxuran ber bi wê ve dişîne . Herweha , ji dêvla ku arîkariyê bide milletê Iraqê yê serbest û mêrxas piştî rizgarbûna wî ji zordestiya Beesiya reş û genî , û pêdariya wî derbarê ji nûve avakirina welatê xwe , landika şaristaniyê , û berdewambûna wî di prosesa siyasiya demokrasiyane de , û xurtkirina Iraqeke federe ya pirrengî de ; em dinbînin ku ew komik û refên teroristan ji girûpên Islama Polîtîk  ya nijadperest a netewî ber bi Iraqê ve rêdike . Raste , rêjîma sitemkar , Sûriya kiriye meydanek ji çeteyên malbatî- mafiyweî re ku çarenûsa gelê Sûrî di destên wan de ye , Sûriya kiriye çavkaniyek bo terorîzima herêmî bi alîkariya rêjîma  Îranê a sitemkar , û ew kiriye havîngeheke xweş , di riya hevdîtin û konferansan de , ji idolojiya netewî- Islamî ya nijadperest û dûr ji pernsîpên netewî yên dîmokratîk  di koka xwe de û ya ji derveyî bangên olî yên baş ku armnaca wan xêra mirovan e û belavkirina aşîtî û biratiyê ye , em bawer in ku emê dûrî rastiyê nekevin eger ku em vê hevbendiya ( Netewî Şovonî tevî Islama siyasî ya tund ) bişbînin rêbaz û Musilmantiya –Mîşêl Efleq – yê ku bi fermî û eşkere Islama xwe ilan kir bi henceta ku Islam zerika Erebbûnê ye û divêt ku were bikar anîn bo xizmetkirina Erebbûnê – helbet mebesta wî Erebbûna Bees bû ya ku komkujiyên wê yên nijadperest û tayfegerî hatine dîtin piştî têkçûna zorbazê Bexdayê – û weke Erebbûna Zerqawî ye, ya faşîst ku destpê kiriye ; ji ber van tiştan hemiyan ez pir li ser çarenûsa şêx Maşûq ditirsiyam , û wek ku em dizanin şêx Maşûq bi rêbaza xwe ya ayînî ya ronîkirî li dijî rêçika Islama Polîtîk ya fundemental, û di nav de tayfegeriya siyasî , bû . Hem kurdayetiya wî vekirî û hevgirtî bû û li dij sitemkariya netewî bû , ya ku bi rizgariya Iraqê û pirosesa  siyasî û fîdîrlazima Kurdistanê re bû û dij û li hember rêjîma şovonî , hema ev tenê bes bû ku desaltdarên bêkêr ji ketina şerên siyasî û anîna behaneyên xwe eger ku rast dibêjin , tolê jê bigirn ?

     Ev tirsa min li ser Şêx Maşûq , hişt ku ez bangekekê bo herkesî li dar bixim , di riya gotareka belavbûyî di gelek menberên ragihandinê de weke rojnameya Siyaset ya Kiwêtî , û doza ” hemî layan li hindirê welat ji kurd û Ereban ku xwepêşandanên aştiyane li dar bixin , û komîteyaka niştimanperwer bo serkêşiya wê damizrênin , û sloganên wê bila derbarê azadiya Şêx Maşûq  de bin … ” bikim aynî di wê gotara ku bi navê : Tenê  Pêşniayrek !

     Ji mafê Xiznewî ye li ser milên me ku em doza wî bişopînin , piştî derbasbûna salekê ser şehîdbûna wî de , ji ber ku ew dozeke netewî û niştimaniya dîmokratsiyane ye , ji ber tawanbaran wî çaxî yek ji me hilbijartin û dibe ku îro sibe yekî din ji nav ne hilbijêrin , wiha , piştgiriya wî di heman demê de , piştgiriya her mirovekî welatperwer û dîmokrat e ji opozisiyonê , û diyarkirina nerazîbûnê ji rêîjîma sitemkar bi daxuyanî û tenê di boneyan de têr nake . Welatparêzên Lubnanê bang kirin û berevaniya pakrewanên xwe kirin , û bi taybetî Refîq Herîrî , di riya pêşkêşkirina doza wî di warê navnetewî de , û biser ketin di avakirina komîteyka lêpirsînê ya navnetewî ku karûbarên xwe berdewam dike û gihştiye hindek rastî û xalan ku serê rêjîma sitemakar û destûkarên wî destnîşan dikin, evên ku dê cezayê xwe werbigirin .Bê guman , ku doza Herîrî ya giring e ku xewa sitemkarên welatê me li wan diherimîne , û di eynî demê de wê bibe sedema direkt bo destgitritn û dadgehkirina wan . Gelo çima em pêkve eynî tiştî nakin angu doza çêkirina komîteyeke lêpirsînê ya navnetewî ? Pêşniyar ji pêncemîn Konferanasa Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî derketibû ya ku hatibû girêdan li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistana Iraqê di ( 18-25 / 4 / 2006) an de , ku banga alîkariyê bi mirov û xizmên şêxê şehîdan  bo avakirina wê komîteya xwestî û bo kifşkirina kuşteyarên yekî herî gewre ji rewşenbîrên kurd li Sûriyê , û pêşkêşkirina tawnbaran bo dadgeheke navnetewî piştî tewawbûna lêpirsînan .Li vir , ez bangeke nû dişînim bo dostên Şêx yên ku di jiyana wî û piştî şehîdbûna wî jî pê re rawestiyan , û tukes nikare vê tiştî inkar bike – hem ew xebatger û rewşenbîrên naskirî ne – , û bo hemî kesên dilxwaz bo welat û millet û pêşeroja nifşên nû , û bo hemî dilxwazên guherrtin û dîmokrasiyê ji kurd û Ereaban ji bo avakirina komîteyeke niştimanî di nevbeyna hundir û derve de , ku erka wê ya herî giring ew be ku dabînkirina mîkanîzima pêwîst ya mewdanî û manewî ji bo şopandina karên wê di warê dokumentkirina belge û behaneyan de tev li daneheva wan bo pêşkêşkirina wan ji heyetên cîhanî yên têkildar , û da ku bibine bingehek a bihêz berve avakirina komîteyeke lêpirsînê ya navnetewî bo şopandina doza şêxê şehîdan , Şêx Maşûq Xiznewî .

     Em bi hêvî ne ku ev bang a me  ya avakirî li ser pêşniyar û xwestekên berî wê ku ji hindek dezgeh û rewşenbîrên me derçûbûn û ya herî dawîn di vî warî de ew pêşniyara ku Konferansa Pêncan ya Kombenda Kawa Bo Çanda Kurdî ew derxistibû , dê bête bersivdan .

     Ey şêx Maşûq ê Xiznewî !
     Ey şêxê şehîdan , bibûre ku ez li bîranîna te , serê xwe ji te re bitewînim !

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…