DAYÊ BAVO

Reyhan Serhan

Diçim diçim
Ji we dur dikevim
Welat bi welat di gerim
Ji bo Parîk nan û av
Herem bi herem di gerim
Li welatên roj ava û derya yên reş
Carna em di kevin nava deryayên tarî
Mîna jiyana ku  li serê me buye tênî û
Carna jî bi rojê re diçim ava û winda dibim
Di Asîmanên rojava de
Di kevim bin deştek ewrên reş û
Tem qurpandin
Di goçberiya xopande!!!
Ez qet naxwazim ku bihar be û paşê jî havîn
Ji bo ku ev herdû demsal xwe xistine yek û
Li dora me civîyane navên xwe dane me
Ma tu nabîne navê me bûye
‘Karkerên demsalê’
Carna ji bo ku ez kurdim
Ez tem sucdarkirin û kuştin
Carna ji bi nasnameya xwe 
Nikarim têkevim welatê deryayên reş
Carna ji termê min li kolana dimine û
Dibêjin we miriyê me aciz bikin me naxin goristanên xwe
Carna ji… Carna ji…!!!
Heya ku tu bejê nebaşiyên xwe li me xistine bela
Me ji rastiya me durdixin
Bi destên me me bi hev didin kuştin
Em ji  heval û hogiran qutkirin!!!
Erê dayê û bavo
Ez nizanim û nikarim bêjim çi û ne çi
Va dîsa bihar tê
Pêre jî demsalên ku em dibin rêwî tên
Em ê dîsa ji hev veqetin
Em bêriya hev bikin
Heya çend mehan em ji hev dur bijîn
Cûyîn heyê  lê veger nîn e
Dayê Bavo veger nîn e veger…!!!
Lê ger ez nevegeriyam herin
Pirsa min ji sê herêma bikin
Yek ‘ Deryaya reş’ do‘welatê rojava’
Sê ‘bahra sipî’
Ji zevî, werz, çiya, re û derya bi pirsin
Hûnê  ji wan agahiya min bigrin û
Piras min ji wan bikin
Li wan dera pir bi navê min hene
Navê wan ji mîna navê min
‘ Karkerên Demsalê  ye.  DAYÊ BAVO…   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Sersaxî
Bi xemgîniyeke giran, vê sibehê, Nûsîngeha Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, nûçeya koçkirina dawî ya helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî bihîst, ku li nexweşxaneyke welatê Siwêdê canê xwe ji dest da.
Helbestvan Ehmedê Huseynî yek ji wan helbestvanan bû, yên ku bi zimanê Kurdî helbesta nûjen nivîsîne, panzdeh dîwanên…

Mislim Şêx Hesen

Di kurahiyên dîrokê de diyar dibe ku rêbertiyên rastgo û vekirî, yên ku bi xelk û hemwelatiyên xwe re rast in, karîne bi wê rastiyê gel û welatên xwe bigihînin astên herî bilind û pêşketî. Lê gava ku rêveber an berpirsyar guh nede nêrîn û pêşniyarên civakê û gel,…

Hozanê Girkundê
Efrîn xedenga di dilê welatê min
Ey bihna sînga bûharê
Dildara êşa zytûnê
Vaya dîsa berê min li te ye
Ez ê ji nûve te himbêz bikim
Û kela hez kirina xwe
Di sînga te de birjînim ez ê
Çavên xwe
bi xweşikbûna te kil bikim
Û destên xwe bi axa te
Bişom!
Ji nûve ez ê buxçika bîranîn vekim
Li bin sîya darên te
Ez ê…

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…