Civîna Yekem ya Komîteya Rêvebir ya Nû Ya Kombenda Kawa


Acenda kar :
– Belabkirina erkan di navbera endaman de .
– Komîteya Kargêr .
– Têbînî û pêşniyar .
Biryar û pêşniyar :
 – Komîteya Kargêr : Selah Bedredîn , Ebdilxaliq Sersam , Fûad Gemo , Zozan Anwer , Welîd Xalid .
– Desteya Nivîskaran ya kovara Hawar a Nû : Vedan Adem , Ebdilxaliq Sersam , Besam Mistefa .

– Koîteya Rawêjkaran : Ferde Cemîl Paşa , Dr.Heval Mîro , Ceefer Hesen , Dr.Ridwan Elî , Dr.Mihemed Reşîd , Dr. Mehmûd Erebo, Dilawer Meyqerî .

Komîteya Hunerî : Ferde Cemîl Paşa, Ceefer Hesen , Osman Derwîş , Kamîran Ibrahîm .Ev Komîteya hate teklîfkirin bi erka avakirin û meşeqkirina komeke folkilorî bo Kombendê .

-Zêdekirina beşekî li kovara Hawar a Nû derbarê çalakiyên rewşenbîrî netewî li Kurdistan û li derve .

-Jimara nû ji kovarê wê taybet bi Konferans û Hefteya Rewşenbîrî be .

– Teklîfkirina Ebdilxaliq Sersam bo amadekirina koresekî bo fêrkirina zimanê Kurdî – Zaravayê Soranî .

– Komîteya Rêvebir her meh carekê wê bicive . Komîteya Kargêr her hefte carekê .

– Kar dê li gor pêşniyarên Komîteya Rawêjkaran ya Giştî ku hatibûne çespandin di civîna wê ya di 29-4-2006an de .
– ji Hemî endamên di Komîteya Rêvebir tê xwestin ku ew pêşniyarên xwe derbarê semînarên heftane û çapkirina pirtûkan û bendên kovarê û çalakiyên giştî , bidin .

     Ji aliyekî din ve jî , çavdêrê giştî ji civînê re eşker kir mixabiniya serokê herêma kurdistanê ku hevdîtin bi beşdarên konferansa pêncan re nekir ji ber piseka teknîkî ku bê mebestî çê bû .

     Herweha , çavdêrê komebnndê da zanîn ku budjêta taybet bo kombendê bi zor têra kirêya komebnd û kovarê bike , û kar berdwam e bo avakirina avahiya nû û paşê rastkirin budjêtê û hindek hene ku tenê karên kombendê dikin bi alîkariya hindek dezgehên hikûmî , lê rengê kar di kombnedê de her dimîne karekî xwebexşanê .

(4/5/2006)

 


شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr.phil.Ebdilmecît Şêxo

Di hejmara duhem de em dikarin van gotarên kêrhatî û hin helbestên niştimanperwerî bi pênûsên cuda bixwînin:1-(Erke pîrozekanî Hêviya Welêt)Kamal Fuad.2-(Bi hatina cejna Newrozê)Desteya Kovarê.3-(Bîreweriya cejna Newrozê) ji (Dengê Kurd),hejmar (8) hatiye wergirtin.

4-(Newroz be xoş hatî,wê her bê rojî serxwebûn!!!) Şivan .5-(Perîşanî) Soro.6-(Nexweşiya me xweşiya neyaran e )Hemreş…

Bavê Zozanê

Berya çend salan gotarek li ser hostatiya avakirin û şûngirtina peyvê di helbesta melayê Cizîrî de min nivîsand wek têgeh yan têrma Yarim min bikaranî ku yarim ew kelpîçê zirave ku dîwêr bivehve dihûne yan jî girê dide,babet ne di gotin yan di peyvê de ye bi qasî di cihê…

Can Yûsif*

“Çavkaniyeke ji tîpên bedew, û buxçeyek ji wateyên pîroz”

Helbestvan û nivîskarên jin ên Kurd di serdema ku peyv bi sînor bû û tîp qedexe bû wan roleke pêşeng lîstin, pênûsên xwe kirin xetereyên hişyarî û berxwedanê, tîpên xwe kirin bin xizmeta gelê xwe û doza wî de û…

Subhî Deqorî

Zimanê kurdî ne tenê dengên ku di qirikê de çêdibin e,

ne jî komek azînên ku di pirtûkan de têne hînkirin e.

Ew tiştek mîna siya dirêj a bîrdankê ye;

bîrdank ku ne di dibistanên dewletê de çêdibe,

lê di zevî û xaniyên teng de, li…