Seyrana evîndara

Narîn Umer

Min seyranek
Di dilê evîndara de
Raxist
ji şîrava
pispisa wan
ez mest hiş ketim
min qeftek ji
evîniya rengîn
di nav awîza
neynika wan de
renge reng kir û

di himbêza dilê te de
min çand
li seqema dînbûnîyê
siwar bûm
gava geheştim
newala helbestvana
ji her helbestekî
hoşê min
peyvek dizî
giyanek har
di candikê wan de za
ketin xeleka zikrê de
helbestek nû
ronî kirin
min sipartî
germbûna
lepên te kir
ez li peyî firandina
çûkan çûm û
min pitrtikên
 weşandî dane hev
di nav kaniya
 rondikên xwe de
min şiştin
kirasek ji rebeniya
omîdên xwe
min li bejna wan kir
ji keyfa re
bûn du çeng
min ew diyarî te kirin
tu hêdî hêdî
dûr çoyê
min peryek ji çengê
pispisiyê ji tere şand
eve xweşiya
firandina yekem
tu dûr di çûyî
min gazindek bi kin
rêkir
mesta firandinê
ew xapand
wê vegre
lê tu ne vegerayî
melevanî li te
xweş hat
di asoyên bê çar de
ta te xwe dît
homanê zemîn
bi tenahî û
ji bîr kir
nehîna peyabûna te
di nav
zengîniya hestên
 min de

di noşe.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…